Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

NPG: Ruhê hevrê Egîd yekane garantiya azadiyê ye

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) Hefteya Lehengiyê pîroz kir û diyar kir ruh û sekna leheng a hevrê Egîd yekane garantiya azadiyê ya gelê kurd e û got ku hevrê Egît lehengekî rasteqîn e ku dê tim ji aliyê gelê kurd ve bê bibîranîn

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) li ser Hefteya Lehengiyê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku jiyana azad ji bo gelan rûmeta herî mezin û helwesta herî bedew e û wiha hat gotin: “Gel û çînên bindest ên ku di dîrokê de azad nebûne, bi saya destanên mezin ên lehengiyê xwegihandina vê rûmeta mezin. Lehengî tê wê wateyê ku ji bo azadiya gelekî, hebûn û azadiya welatî li refên herî pêş bimeşe, metirsiya li ser gel ji kûrahî ve bibîne, ji bo çareserkirina rojên zor û zehmet bi biryardarî, coş û enerjiyê her li pêş bimeşe. Ji ber vê yekê di dîroka azadiyê ya gelan de cihekî gelekî taybet ê lehengên gel hene. Lewma rojên lehengiyê yên gelekî nîşaneya hebûn, berxwedêrî û hêviya gelekî ye li dijî zilm, mêtingerî û tunebûnê.”

Hefteya Lehengiyê tê wateya roja vejîn û berxwedanê

NPG’ê destnîşan kir ku di têkoşîna berxwedana Apoyî de Hefteya Lehengiyê tê wateya rojên pêkanîna azadî û parastina hebûn, vejîn û berxwedanê û wiha domand: “Gelê Kurdistanê ji 21’ê Adarê roja çalakiya lehengiya mezin a hevrê Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan heta 28’ê Adarê roja şehadeta fermandarê nemir hevrê Mahsûm Korkmaz (Egîd) li Çiyayên Gabarê weke ‘Hefteya Lehengiyê’ pîroz dike. Van lehengên ku xwe feda kirine û bi nivîsandina destanên lehengiyê serketin misoger kirine bi bîr tîne. Sekna leheng a fermandarê me yê nemir hevrê Egîd ku ‘Lehengê Gel ê Neteweyiye’, di şerê hebûnê yê gelekî li ber tunebûnê de, kir ku gelê me ji helandinê rizgar bibe û ji nû ve veje. Hevrê Egîd pê bawer kir ku divê li Kurdistanê têkoşîna gerîlatiyê bê kirin û pêşengî ji vê têkoşînê re kir. Mîrateya ku wî ji me re hişt, rastiya civak û kesayetên ku ji bo azadiyê şer dikin afirand, bi dehhezaran ciwanên dan ser şopa wî bi baweriya ji serketinê tev li têkoşînê bûn. Afirîner û fermandarê mezin ê Pêngava 15’ê Tebaxê ya pîroz hevrê Egîd, sekna wî ya bi dîsîplîn, wêrek, bi biryar û qewîn a li ser xeta Rêber Apo, yek ji hîmên bingehîn ên serketina vê berxwedanê ye. Vê helwest û seknê bandor li tevahiya Kurdistanê kir, li ser bingeha ruhê lehengiyê yê fermandar Egîd îro gelê Kurdistanê di şexsê DAIŞ’ê de derbeke girîng li paşverûtiya dinyayê xistiye û di rêya parastina rûmeta mirovahiyê de gaveke mezin avêtiye. Lewma ruh û sekna leheng a hevrê Egîd bûye yekane temînata azadiyê ji bo gelê me. Ew lehengekî rasteqîn e ku wê her timî ji aliyê gelê me ve bê bîranîn.”

PKK xelekên şehadetê veguherandiye pêngavên mezin

Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku PKK ku bi rêbertiya Ocalan ji bo siberoja bi rumet û azad a gelê kurd têdikoşe, xelekên şehadetê hemû veguherandiye pêngaveke mezin û bi vî rengî bîranîna şehîdên xwe derxistiye asta herî bilind û ev tişt hat gotin: “Partiya me li pêşberî şehadeta fermandarê hêja hevrê Egîd, di çarçoveya vê kevneşopiyê de hîmên artêşbûna gerîla li Kurdistanê danî û ev artêşbûn jî kir sparteya herî mezin a rastiya gelê têkoşer. Li ser bingeha ruhê lehengiyê yê Egîd û Mazlûman bi hezaran kurdistanî tev li nava refên têkoşînê bûn û bi têkoşîna xwe ya bênavber Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê gihandin asta serketinê. Rastiya kurdan a ku li çiyê, bajar, deşt, zindan û li her devera lê ne têdikoşin, wê bi ruhê Egîdan û fedayîbûna Apoyî ya Zîlanan bi ser bikeve û Egîdan nemir bike.”

‘Çalakiyên fedaî ruhê Egîdan bilind kir’

NPG’ê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser grevên birçîbûnê û diyar kir ku li dijî pergala tecrîdê ku rejîma AKP-MHP a mêtînger li ser Ocalan tê ferz kirin, greva birçîbûnê ya bi pêşengiya şoreşgera hêja hevseroka KCD’ê Leyla Guven re veguheriye pêngava ‘Em ê dawî li tecrîdê bînin, faşîzmê hilweşînin, Kurdistanê azad bikin’ û wiha bi dawî daxuyaniyê anî: “Fedayîbûna di vê pêngavê de derkete holê, di şexsê Zulkuf Gezen, Ayten Beçet, Zehra Saglam, Medya Çinar û Ûgûr Şakar de leheng afirand, di Hefteya Lehengiyê ya 2019’an de ruhê Egîdan bilind kir û ji niha ve mizgîniya serketinê da.

Em, şopdarên fermandarê mezin hevrê Egîd; Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi ruhê fedayî û biryardariya ku di civîna Konseya Fermandariyê de bi dest xist, wê bersivê bidin pêvajoyê. Li ser bingeha projeya jinûve avabûnê, wê xeta gerîla ya nû ya hemdem bi cih bînin, di meşa serketinê de wê bîranîn û ruhê Egîdan esas bigirin.

Bi wesîleya salvegera 33’yan a şehadeta mezin de, di şexsê fermandarê nemir hevrê Egîd de em şehîdên xwe hemûyan bi rêzdarî bi bîr tînin û soz didin ku biryardarî û çanda leşkerî ya ku Egîdan afirand, wê tim rê nîşanî me bide; li ser vê bingehê em Hefteya Lehengiyê li gelê xwe û hevrêyan hemûyan ên li ser xeta Egîdan têdikoşin pîroz dikin.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar