Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

NPG: Em ê li ser xeta fedaî bênavber têbikoşin

NPG’ê diyar kir ku PKK partiya şehîdan e û wiha got: “Em sala 51'emîn a têkoşînê ya Rêber Apo û salvegera 45'emîn a damezrandinê ya destanî ya PKK'ê pîroz dikin. Em soz didin ku heta armanca serkeftinê ya şehîdên xwe bi cih bînin, em ê li ser xeta fedaî bênavber têbikoşin.”

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) daxuyand ku PKK û Tevgera Azadiyê ku ji aliyê Rêber Apo ve weke diyariya herî mezin ji mirovahiyê re hatiye dayîn, 45’emîn salvegera xwe ya fermî pîroz dike û dikeve sala 46’emîn û wiha domand:”Em şehîdên xwe yên bi rûmet ku damezrêner û xwediyên rast ên PKK’ê ne, bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin û diyar dikin ku wê di her kêlî û şert û mercê jiyanê de bibin şopdarê xeta şehîdan.”

Di daxuyaniya Fermandariya Biryargeha NPG’ê de ev tişt jî hatin gotin:

“PKK û Tevgera Azadiyê ku ji aliyê Rêber Apo ve weke diyariya herî mezin ji mirovahiyê re hatiye dayîn, 45’emîn salvegera xwe ya fermî pîroz dike û dikeve sala 46’emîn. Partiya me PKK ji bo gelê Kurdistanê mîladek e û ji bo hemû gelên bindest jî bûye hêvî. PKK’ê gelê me yê li ber qirkirin û tunebûnê, rizgar kir. Gelê me yê ku hatibû wê rewşê ku nasnameya xwe înkar dikir, bi têkoşîna dîrokî ya Rêber Apo ji nû ve ji dayik bû û bû rastiyeke gel a bi serhildanan bi pêş dikeve û ber bi serketinê ve dimeşe. Şehîdên me yên nemir di şert û mercên herî giran de û li cihên herî zehmet bi fedayiyane Partiya me parastin û xwedî lê derketin. Berxwedana dîrokî ya PKK’ê li ser nirxên ku ji aliyê şehîdên me yên nemir ve hatin afirandin, sînorên Kurdistanê derbas kir û hêviya siberoja azad a hemû bindestan xurt kir.

Ruhê berxwedan û serketinê ya partiya me PKK’ê di şexsê Gerîlayên Azadiya Kurdistanê û gelê me de şênber bûye. Têkoşîna Gerîlayên Azadiya Kurdistanê rê nedaye dagirkeran û di asta herî bilind de nûneriya mîrateya berxwedana PKK’ê kiriye û li ser xeta fedayiyan meşiyaye. Êrîşên ku dewleta Tirk a mêtinger bi alîkariya hêzên hevkar û bi teknîkê pêk tîne, li dijî îradeya mîlîtanên PKK’ê encam bi dest nexistiye. Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ruhê têkoşînê yê hevrêyên me yên nemir ku li Girtîgehên Amedê bi berxwedanê bi ser ketin û hêza îradeya PKK’ê nîşanî hêzên mêtinger û hemû cîhanê dan, gihand roja îro û zindî kir. Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li dijî êrîşên dewleta tirk a sûcdarê şer ên bi teqemeniyên qedexekirî, gazên kîmyewî, bombeyên taktîk nukleer pêk tîne, bi ruhê serketinê yê PKK’ê berxwedana herî bi heybet a dîrokê raber kiriye û bûye bersiv. Gerîlayên Azadiya Kurdistanê di serî de li Zap, Metîna û Avaşînê ji Herêmên Parastinê yên Medyayê heta bakurê Kurdistanê bi ruhê berxwedanê yê PKK’ê ku ji aliyê Rêber Apo ve hatiye afirandin, şer dike û bi armanca siberoja azad a gelê me li ser xeta serketinê ya partiya me meşeke bêyî teredut esas girtiye.

‘Şehîdan ruhê PKK’ê yê têkneçûyî îspat kirine’

Mîrateya têkoşînê ya partiya me PKK’ê ya ku bi Hakî Kareran û Berxwedana Zindana Amedê xwe xwedî kir, bi Fermandar Egîdan û Bêrîtanan dewam kir û bi fedaîbûna Zîlanan re kûr bû. Hevrêyên me Leyla Amed, Yaşar Botan, Axîn Mûş Gabar, Delîla Goyî, Sila Faraşîn, Ronahî Penaber, Koçer Dogan, Raperîn Botan, Fîraz Zîlan, Egîd Cûdî, Asya Kanîreş, Azad Şerger, Rojbîn Dêrsim, Hêjar Zozan, Canşêr Maku, Dilşêr Çiyareş, Elîşêr Întikam, Xemgîn Serhed, Rêdûr Sîser, Ardem Ararat, Dilgeş Zîlan Gûzêreş, Devrîm Garzan, Destan Botan, Dîcle Eylem, Bêrîtan Sîser, Rojda Mahîr, ala Mûnzur Dêman, Mahîr Başkale, Rozerîn Şemzînan, Doga Viyan, Andok Adil, Ciwan Welat, Botan Raperîn û Egîd Kobanê ku şopdarên xeta şehîdan in, bi temsîlkirina mîrateya têkoşînê ya şehîdên me yên nemir re carek din ruhê PKK’ê yê têkneçûyî îspat kirine. Têkoşîna me ya ku bi Rojhat Zîlan û Erdal Şahîn re ku derbên giran li dilê tarî yê dijmin xist, bi hezaran milîtanên Apoyî yên bi ruhê PKK’ê xwedî bûne derxist holê. Hêzên Parastina Gelê Kurdistanê ku li ser xeta şehîdan dimeşin û ji şêwaza jiyana Apoyî tawîzê nadin, teqez wê têkoşîna hebûn û azadiyê ya gelê me ber bi serketinê ve bibin.

Li ser vê bingehê em 51’emîn salvegera têkoşîna Rêber Apo û 45’emîn salvegera damezrandina destana partiya me PKK’ê pîroz dikin û soz didin ku heta em bigihêjin armanca serketinê ya şehîdên me yên nemir em ê di xeta fedaiyan de têkoşîneke bêeman bimeşînin û ji her kesên ku dilê wan bi PKK’ê re di sala nû ya têkoşînê de lêdide re serkeftinên mezin dixwazin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar