Peyama Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) bi rêya cîhazê ji gerîlayan re hate xwendin û hate destnîşankirin ku ew di pêvajoyeke dîrokî de ne. Di peyamê de hate gotin, “Eger dijmin li Zapê bê têkbirin, wê li Enqereyê jî têk biçe.”
Peyama fermandariyê wiha ye: “Serdema ku em tê de di dîroka tekoşîna me de serdema herî girîng û dîrokî ye. Di 17’ê Nîsanê de êrîşa dijmin a li ser eyaleta Zap û Avaşînê destpêkir. Li hember vê êrîşê dijmin, berxwedanê bilind bûyî em silav dikin. Wekî du rojê destpêkê heval serkeftî ne. Li ser hîmê rihê fedaî ya Apocî berxwedan û şerê hevala kirî pir girîng e. Ji bona vê yekê em tevahî hevalan û taybet hevalên di vê berxwedanê de cîh girtî pîroz dikin, wan silav dikin û berdewamiya serkeftina wan hêvî dikin. Encamê du rojên destpêkê pir girîng e.
Armanca dewleta tirk dagirkirina sînorên Mîsakî Mîllî ye
Wekî tê zanîn di her karî de rojên destpêkê û gavên destpêkê pir girîng in. Ji ber ku gava destpêkê çawa bên avêtin, ê dû were jî li ser wî hîmî pêş dikevin. Ango niha du roj derbas dibin û em dikevin roja sêyem; heval serkeftî ne. Ew serkeftina dikare bibe bingehê zafera mezin. Ji bona wê rastî ew sê rojên bihurî pir pir girîng in. Em dibêjin her hevalê şer kirî destê wan xweş be. Ji ber ku zemînê serkeftinê ava kirin. Li ser vî zemînî berxwedana pêş bikeve dikare biçe encama mezin. Ji ber ku ew şera ne şerekî ji rêzê ye. Şerê Zapê ji bo devleta Tirk jî, ji bo rejîma faşist a kirker AKP-MHP jî pir girîng e. Lê ji bo Rêberiya me, Tevgera me, gelê me, heta ji bo gelên herêmê jî pir pir girîng e. Çima? Ji ber ku em dizanin devleta Tirk a dagirker û qirker 2016’an û vir ve li ser qonseptekî nû tevdigere. Naveroka vî qonseptî tûnekirina tevgera azadiyê ye, tasfiye kirina tevahî destkeftiyê gelê Kurd e. Dagirkirina sînorên Mîsak-i Mîllî ye û pêşxistina qontrola ser li Sûrî û Iraqê ye. Qonsepta dijmin armancê xwe ev e. Bi vî avayî dixwaze xwe bi xeyalê Osmanî di heremê de bike hêzekî mezin. Ji bo wê çiqas ji bo gelê me qonseptekî xeter e, qendî wê jî ji bo gelê Ereb û temamî gelê heremê jî tehdîd û gefek mezin e. Li hemberî vê qonseptê Tirkiyê li berxwedan, berxwedaneke pîroz û girîng e. Ji bo ku mirov xetera li ser gelê heremê rake, ji bo mirov siyaseta qirkirina li ser Kurdistanê têk bibe, rêya hebûnê û azadiyê veke, ev berxwedana dîrokî û pîroz e. Rêya azadkirina Kurdistan û Rêber Apo di serkeftina vê berxwedanê de derbas dibe.
Hewl didin rovanşê bikin
Tê zanebûn; devleta Tirk li ser vî qonseptî şerê heya niha kirî de ne serkeftî ye. Bi taybet di sala 2021’an de xwest hemlekî pêş bixe û Başurî Kurdîstan dagir bike. Ji bo vê destpêkê êrîş bi şewazekî sûprîz li ser Garê pêşxist. Dûvre di wir de şikest. Piştî wê erîşa xwe hîn bi şêwazekî berfireh li ser Avaşîn, Zap û Metîna destpêkir. Armanca xwe di hundirî 3 mehan de bikaribe heya Qendîlê biçe û tevahî Başûrê Kurdistan û Herêmên Medya dagir bike. Lê berxwedana di pêşengiya Şoreşan de, Serhedan de, Saryayan de, Rêber û Hêjaran de, Botan û Zinarînan de, pêşengtiya di bin fermandariya rêheval Cumalî û Çavrêyan de rê neda vê yekê û dijmin têk bir. Di sala 2021’an de dijmin bi şêwazekî fermî têk çû. A niha devleta Tirkiyê naxwaze vê rastiyê daqûltîne û qebûl bike. Ji bo wê dixwaze bi hemû mecalên xwe rovanşa vê pêş bixîne.
Dikarin êrişî Metînayê jî bikin
Ya din jî desthilata AKP-MHP ji bo vê qonseptê ser bixîne erk girtiye. Ger ku ser nexîne wê rejîma wan hilweşe û tenê bi wê jî namîne wê bikevin zindanê. Ji ber ku berxwedana 2021, rejîm bir ber bi hilweşandinê. Niha desthilata faşîşt û qirker a AKP-MHP dixwaze hemû derfet û mecalên dewleta Tirk têxe meriyetê û şansê xwe carek din tecrube bike. Li ser vê esasê ew êrîşa li ser Avaşîn û Zapê pêş xistiye. Ew destpêk e. Êrîş hîna berfireh û demdirêj e. Divê ku em vê bizanibin. Gûman e ku çend rojê din xeta Metîna, Girê Cudî û Girê Bihar jî têxe çerçovaya êrîşê xwe de. Ger ku li vir serbixe, ew dixwaze weke par qonsepta xwe berfireh bike. Tevahî Heremên Medya dagir bike.
Eger li Zapê têk biçin wê li Enqereyê jî têk biçin
Heta xwe dirêj bike heya Mexmûr, Şengal û dûvre jî destkeftiyên Rojava hedef bigre û ji holê rake. Armanca dagirkeriya Tirkiyê wisa ye. Aliyên xwe yên xûrt dijmin hene lê aliyên xwe yên lewaz jî hene. Xûrtiya xwe teknîk û îstîhbarata xwe ye. Wekî din hemû aliyên xwe lewaz in û vî dijminî mirov dikare têk bibe. Rast e; niha dijmin bi hemû teknolojiya serdemê êrîşê me dike. Li hemberê vê, berxwedan ne hêsanî ye. Zehmetiyê xwe hene. Feqet ew êrîşa dikare ji bo me jî bibe şensa derketineke nû. Ger ku em dijmin têk bibin, dijmin tenê li Zapê nakeve, wê li Enqerê jî bikeve; sîstema faşist a qirker wê têk biçe. Ji bo wê ew berxwedana ji bo azadiya gel û Rêberiya me ye. Heman demê ji bona demoqrasiya gelê heremê jî pir girîng e. Li ser vê esasê; divê ku ji bo serkeftina berxwedana pîroz çi pêwîst e divê mirov bike.
Zap qadeke ji rêzê nîne
Qada Zapê ne qadek ji rêzê ye. Cîh û warê berxwedana dîrokî û mezin e. Dirokek xwe ya berxwedanvaniyê mezin heye û amadekariyê hevalan jî ne hindik in. Di astekî amadekariya hevalan jî heye. Ew tê zanîn. Di sala 2008’an de jî dijmin xwest Zapê dagir bike û darbe li biryargeha HPG’ê bixîne. Wê demê têk çû; berxwedana HPG zafer girt. Ji wê çaxê û vir ve gelek şer û berxwedan li qada Zapê pêş ket. Fermandarê wek rêheval Reşîd Serdar, Azad Sîser, Çîçek Kiçî, Mehmet Goyî û Alî Pilingan li vê derê hîmê berxwedanê danîn û temsîl kirin. Herî dawî berxwedana rêheval Baweran û Melsayan hîmekî esasî daniye. Heman tişt ji bo Avaşîn jî derbasdar e. Ji bona wê berxwedana şoreşa me di qada Zapê û Avaşînê de eşkere ye ku bingehekî xwe yê dîrokî û xurt heye. Em bawer in hevalên li qada Zap û Avaşînê, li ser va kevneşopiya dîroka qadê, wê bikaribin di sala 2022’yan de jî wekî 2021’an berxwedaneke dîrokî lidar bixin û zaferê nîhaî misoger bikin.
Lê ev ne hêsan e. Beriya hemû tiştî pir zêde dîqet, baldarî û fedakarî dixwaze. Dîsîplinek bilind, sebr, israr û kûranî dixwaze. Roja îro li hember dijmin şer pêşxistin û serkeftin ne hêsan e. Taybetmendiyên fedaî-Apocî nebe, ji xwe berxwedan nabe. Lê li kêlekê ruhê fedaî-Apocî, ruhê rêhevalî, dîsîplîn, dizîbûn, kamuflaj, taktik kûranî û afrînerî pêwîst e. Ger ku em di qada şer de bi ruhekî afrîneriya Apocî di astekî bilind de raber nekin, li kêleka wê fedakarî û cesareta tê xwestin pêşnexînin em ê nikaribin bi serbikevin.
Şer şerê Egîdan e
Şerê niha em dikin ne şerê leşkerên ji rêzê ye. Ew şer şerê mîlîtanan e, şerê fedaiyan e, şerê fermandaran e, şerê gerîlayê profesyonel e. Ango şerê egîdan e. Çawa di dîroka me de egîd hebûne û her egîdek bi îrade û şêwazekî xurt bi tenê xwe dikaribû tabûrek leşker têk bibe; ya niha şerê me jî şerekî wisa ye. Her hevalek egîdekî demê ye. Ji bona wê her hewalek heman demê fermandarek e, mîlîtanek e. Divê qîmeta xwe zanibe, qîmeta hevalê xwe jî bizanibe. Li kê derê çawa wê tevbigere divê bizanibe. Li kelaka vê di her kêliya jiyanê de parastina ruhê rêhevaliyê, pêşxistina kolektîvîzmê û rêbaza ekipbûnê pir pir girîng e.
Me di axaftina hevalên berxwedana Girê Sor de dît ku kaniya hêza herî mezin rihê hevaltiya Apogerî ye û ew dikare mirov bike hêz û îrade. Ji bo di her kêliya jiyan û tekoşînê de divê heval vê biparêzin. Rihê hevaltiyê, terzê ekîpbûnê, ji hevdû hezkirinê û hûrmet bi hevre alîkarî û parvekirinê hîn zêde kûr bikin. Di şer de hewcehiya her hevalekî bi vê heye û ew kaniya hêza me ye.
Li kêleka van mijara taktik jî girîng e. Ango sekneke Apocî mîlîtanî nebe nabe; lê tenê bi wê jî encam nayê girtin. Divê di mijara taktik de jî afrînerî hebe, zengînî, rê û rêbazê xurt hebe. Di vê derheqê de berxwedana 2021’an bi tecrûbeyên mezin dagirtiye. Ango hemû hevalan ew berxwedanê jiyan kirin û di vê berxwedanê de gelek tecrube derketin holê. Tecrubeya şerê tîmê pispor û tecrûbeyên şerê tûnêlan bi berxwedana 2021’an zelal bû. Divê heval vê esas bigrin. Li ser hîmê tecrûba 2021’an ger ku mirov kûranî çêke, ji şaşî û kêmaniyê heyî encam derxîne û sererastkirinê pêş bixe, teqez mirov li hemberê her cûre êrîşa dijmin bikare bi serbikeve.
Tunelên me kelehên me ne
Tunel di şerê serdema me de rêbazek pir girîng e. Beriya vê 200 sal û wêdetir; di şeran de sengerên herî girîng kela bûn. Kê ku kela xwe ya saxlem hebiya, wî encam digirt. Quwetekî biçûk li hember arteşekî mezin bi kelayên saxlem dikaribûn berxwe bidin û serbikevin. Şûna kelayê di dîrokê de rol leyîstî niha tûnel hene. Tûnelên me kelayên me ne. Divê mirov di tûnel de çawa şer bike, çawa xwe biparêze, pêwîst kir mirov çawa derkeve derve û derbe li dijmin bixe. Rê û rêbazê wê bizane û di vê derheqê de jî şaşî neke. Ew heqîqet di sala 2021’an de jî îspat bû. Ger ku mirov şerê tûnelan bi rê û rêbazên rast bimeşîne û cardin şerê eraziyê yê tîmên pispor, li ser xetekî rast têxe meriyetê teqez mirov dikare dijmin têk bibe û serbikeve. Ji bona wê divê em di van mijaran de kûr bibin.
Divê her tim li dijmin bê xistin
Ya din di dinyayê de tu şer bi parastina pasif bi ser neketine. Şerê li ser hîmê parastina aktîf bi ser ketine. Ango divê parastina me parastina aktîf be. Niha çima ew du rojên derbasbûyî pratîkê hevalan me guncav û serkeftî dît. Ji ber ku hevalan hem di aliye ruh de ruhekî fedaî yê demê xûyaye temsîl dikin; him jî di aliyê taktîk de rêbazê aktîf parastin esas digrin. Aktîf parastin lêdan e. Ango heval lê didin. Ew pir girîng e. Hemû lêdan ne wek xweberdana nav dijmin be. Lêdan, sabotaj, êriş, sûîqest, xweberdana nava dijmin hemû rêbazên lêdanê ne. Bi taybet niha cihê dijmin hatiye rê tune ku dijmin kepçe zû bine û mewzî çêbike. Mewziyê li ser erdê bi kevir û hinek ax çêbikin. Di van mewziyên wisa de mirov dikare felaketa dijmin bîne. Bi taybet bi şev, bi teknîkê tê zanebûn ger ku heval bi suîqast, lêdanê bi kar bînin, dikarin qira dijmin bînin û derbên mezin lêdin.
Ruhê şerkirinê yê dijmin nîne, teknîka xwe heye
Ewqas ruhê şer a dijmin nîne. Teknîka xwe heye. Tu jî divê xwe li hemberê vê teknîkê biparêzî. Lê ku derfet çêbû, tuyê derbên mezin lêxî. Ji bona wê çi pêwîst e, disîplîn; çi pêwîst e, sebr, çi pêwîst e, kûranî; çi pêwîst e, fedakarî. Gerîlayê demê divê vana hemûya bikare bike. Em bawer in heval bi vî rêbazî dikarin tevbigerin. Ew tecrûba û ew cewhera di hevalan de heye. Di hevalên Avaşîn, Metîna û Zapê de jî heye. Di tevahî hevalan de jî heye. Ne hewce ye niha di vî demî de em hemû Zap û Avaşînê temaşe bikin. Her qad di aliyê xwe de dikare tevbigere û çalakiyan bike. Çawa ku em niha dibêjin gelê me jî divê bêdeng nemine û ew jî rola xwe bilîze.
Kî êrişî gerîla bike gerîla wê bersiva pêwîst bide
Par PDK bi dewleta Tirk re hevkarî kir. Bi çi şêwazî hevkarî kir; bi şêwazê dorpêçê, ambargo, rê qûtkirinê, parvekirina îstîxbaratê (sîxûrî); bi van rêbazan alîkariya dijmin kir. Cardin pûsî li pêşiya hevala danîn û herêma Xelîfanê heval şehîd kirin. Lê em dinêrin ku îsal ew hevkariya xwe hîn zêde kiriye. Gavekî din zêde kiriye. Ji bo vê em dibêjin lazim e gelê me li hemberê vê yekê bisekine. Li berpirsyariyên xwe xwedî derkeve. Dijmin dixwaze şerê Kurd û Kurd pêş bixe û wisa biçe encamê. Ew siyaseta PDK jî ji vê re vekiriye û pir zêde xeter e. Wê siba çi bikin ne xûya ye. Herkes divê berpirsyariyên xwe xwedî derkevin. Di vê mijarê de divê heval jî hişyar bin. Hemû tedbîrên pewîst bigrin. Em ne alîgirê şerê Kurd û Kurd in, lê ku werin ser me, divê heval bersivê pêwîst bidin. Xweparastin mafekî pîroz e. Kî destê xwe dirêjî gerîla bike, gerîla wê bersiva pêwîst bide. Di vê xisûsê de di asta herî bilind de divê heval xwedan tedbîr bin û hişyar bin. Nêzbûneke netewî pêş bixînin. Rê nedin provakasyonan lê xwedan tedbîr bin. Her îhtîmalê re amade bin. Em dixwazin bi dijminê bav û kalan, bi dagirkeriya Tirk re şer bikin. Em naxwazin tu kes were bikeve navbera me. Em naxwazin kes hewkariyê bi dijmin re bike û şer bike şerê Kurd û Kurd. Lê her tişt bi me pêk nayê. Ger ku rexmî bang û hewildanên me, hinek werin xwe bixin navberê me û dijmin, elbet wê çaxê em hêsrê çavê tu kesî nanêrin. Lê berî hemû tiştî em berpirsyar nêz dibin. Niha heval divê di van mijaran de hişyar bin û bi berpirsiyar nêz bibin.
Şerê hebûn û azadiyê
Bi kurtî di warî parastina hevalan de, vala derxistinê taktîk û teknîkê dijmin de di serî de fermandar û dûvre jî tevahî şervanên hêja, her hevalê Apocî bi berpirsiyar tevbigerin. Em di serdemekî dîrokî de ne. Berxwedana tê meşandin berxwedaneke pîroz e. Ji bo azadiya Rêber Apo û azadiya Kurdistan, ji bo demokrasiya herêma Rojhilata Navîn şer şerê azadî û demokrasiya gelan e. Şerê hebûn û azadiya gelê Kurd e. Divê her heval bi vê berpirsyariyê nêz bibe. Di vê serdema dîrokî de rola dîrokî bileyze û xeta serkeftinê esas bigre. Di va hisûsê de em dizanin ku tecrûbeyên hevalan heye. Ruh û seknê hevalan bilind e. Performansê niha heval dimeşînin hêviya zaferê ye. Seknê hevalan ji bo tevahî gelê me jî bûye hêvî û bawerî ye.
Em gerek vê bizanibin heval niha tenê li Şikefta Birîndara, li Kurê Jehro, li Çiyayê Reş, li Çemço, li Werxelê şer nakin. Rast e; li wir şer dikin lê tevahî gelê Kurd li wan temaşe dike. Dostên gelê Kurd hemû li wir temaşe dike. Dilê xwe li wir davêje. Vê jî bi gelek çalakî û hewkariyê xwe raber dikin. Divê em bizanibin ew doz dozeke dîrokî ye. Doza gelê me ye, ya gelan e. Doza azadî û demokrasiyê ye. Em li ser vê esasê bi zanebûn û kûrani tevbigerin. Divê heval ku derê çi pêwîst e wî bikin. Tiştên ne pêwîst e jî nekin.
Dîrokeke nû wê bê nivîsandin
Di warê pêşengtiyê de, di warî kûrkirina taqtik de, di warê plankirina kar û şer de ger ku heval tecrûbeyên xwe, bi taybet jî tecrûba par bi bingehkin, em bawer dikin heval teqez wê bi serkevin. Serkeftina Zap û Avaşîn serkeftina gelê heremê û gelê Kurd e. Serkeftina li wê derê wê bi xwe re serdemekî nû bîne. Em dizanin ku dijmin dixwaze li wir encam bigre û dûvre jî di gîştî de êrîşê xwe berfireh bike. Ji bona wê ew berxwedana pîroz, ji bo her kesekî pir girîng û dîrokî ye. Di vê berxwedana dîrokî de em bi hêvî ne ku wê heval dîrokek nû binivîsînin û rolekî mezin bileyzin. Li ser hîmê felsefa Rêber Apo sala 2022’an bikin sala serkeftina mezin.
Bi vê hêvî û bi vê bawerî, em bi navê Biryargeha Nevendî hevala bi hezkirin û bi rêzdarî silav dikin; ji bo tevahî hevalan, ji bo me hemûyan bi dil û can serketinê dixwazin.”