Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...
Cumartesi - 14 Eylül 2024

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

NPG: Gerîla bi ruhê Egîdbûnê wê di asta herî bilind xwe li ber xwe bide’

Fermandariya Biryargeha NPG'ê ragihand ku Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê pêşengiyê ji govenda azadiyê dikin, û wiha got: “Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku nîşanî tevahiya cîhanê da ku têk naçe, bi Egîdbûnê wê di sala 41'emîn a têkoşînê de di asta herî bilind de li ber xwe bidin.”

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) daxuyaniyek weşand. NPG’ê daxuyand ku salvegera 40’emîn a Pêngava 15’ê Tebaxê ya ku li Kurdistanê meşaleya vejînê vêxist û wiha got: “Ev meşale ruh da gelê kurd ê mezlûm ku di bin zexta qirkirinê de li ber mirinê bû, di serî de li rêber û afirînerê vejîna me li Rêber Apo, li malbatên hêja yên şehîdên me yên nemir ku bi her dilopa xwîna xwe ya pîroz têkoşîna me gihandin vê astê, li gelê me yê welatparêz ê ku li hemberî hemû êrîşên mêtingeriyê dest ji govenda azadiyê bernade, li dostên gelê me yên ku li çar aliyên cîhanê mil dane têkoşîna me û li hevrêyên me yên ku li çeperan rê nadin dagirkeran, pîroz be.”

Fermandariya Biryargeha NPG’ê wiha berdewam kir: “Ruhê berxwedanê yê ku li Zindana Amedê mêtinger têk bir, bi pêşengiya fermandarê me yê nemir hevrê Egîd (Mahsûm Korkmaz) bi Pêngava Gerîla ya Şoreşgerî ya 15’ê Tebaxê gihîşt çiyayên qedîm ên Kurdistanê û meşa azadiyê ya gelê me da destpêkirin ku bi felsefeya Apoyî bû xwedî ruh û ji hemû bindestan re bû hêvî. Gelê me hîn di kêliya destpêkê de bi coşeke mezin xwedî li Ruhê Pêngava 15’ê Tebaxê derket, vê rojê weke Cejna Vejînê ya Neteweyî pîroz dike. Gelê me ku bi Pêngava 15’ê Tebaxê ya pîroz vejîna xwe pêk anî, bi pêşengiya partiya me PKK’ê bû xwedî îadeyeke Apoyî ya xurt ku ji bo azadî û serxwebûnê her astengiyan ji pêşiya xwe radike û xwe ji dayina berdêlan nade alî. Di encama keda bêdawî ya şehîdên me yên nemir de gihîşt vê astê ku şehîdan bi fedakirina canê xwe nirxên herî mezin afirandin, têkoşîna me ji Kurdistanê dan destpêkirin û kirin ku li Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê belav bibe. Li ser vê bingehê di şexsê fermandarê pêşeng û sembola Pêngava me ya 15’ê Tebaxê ya pîroz fermandar Egîd de em şehîdên xwe hemûyan bi hurmet û minet bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku bi pêkanîna armancên şehîdên xwe, bi ser bikevin.

Bi fîşeka destpêkê re ku bi pêşengiya fermandar Egîd li mêtingeran hate xistin, gorên ji beton ên li Kurdistanê hatin hilweşandin, perdeyên tarî hatin çirandin, hêvî hate afirandin û meşaleya azadiyê hate vêxistin ku ti hêz nikare vemirîne. Gelê me ku jinûve bû xwedî hişmendî û îradeyê, li hemberî mêtingeriyê bû hêza pêşeng a şerekî bêhempa yê azadiyê. Hêzên mêtinger ku li pêşberî têkoşîna mafdar a gelê me ya ku bi îradeya Apoyî xwe ji xweliyên xwe jinûve ve afirandin, nekarî xwe li azadiya gelê me rabigirin û piştgiriya tam a hêzên navneteweyî her cûre rêbazên şerê qirêj li hemberî gelê me û Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi kar anî ku îradeya azad a gelê me ye. Li gel hemû êrişên li derveyî mirovahiyê gelê me û gerîlayên me yên xwedî ruhê berxwedanê yê Apoyî her timî ala berxwedanê bilind kirin û bersiva pêwîst dan. Bi Pêngava 15’ê Tebaxê re gelê me zincîra koletiyê şikand, hemû paşverûtî ji holê rakir û dest bi meşeke lehengiyê ya bênavber kir.

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê, ruhê serketinê yê Pêngava 15’ê Tebaxê ku ketiye sala 40’emîn îro di asta herî bilind de temsîl dikin. Hevrêyên me yên ku li dijî her cûre êrişên li ser xaka Kurdistanê ya pîroz xwe dikin çeper, mîna doh îro jî bersiva pêwîst didin mêtingeran. Bi taybetî li bakurê Kurdistanê têkoşîneke fedaî ya bênavber tê meşandin, berxwedaneke destanî tê kirin û şehîdên me yên ku abîdeyên mezin ên lehengiyê ne dîroka azadiyê ya bêhempa dinivîsînin. Li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên berfireh ku 7 salên dawî li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê têne kirin, Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê xaka Başûrê Kurdistanê bi berxwedaneke dîrokî diparêzin. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku li ser xeta Şerê Gel ê Şoreşgerî bi gelê me re berxwedanê di asta herî bilind de dikin, ji eyaletên bakurê Kurdistanê heta bi Herêmên Parastinê yên Medyayê her bihosta xaka welêt bi fedaîtî diparêzin. Ji niha û pê ve jî berdêla xwe çi dibe bila bibe bê bêteredût biparêzin.

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku bi asta xwe ya taktîkî, rêbaza şerê tîm ê pispor li ser û binê erdê bi serketî dimeşînin, di sala 40’emîn a têkoşînê de bi ruh û rêbaza Egîd bi ser dagirkeran ve dimeşin, planên qirêj ên dijmin têk birin û nehiştin ku bigihêjin armanca xwe. Berxwedana destanî ya li ser û binê erdê di sala 40’emîn a têkoşînê de bi asta teknîkê û pêngavên taktîkî yên li qada hewayî li ezmanên Kurdistanê teknîka herî pêşketî ya artêşa dagirker SÎHA hate beralîkirin. Di heman demê de ezmanên Kurdistanê veguherîn qada çalakiyê ya gerîla, ji hewayê li baregehên artêşa dagirker hate xistin.

Şehîdên sala 40’emîn ên têkoşînê ku li ser xeta fermandar Egîd têkoşiyan û şehîd bûn, veguherîn sembolên berxwedana me ya bi heybet û rêya serketinê vekirin.Dewleta tirk a mêtinger qirker li gel êrişên xwe yên derveyî mirovahiyê ku teqemeniyên qedexekirî, bombeyên taktîk nukleer û çekên kîmyewî bi kar tîne, li pêşberî gelê kurd û Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku pêşengiyê ji govenda azadiyê re dikin, wê ji têkçûnê rizgar nebe. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku nîşanî tevahiya cîhanê da ku têk naçe, bi Egîdbûnê wê di sala 41’emîn a têkoşînê de di asta herî bilind de li ber xwe bidin.

Em Cejna Vejînê ya 15’ê Tebaxê careke din pîroz dikin ku navê hêvî, bawerî û serketinê ye bi vê wesîleyê soza xwe ya serketina meşa xwe ya ‘Rêberê azad, Kurdistana azad’ dubare dikin, ji hemû hevrêyên xwe, gelê me yê welatparêz û dostên gelê me yên ku dilê wan bi Rêber Apo re lê dide, serketinê dixwazin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar