Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

NPG: Me hemû hêzên xwe yên li Mexmûrê vekişandin

Fermandariya Biryargeha NPG'ê: Rêveberiya tevgera me biryar da ku hemû hêzên xwe yên li Mexmûrê vekişînin. Me hêzên xwe yên HPG û YJA Starê vekişandin Herêmên Parastinê yên Medyayê. Niha li Kampa Penaberan a Mexmûrê hêzeke me nemaye.

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) diyar kir ku dewleta Tirk 8 salên dawî ji bo tasfiyekirina gerîla û qirkirina gelê me gelek êrişên piralî kir û wiha got: “Bi vê armancê destpêkê tecrîd û îzolasyona li Îmraliyê giran kir û hewl da gelê me, siyaseta demokratîk a kurd û tevgera çep demokratîk a Tirkiyeyê bi zextan lawaz bike, îradeya wan bişikîne. Hikûmeta AKP’ê bi esasî di sala 2014’an de xwest vê siyaseta xwe ya mêtinger, înkar û qirker bi destê DAIŞ’ê pêk bîne. Lê belê piştî ku DAIŞ li Şengal, Mexmûr, Kerkûk û Kobanê hate şikandin, siyaseta qirker yekemcar derba mezin xwar. Weke ku tê zanîn gelê kurd bi temamî li dijî hêzên DAIŞ’ê û hemû komên selefî fedakariyeke mezin kir. Gelê me tevî hêzên xwe yên parastina gel li refên herî pêş nehişt ku DAIŞ li Rojhilata Navîn bibe împaratoriyek. Hêzên me di vê demê de berdêlên gelekî giran da û bi pratîka xwe ya şer a li dijî DAIŞ’ê meşand ruh û cesaret da her kesî, ji bo mirovahî ji belayekî mezin bê rizgarkirin bi roleke girîng rabû ku ev yek rastiyeke dîrokî ye.”

Di daxuyaniya Fermandariya Biryargeha NPG’ê ev agahî hatin parvekirin: “Sala 2014’an piştî ku DAIŞ hate xurtkirin û kontrola gelek bajarên girîng ên mîna Mûsil û Reqayê xist destê xwe, êrîşî gelek herêmên Kurdistanê kir. Di demeke bi vî rengî de li ser bingeha ferman û banga seferberiyê ya Rêber Apo, Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi rengekî çalak ketin dewrê.” Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir: “Tê zanîn ku weke Hêzên Parastina Gel (HPG) di roja destpêkê de me hêz şand Şengalê û pêşî li qirkirina xelkê me yê Êzidî girt. Piştre jî li hemberî êrîşên berfireh û giran me hêz şand Kerkûk, Mexmûr, Duhok, Laleş, Şengal û Kobanê, bi vî rengî dest li rewşê werdan. Weke tevger me ji eyaletên Botan, Zagros, Amed,Xerzan û Erzîromê hêzên xwe yên fedaî û yên herî bi tecrûbe şand van herêman. Eger me ev nekiribûya, nepêkan bû ku DAIŞ bihata rawestandin. Her wiha tê zanîn ku piştî hêzên me yên gerîla wezîfeya xwe bi cih anîn û rêxistiniyên gelê me yên xweparastinê li van deveran ava bû, me hêzên xwe gav bi gav vekişand. Dema ku gelê me gihîşt wê astê ku karibe xwe bi xwe biparêze û êdî pêwîstî bi hêzên me nema, weke Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê me hêzên xwe yên HPG û YJA Starê ji sala 2017-2018’an û pê ve dest bi vekişandinê kir ku ev yek jî tê zanîn.”

‘Li Mexmûrê hêzên me nemane’

NPG’ê daxuyand ku xeleka herî dawî ya vê qonaxa dîrokî hêzên wan ên li kampa penaberan a siyasî ya Şehîd Rustem Cûdî yanî yên li Mexmûrê ye û wiha domand: “Rêveberiya tevgera me gihîşt wê encamê ku hêzên me yên li vê derê wezîfeya xwe temam kirine û biryar da ku hêzên me yên li Mexmûrê werin vekişandin. Ji destpêka meha îlonê û pê ve me hêzên xwe yên HPG û YJA Starê yên li vê derê ji ber ewlekariyê bi rengekî veşartî, rêxistinî û plankirî qonax bi qonax vekişandin Herêmên Parastinê yên Medyayê. Niha li Kampa Penaberan a Mexmûrê hêzeke me nemaye. Bila gelê me yê welatparêz û raya giştî zanibe ku hêzên me wezîfeya xwe temam kirine û êdî pêwîstî pê nemaye ku vê wezîfeyê dewam bikin. Di mijara vekişîna hêzên me yên parastina gel ji qada Mexmûrê ber bi Herêmên Parastinê yên Medyayê ve ti hêzê daxwazek nekiriye, bi temamî li ser bingeha fikir û biryara tevgera me hêzên me ji qadê hatine vekişandin.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de NPG’ê ev tişt anî ziman: “Hêzên me yên ku ji ber êrîşên DAIŞ’ê me şandibûn van herêman, ji Kerkûk û navçeyên wê, ji Rojava ji Kobanê, herî dawî jî di nîsana 2018’an de ji Şengalê, li hin deveran bi rengekî eşkere, li hin deveran jî bi rengekî veşartî ya ji ber ewlekariyê, hatin veşartin. Niha jî weke qonaxa dawî ya vê pêvajoyê, me hêzên xwe yên li Mexmûrê bi rengekî ewle vekişand û ev wezîfe bi dawî kir.”

‘Di her şert û mercî de wê hêzên me xwe bigihînin Mexmûr û Şengalê’

NPG’ê da zanîn ku  ew pê bawer û piştrast in ku gelê Mexmûrê yê welatparêz û hêja wê wateya pêwîst bide vê biryara tevgerê  û wiha pêde çû: “Em di wê baweriyê de ne ku gelê me yê Mexmûrê yê welatparêz ku xwe gihandiye hişmendiya demokratîk a neteweyî, mîna beriya niha kir wê ji niha û pê ve jî karibe bi rêxistiniya xwe ya sivîl xwe biparêze. Lê belê eger di asteke hîn bilindtir de pêwîstî bi parastinê hebe, fedaiyên Apoyî di serî de herêmên Mexmûr û Şengalê wê di her şert û mercî de xwe bigihînin her qadê, wê bi alîkariya gelê me ve bigihêjin û wezîfeya parastinê ya pîroz teqez pêk bînin.”

‘Gelê me li ser rêya şehîdên leheng bexwedaneke dîrokî nîşan da’

Daxuyaniya NPG’ê wiha bi dawî bû: “Bi vê wesîleyê em careke din şehîdên xwe yên li Şengal, Kobanê, Kerkûkê û Mexmûrê bi hurmet û minet bi bîr tînin ku li hemberî êrîşên qirkirinê yên DAIŞ’ê li Iraq û Rojhialta Navîn pêşengî ji têkoşîna li dijî çeteyan re kirin, bi lehengî li ber xwe dan û êrîş têk birin. Em bi rêzdarî bejna xwe li ber bîranîna wan ditewînin, soza ku me dane şehîdên xwe dubare dikin û soz didin ku di têkoşîna azadiyê ya gelan de em ê xwedî li bîranîna wan derkevin. Gelê me ku heta niha li ser rêya şehîdên leheng bexwedaneke dîrokî nîşan da, ji niha û pê ve jî wê berpirsyariya xwe di asta herî bilind de pêk bîne, em bi vê yekê piştrast in. Hurmet û hezkirinên xwe pêşkêş dikin û di têkoşîna azadiyê de serketinê dixwazin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar