Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

NPG: Em ê li pey şopa Egîd meşa destanî bi ser bixînin

Fermandariya Biryargeha NPG’ê: Em ê li pey şopa fermandarê xwe yê mezin hevrê Egîd bimeşin û meşa destanî bi ser bixînin. Em soz didin ku ji bo bendewariyên Rêbertî û gelê xwe bibin bersiv.

Di daxuyaniya NPG’ê de ev tişt hat diyarkirin:

“Derketina partiya me PKK’ê ya li ser dika dîrokê û pêkanîna Pêngava 15’ê Tebaxê ji bo dîroka Kurd û Kurdistanê weke mîladekî hatiye dîtin. Ev nirxandin tesbîteke pir rast e ku beriya 39 salan hatiye kirin û biryareke dîrokî ye ku ev 39 sal in her roj biryara xwe bi cih tîne, rastbûna xwe îspat dike û îro jî derbasdariya xwe diparêze. Mîlad xalên vegera dîrokî ne. Ew xala destpêk a serhildanên mezin e ku serdemek diqede û serdemek nû destpê dike ku bi dehan sal û sedsalan bi qasî bandora xwe ya niha berdewam dike. Vaye Pêngava me ya dîrokî ya 15’ê Tebaxê ku di pêvajoyeke ku gelê Kurd û Kurdistanî, dihelîn û ber bi tunebûnê ve diçûn de pêk hat. Bi dîtina encamên ku di 39 salan de derxistiye holê, mirov dikare baştir fêm bike ka çima ev serkeftineke mucîzeyî, mudaxeleya li cihê, çalakiya şokê û meşa dîrokî îro ji bo Kurd, Kurdistan, Rojhilata Navîn û hemû gelên bindest, mîladek e.

Vê pêşketina dîrokî, beriya her tiştî ji sîstema qirkirinê re ku heqareta herî mezin li rastiya Kurd û Kurdistanê kir û hebûn û tunebûna wê kir nîqaş, got ‘raweste’. Guleya yekemîn avêt ser qereqolan û nîşan da ku Kurd û Kurdistan rastiyên ku nayên înkarkirin, pêwîst e hebûna vê rastiyê û têkoşîna azadiya wê were parastin. Pêngava 15’ê Tebaxê û destpêkirina têkoşîna gerîla; ji rojnamevaniyê bigire heta komeleparêziyê, ji windakirina demê bi teoriyên razber heta anîna avê li ser çerxa revîzyonîzm û neteweperestiya seretayî, pûçbûna hemû rêbazên têkoşînê yên pasîf derxist holê, şêwaza têkoşînê ya rast a Têkoşîna Azadiya Kurdistanê derxist holê. Têkoşîna gerîla ya ku weke şêwazê têkoşînê yê herî rast û rast tê pêşkêşkirin; Ji gelê Kurd û Kurdistanê re ku bi sedsalan e bi êrîşên dagirkerî, komkujî, asîmîlasyon û qirkirinê nalîn kiriye, çek, rê, rêbaz, şêwaz û taktîka xweparastinê daye. Gerîla ji Pêngava 15’ê Tebaxê ve; Hêviya gelê Kurd a azadiyê, rêbazeke nû ya têkoşînê, bûye rêya rawestandina sîstema mêtingeriyê û rizgariyê.

Gerila ji bo Kurdistanê bû îfadeya kurdê nû û azad

Têkoşîna me ya gerîla 39 sal in bênavber, ti carî dev ji doza serkeftinê bernedaye, li hemberî ti astengî û zehmetiyan pes nekiriye û ji bo gelê Kurd bûye çavkaniya herî mezin a hêviyê. Gerîla ne tenê bûye şervanekî asayî û artêşeke parastinê, ji bo gelê Kurd û Kurdistanê bûye îfadeya gelê Kurd a azad û nû. Gerîla bi ferasetên mirovî yên bilind ku di xwe de afirandiye, bi fedekariya mezin, bi dilsoziya bi welat û gel re, bi têkoşîna xwe ya leheng, bi vîna xwe ya bê hempa, di dilê gelê me de textek ava kiriye. Îrade û hewldana wê, asta jiyana derwêş a ji ferdperestiyê bêpar, dirustiya wê, dilsoziya bê şert û merc bi hezaran destanên lehengiyê afirandiye. Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi têkoşîna xwe ya 39 salan ve ji bo gelê Kurd û hemû gelên herêmê bûye sembola hêvî, bawerî, sadebûn, dirustî, fezîletên herî bilind ên mirovahiyê, aqilmendî, azadî û serkeftinê. Bêguman bidestxistina vê yekê ne hêsan bû û bi deh hezaran şehîdên nemir ku dil û hebûna her leşkerekî artêşa me nîşan dan, bi cesaretek mezin û bi ruhekî fedayî ber bi şehadetê ve çûn. Fedayiyên Kurdistanê li welatê me erdek ku lingê xwe lê neavêtine û bi xwîn û xwêdana xwe av nedane, nehiştine. Artêşa şehîdan ku nirxên pîroz ên manewî yên gelê me û tevgera me pêk tîne û xelekên mezin ên şehadetên ku çêbûne, di kêlî û qonaxên herî krîtîk de têkoşîna me ya şoreşgerî ya ku weke maratonekê bênavber dimeşe, ava kiriye. Meşa destanî ya Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ku dikeve sala xwe ya 40’’an, ruhekî wisa, milîtanî û sekneke şoreşgerî derxistiye holê ku hemû pîvanên fedakarî û tevlîbûnê derbas kiriye.

Yên derketina destpêkê ya Gerîlayên Azadiya Kurdistanê û asta heqîqetê ku îro gihiştinê fêm nekirine û yan jî dixwazin fêm bikin, dewleta Tirk a mêtinger û qirker û hêzên hegemonîk ên navneteweyî, bê navber li dijî gerîla operasyonên îmhayê lidar xistin û hesibandin ku hingî ku gerîla şehîd bikevin wê têkoşîn lewaz bibe û tune bibe. Ji sala 1984’an û vir ve ji hewanan heta topên envaî, ji tankan heta kamerayên termal, ji helîkopterên êrîşê heta balafirên şer, ji balafirên bê mirov heta bombe û çekên kîmyewî yên di asta navneteweyî de hatine qedexekirin ku ji aliyê hêzên modernîteya kapîtalîst ve hatine îcatkirin, her cure teknîka er li dijî gerîla hatiye bikaranîn. Lê baweriya xurt a gerîlayên PKK’ê ku bi îdeolojiya Apoyî şêwe girtiye, ruhê wê yê fedayî, diyalektîka xwe nûkirinê û heskirina azadiyê di 39 salan de hemû êrîş pûç kirin û bû heqîqetek ku hêza xwe hezar caran îspat kir. Tevgera Apoyî û gerîlayên wê hingî ku êrîşên dijmin zêde bûn û teknîka şer a di destê dijmin de pêş ket, giranî da ser îrade, mejî û afirêneriya xwe, ruhê fedayî yê Apoyî bilind kir û bûye bersiv.

Em gerîlayên ku bi şêwazê hevrê Egîd şer dikin silav dikin

Şerê 8 salên dawî ku salên lûtkeya têkoşîna me ya 39 salan e û bi taybetî jî berxwedana 3 salên dawî, di dîroka me ya têkoşînê de qonaxeke nû nîşan dide. Bi şêwazê gerîlatiya serdema nû li dijî hemû teknîkên şer ên di destê hêzên hegemonîk ên navneteweyî de ku pêşkêşî dewleta Tirk a dagirker kiribû, bersiv da, êrîş vala derxist û li dijî hemû meylên dijmin bi mezinkirina berxwedanê re bersiv daye. Ev berxwedan îro ji herêmên Bakurê Kurdistanê heta Herêmên Parastinê yên Medyayê bê navber didome. Bi vê minasebetê em hemû şervan û fermandarên Hêzên Parastina Gelê Kurdistanê yên ku bi ruhê fedaîtiya Apoyî, bi baweriya serkeftinê û şêwaza fermandarê me yê mezin hevrê Egîd li hemû qad û parêzgehan li ber xwe didin, bi rêz û hezkirin silav dikin.

Di sala 39’an a têkoşînê de, hevrêyên me Fazil Botan, Gulçiya Gabar, Leyla Sorxwîn, Dilxwaz Gabar, Alî Haydar Dêrsim, Ahmed Rûbar, Melsa Mûş, Sînan Dijwar, Rojbîn Dêrsîm, Yaşar Botan, Norşîn Efrîn, Nûrî Yekta, Xemgîn Malazgirt, Zerdeşt Agir, Dîren Wan, Cesûr Azad, Rêzan Amed, Hêjar Zozan û Canşêr Makû weke fermandarên me yên pêşeng ên şopdarên Egîdan gihîştin şehadetê. Ruhê fedaî û çalakiya mezin a ku di şexsê hevrê Sara Tolhildan Goyî û Rûken Zelal de derketiye lûtkeyê, dijmin hejand û mohra xwe li sala me ya têkoşînê ya 39’emîn da, hemû qadên têkoşînê û gelê me bi awayekî kûr bandor kir. Berxwedana me ya gerîla ya ku li Bakurê Kurdistanê, Zap, Avaşîn û Metîna bilind dibe û têkoşîna me ya îsal bi sedan fermandarên ciwan ên ku pêşengiya gerîlayên modernîteya demokratîk dikin afirandin. Ev fermandarên ciwan û fedaî yên me bûn sembol û tevlî karwanê şehîdan bûn, bûn heqîqeta berdewamiya xeta qehremanî û lehengiyê li Kurdistanê ku her tim xwe nû dike û zindî digire.

Pêşengiya YJA Starê bûye çavkaniya hêz û moralê

Weke hemû qadên têkoşînê, pratîka Jina Kurd a Azad di têkoşîna me ya gerîla de di şexsê YJA Starê de; Pêşengiya jinan ku di şexsê hevrê Gulçiya, Leyla, Melsa, Rojbîn, Norşîn, Dîren, Hêjar, Sara û Rûken de derketiye holê, mohra xwe li serdemê xist. Rastiya jina azad a ku xwe bi îdeolojî û felsefeya Apoyî avakiriye, asta ku di gerîlatiya modernîteya demokratîk de bi dest xistiye, performansa ku daniye holê, afirîneriya taktîkî ya ku bi hişê jinê bi pêş xistiye, şêwaza fermandariyê ya rast û hevrêtiya wê ya bi pîvan hêzeke mezin daye têkoşîna me ya salê û bi rola pêşengiyê rabûye. Milîtanî û fermandariya pêşeng a YJA Starê ku yek ji mezintirîn destkevtiyên têkoşîna sala 39’an e, di heman demê de îlham daye hemû jinên herêmê û cîhanê û bûye çavkaniya hêz û moralê.

Rastiya serketinê ya lehengê mezin ê gel û fermandarê nemir ê Gerîlayê Azadiya Kurdistanê hevrê Egîd, şêwaza şer, rastbûna stratejiya me ya Şerê Gel ê Şoreşgerî û encama gerîlatiya modernîteya demokratîk êdî rastiyeke ku nayê înkarkirin û nayê tepisandin e. Weke Gerîlayên Azadiya Kurdistanê yên ku ji bo azadiya gelê me û azadiya Rêber Apo xwe feda kirine; Em diyar dikin ku em vê heqîqeta ku ev 39 sal in tim û tim hatiye îspatkirin, salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê ya bi heybet û Cejna Vejînê bi coş, kelecan, hêvî û baweriya serkeftinê silav dikin. Em careke din soza xwe dubare dikin ku li ser şopa fermandarê me yê mezin hevrê Egîd bê dudilî bimeşin û meşa destanwarî ku daye destpêkirin ber bi serkeftinê ve bibin û em ê bersivê bidin bendewariyên Rêbertiya xwe û gelê xwe.

Bi vê bawerî û biryardariyê em serkeftinê ji hemû hêzên ji bo azadiyê têdikoşin re dixwazin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar