Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

NPG: Sala 38’an dê bibe sala geşedanên mezin

Fermandariya Biryagehê ya Navenda Parastina Gel: Gerîlayên Azadiya Kurdistanê di serdema têkoşînê ya pêş me de jî dê nîşanî dost û dijminan bide bê ka hêzeke çawa ya serfiraziyê ye. Ji vî alî ve sala 15'ê Tebaxê ya 38'an dê bibe sala geşedanên mezin

Fermandariya Biryagehê ya Navenda Parastina Gel ji bo Pêngava 15’ê Tebaxê daxuyaniyeke niviskî da.

Fermandariya NPG’ê di daxuyaniya xwe de ev tişt anî ziman: “Em salvegera 37’an a Pêngava 15’ê Tebaxê ya navdar ku Cejna Vejînê ya gelê me ye, di serî de li Rêber Apo ku di geşbûna vê berxwedanê de xwedî kedeke mezin e, li gelê me, li malbatê şehîdan, li dostên gelê me, li mirovahiya pêşverû û li hemû hevrêyên li hemû qadên têkoşînê pîroz dikin, di salvegera 38’an a têkoşînê de serkeftineke mezin ji wan re dixwazin.

Pêngava 15’ê Tebaxê gaveke dîrokî ye. Ji bo gelê Kurdistanê tê maneya destpêkên girîng. Bêguman hemû serkeftin û pêşveçûn bi xwîna şehîdan e û heta bi îro hatine. Ji ber vê di şexsê fermandarê xeta rast a şoreşger-leşkerî ku li Kurdistanê ser ketî Egîd (Mahsûm Korkmaz) de li ber hemû şehîdên me bejna xwe ditewînin, em careke din soz didin şehîdan. Em dikin ku li ser xeta şehîdên me yên leheng bi rengekî xurt bimeşin û bîranîna wan bi serxistina armaca Rêbertiya Azad Kurdistana Azad bi ser bixin.

Pêngava 15’ê Tebaxê li dijî polîtîkayên qirkirina çandî û fizîkî ku ji hêla hêzên mêtinger ve ku bi taybetî bi çarçoweya Plana Şark Islahayê û Cuntaya 12’ê Îlonê bi rengekî sîstematîk hatiye ferzkirin, destpêka wî şerî ye ku hebûna gelê xwe biparêzin û azadiya gelê me pêk bînin. Guleya pêşî ku Tebaxa 1984’an ji hêla komeke biçûk û bawermend ve hatî avêtin, ji aliyê gelê me ve bûye sedema geşedanên mezin. Pêngava 15’ê Tebaxê ne tenê çalakiyeke leşkerî ye, her wiha pêngava parastina rewa ya netewî ye jî. Pêngava 15’ê Tebaxê destwerdaneke dîrokî ye, li wê çûnê ku civakek serberjerkî ber bi tunebûnê ve diçû. Ev pêngava ku hêlên xwe yên neteweyî, îdeolojîk, siyasî, civakî û çandî jî bi kêmanî bi qasî hêla xwe ya leşkerî giran in, beriya her tiştî li dijî zincîrên koledariyê yên di hişê kurdan e û li dijî teslîmbûnê li ber rabûnek e. Ev serhildana hevçax a gelê kurd bi biryar, bawerî û giyanekî mezin dest pêk kiriye, pêvajoya berxwedanê ya pêk hatî pêşî li tunebûnê girtiye û vê vejînê bi xwe re li nav civaka kurd şoreşa ramanê, şoreşa civakî, şoreşa jinên azad û demokrasiyê aniye.

Di serî de rejîma AKP-MHP’ê ku bi xewn û xeyalên osmanî dixwaze xwe bike hêzeke hegemonîk a herêmî, hêzên mêtinger-qirker ku ji ber geşedanên şoreşî ku bi 15’ê Tebaxê re têne jiyîn dawiya xwe dibînin, van rojên ku em jê derbas dibin êrîşên giran bi ser gelê me de tînin. Ev hêzên ku ji bo hebûna xwe bidomînin zext û zordariyeke zêde li ser gelan û kedkaran dikin, bi konsepta ku li ser li hev kirin ji aliyekî ve polîtîkayên tecrîdê yên li ser gelê me giran dikin, ji aliyê din ve jî dixwazin bi zext û girtinan hemû dînamîkên gelê me çavtirsandî bikin. Her wiha paralelî van, bi esasî li ser Gerîlayên Azadiya Kurdistanê şerekî giştî yê îmhakirinê didome, bi vî rengî dixwazin hemû geşedanên ku 15’ê Tebaxê afirandine ji holê rakin, li Kurdistanê siyaseta qirkirinê bibin serî. Bi desteka teknolojiya herî pêşketî ya serdema me, li gel hêzên îstîxbarî û paramilîter, ji nokerên kurd jî sûd werdigrin, bi van êrîşan dixwazin gerîlayên azadiyê serkut bikin û qirkirina gelê me ji xwe re kirine armanceke sereke. Ev rejîma faşîst, bi desteka ku ji hêzên hegemonîk ên modernîteya kapîtalîst standî, konsepta êrîşê ya pirhêlî dixwaze girantir bike.  Ji ber vê jî tenê bi bakurê Kurdistanê re sînordar namîne, li dijî hemû parçeyên Kurdistanê pêla êrîşê zêde dike.

Lê li bara van hemû êrîşan Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi fedekariyeke mezin li ber xwe dide, ji bo ku hêviya gelê me neşkîne kêferateke mezin dike. Pêşî têkbirina êrîşa 10’ê sibatê ya li ser Garê, piştre li dijî êrîşên li ser Avaşîn, Zap û Metîna yên 23’yê nîsanê berxwedaneke lehengî ya dîrokî tê kirin. Di 110 rojan de artêşa tirk a faşîst ku serî li her cure rêbazên şer dayî, li hel hemû helkeftên xwe jî dagirkeriya ku armanc kirî bi ser nexistiye û li ser van qadan nebûye serwer. Di şexsê mîmarê Serfiraziya Garê hevrê Şoreş Beytûşşebab de, em hemû şehîdên xwe yên leheng ku derba giran li xeyalên nû yên osmanî dane, bi bîr tînin, em hevrêyên xwe yên ku li Siyanê, Mamreşo, Aris Faris, Cîloya Biçûk, Werxelê û li gelek qadan destanan dinivîsin silav dikin.

Gerîlayên Azadiyên Kurdistanê sala 38’an a 15’ê Tebaxê bi şanazî pêşwazî dikin. Li ser hîmê Paradîgmaya Civaka Demokratîk a Ekolojîk a li ser Azadiya Jinan a Rêber Apo, gerîlayên HPG’ê ku xwe li gorî serdema nû, ji nû ve ava kirî, bi kûrahiya ku jiyayî û nûjenbûnê wiha zîrek bûye dikare li dijî her cure êrîşên bi teknolojiya herî pêşketî li ber xwe bide.

Li dijî êrîşên herî kirêt ên modernîteya kapîtalîst û hevkarên wê ên xwecih gerîlayên HPG’ê ku xwe bi rengê Gerîlayên Modernîteya Demokratîk ava kirin, bi asta îdeolojîk-polîtîk û tecrûbeya taktîk bi wê hêzê ye ku êrîş ji ku derê werin bila werin hesab ji hemû êrîşên bi ser gelê me û nirxên wê de, bipirse.

Her wiha pêvajoya berxwedanê ku îro li Avaşîn, Zap û Metînayê didome ispata vê ye. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku heta niha bi dehan caran ispat kiriye ku têkneçûyî ye, di serdema têkoşînê ya ber me wê nîşanî dost û dijminan bide bê ka hêzeke çawa ya serfiraziyê ye. Ji vî alî ve sala 38’an a 15’ê Tebaxê dê bibe saleke geşedanên mezin.

Bi vê hêvî û baweriyê em careke dî Cejna Vejînê ya 15’ê Tebaxê pîroz dikin, serkeftinê ji hemû hêzên têkoşer re dixwazin.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar