Dora ‘Meşa li dijî dagirkeriyê’ ye

Îro li başûrê Kurdistanê şerekî dijwar heye. Artêşa tirk kêlî bi kêlî başûr dagir dike. Baragehên xwe li herêmê ava dike. Kalekol û quleqolên...

Erdogan li ber Esed digere da ku wî bibîne!

Rejîma AKP'ê bi serkêşiya Erdogan serkêşê sereke bû ji sedemên wêranbûna hemû bajarên Sûriyeyê û perîşanbûna xelkê wê re. Ev rejîm û dewleta tirk...

Dora ‘Meşa li dijî dagirkeriyê’ ye

Îro li başûrê Kurdistanê şerekî dijwar heye. Artêşa tirk kêlî bi kêlî başûr dagir dike. Baragehên xwe li herêmê ava dike. Kalekol û quleqolên...

Erdogan li ber Esed digere da ku wî bibîne!

Rejîma AKP'ê bi serkêşiya Erdogan serkêşê sereke bû ji sedemên wêranbûna hemû bajarên Sûriyeyê û perîşanbûna xelkê wê re. Ev rejîm û dewleta tirk...
Perşembe - 18 Temmuz 2024

Dora ‘Meşa li dijî dagirkeriyê’ ye

Îro li başûrê Kurdistanê şerekî dijwar heye. Artêşa tirk kêlî bi kêlî başûr dagir dike. Baragehên xwe li herêmê ava dike. Kalekol û quleqolên...

Erdogan li ber Esed digere da ku wî bibîne!

Rejîma AKP'ê bi serkêşiya Erdogan serkêşê sereke bû ji sedemên wêranbûna hemû bajarên Sûriyeyê û perîşanbûna xelkê wê re. Ev rejîm û dewleta tirk...

NPG: Têkçûna li Garê destpêka bidawîbûna rejîma faşîst e

NPG'ê têkildarî êrîşa dagirkeriyê ya li ser Garê daxuyanî da û wiha got: “Çawa ku têkçûna sibata 2008'an a li Zapê bû destpêka bidawîbûna wesayeta artêşê, têkçûna sibata 2021'ê ya li Garê jî dê bibe destpêka bidawîbûna rejîma faşîst.”

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) li ser êrîşên dagirkeriyê yên li Garê û berxwedana hêzên gerîla daxuyaniyeke berfireh da.

Daxuyaniya NPG’ê wiha ye:

“Êrîşa hêzên dewleta tirk a mêtinger a li ser Garê sibeha 10’ê sibatê dest pê kir, 4 rojan dewam kir û şeva 13’ê sibatê bi dawî bû. Aşkera ye ku ev êrîşa ji aliyê rejîma AKP-MHP-Ergenekonê ve hate kirin ji aliyê siyasî û leşkerî ve xwedî armancên mezin bû. Em pêwîstiyê pê nabînin ku armancên siyasî yên vê êrîşa berfireh binirxînin. Lê belê ev êrîş ji aliyê leşkerî, çarçove û naverokê ve hin nûbûnên xwe hene.

Êrîşa dagirkeriyê ji bo îmhakirinê ye

Rejîma faşîst a ku tengav bûye, bi teknolojiya herî bilind xwest bi rêya vê operasyonê encamên siyasî bi dest bixe, lewma rîsk da pêş çavên xwe û ev êrîş plan kir. Qada Garê 4 rojan bi temamî bi rengekî giran hate bombekirin. Artêşa tirk hem bi belavbûna li qadê xwest bi rengekî mayinde lê bi cih bibe, hem jî xwest êsîrên di destê me de werbigire. Aşkera ye ku baş zanîbûn nikarin bi saxî bi dest bixin, lê tevî vê yekê jî êrîşeke bi vî rengî ya operasyonî kirin. Ev erîş ne ji bo rizgarkirina êsîran bû, teqez ji bo îmhakirina wan bû. Diyar e ku ger di gava destpêkê de karîbûna li cihê plankirî bi cih bibûna, wê li xelekeke stratejîk a qada Garê bi cih bibûya û bi vî rengî lê biman. Tayyîp Erdogan û Bahçelî, ji bo temenê rejîma xwe dirêj bikin timî dixwazin xwe serketî nîşan bidin, bi vî rengî çîrokên xwe yên serketî weke ku rast e nîşan didin û ji bo vê jî operasyoneke wiha êrîşê kirin. Ji ber vê yekê ev êrîş ji bo xwe di asta stratejîk de girîng dîtin, di asta herî bilind de plan kirin, pêk anîn û weke êrîşeke taybet bi rêxistin kirin. Ev operasyona êrîşê bi agahdariya hêzên li ser herêma navborî serwer in û heta radeyekê bi piştgiriya wan hate plankirin û bi vî rengî xwestin teqez encamê werbigirin.

Derbên pelçiqandinê li dijmin hat xistin

Li dijî vê plana xayîn a dijmin ku bi mehan amadekarî jê re kiribûn, hêzên me yên gerîla bi fermandariya fermandarê leheng hevrê Şoreş Beytuşşebap bi rengê herî tund bersiv dan û hîn di gava destpêkê de derba giran lê xistin. Dewleta tirk li gel desteka bi dehan ÎHA û SÎHA’yan bi zêdeyî 40 balafirên şer bombe li temamiya herêmê barand û bi vî rengî xwest bigihêje armanca xwe. Ev hemû êrîşên dewleta tirk, ji aliyê hêzên me yên gerîla yên li qada Garê bi ruhê fedayî yê Apoyî, bi hostatiyeke mezin, bi afirîneriya taktîkî û bi rê û rêbaza rast a liv û tevgerê hatin pûçkirin. Li ser vê bingehê li qadên ku rû bi rû hatin, derbên giran li dijmin hatin xistin. Li vê qada ku ji bo gerîla herî dezavantaj e, rêbaza şerê tîm ê gerîla ku xwe dispêre pisporiya rêbaza şer ê nû, teqez bi ser ketiye. Mîna ku beriya niha di Berxwedana Cenga Heftanînê de hate dîtin, li vê derê jî êrîşên dijmin ên xwe dispêrin îstîxbarat û teknîkê bi rêbaz, liv û tevgera rast a gerîla bêencam hatin hiştin û li ser vê bingehê derba pelçiqandinê lê hate xistin.

Ji bo parastina êsîran 6 hevrêyên me şehîd bûn

Hêzên faşîst dagirker li gundê Siyanê dor li kampa ku êsîr lê bûn girtin. Ji aliyekî ve pêşî li hêzên faşîst ên dagirker hate girtin ku li herêmê belav nebin, li aliyê din jî hêzên ku dor li kampê girtibûn hatin dorpêçkirin û bi vî rengî rê li ber wan hate girtin ku nikaribin xwe bilivînin. Artêşa tirk tenê bi êrîşên hewayî yên giran karîbû van hêzên xwe biparêzin. Artêşa tirk destpêkê ji hewayê ve êrîşeke giran bir ser kampa ku êsîr lê bûn, piştre jî ji bejahî ve hewl da bikeve nava kampê. Ji ber vê yekê şerê fîzîkî li nava kampê jî belav bû. Kes nikare îdîa bike ku di nava vê atmosfera şer de ya ku bi rojan û bi saetan dewam kir êsîr bi saxî bên parastin. Ji bo parastina êsîran 6 hevrêyên me şer kirin û şehîd bûn. Di encamê de jî 12 êsîrên hêzên ewlekariyê yên tirk û girtiyekî demkî yê ji başûrê Kurdistanê jiyana xwe ji dest dan.

Artêşa tirk fîşek berda sere mirovên jiyana xwe ji dest dane, ew înfaz kirin

Bi taybetî di roja çaremîn de piştî ku du kes ketin destê dijmin, ku hîn me tespît nekiriye bê çawa bûye, artêşa tirk bi rengekî hovane êrîş bir ser kampê, bi bikaranîna gazê xwest encamê bi dest bixe. Li vê derê sekneke tirsonekî nîşan da ku li şûna bi hêza xwe şer bikin, hîn bêhtir giranî dan teknîkê û bi bikaranîna teknîkê û gazê hewl da encamê werbigire. Aşkera ye, piştî ku ewqas gaz bi kar anîn, fîşek berdan serê mirovên li hundir jiyana xwe ji dest dabûn û ew înfaz kirin. Dewleta tirk a li qada şer derba giran xwar û nekarî bikeve hundirê kampê, tenê bi agahiyên ji yên girtî, bi van rêbazên qirêj karîbû bikeve hundir.

Têkçûyîna li Garê destpêka bidawîbûna wan e

Ev zîhniyeta hov a ku para xwe ji mirovahiyê wernegirtiye, ji bo rastiya xwe veşêre û prestîja xwe rizgar bike mirovên xwe jî bi hêsanî qetil dike. Ev zîhniyet dê neçar bimîne ku li pêşberî dîrokê hesab bide. Ev zîhniyeta faşîst a ku ji bo desthilatdariya xwe, zarokên vî gelî dikuje, çi dike bila bike wê nikaribe ji vê çala mezin a ku ketiye derkeve. Ji ber ku ev êrîşa hovane ya leşkerî ku rejîma AKP-MHP’ê ji bo dirêjkirina temenê desthilatdariya xwe bi teknîkê pêk anî, li Garê bi temamî têk çû. Ji bo rejîma faşîst a ku timî hewl dide xwe serketî nîşan bide û civakê bixapîne, têkçûna li Garê nîşan dide ku dawiya wan nêz e. Aşkera ye ku rejîma AKP-MHP’ê ya faşîst li Garê di şerê 4 rojan de bi tu awayî negihîştiye armanca xwe, derba giran xwariye û hêzên me yên gerîla bêvila wê bi erdê re kişandiye. Çawa ku têkçûna sibata 2008’an a li Zapê bû destpêka bidawîbûna wesayeta artêşê, têkçûna sibata 2021’ê ya li Garê jî dê bibe destpêka bidawîbûna rejîma faşîst.

37 kuştiyên dijmin hatin tespîtkirin

Di vî şerê 4 rojan de 37 kuştiyên hêzên artêşa tirk a dagirker ji aliyê hêzên me ve hatin tespîtkirin. Her wiha bi dehan birîndarên wan jî hatin dîtin. Lê belê ji ber ku hin tîmên me beriya tekmîla şer bidin şehîd bûn, ev hejmar ne hejmara temamiya kuştiyên dijmin e. Kuştiyên dijmin gelekî zêdetir e û ev hejmara hatiye dayîn, ji aliyê hêzên me ve teqez hatiye piştrastkirin. Her wiha hêzên me li 2 helîkopterên Skorsky xistin, derb lê ket lê belê beriya ku bikevin neçar man ji herêmê biçin.

15 hevrêyên me bi qehremanî li ber xwe dan û şehîd bûn

Di vî şerî de 6 hevalên me yên di bin pêşengtiya fermandar Şoreş de yên ku kampa êsîran diparast, piştî berxwedaneke qehremanî şehîd bûne. 5 hevalên me jî di demên cihê de di êrîşên dijmin de şehîd bûne. Di derveyî qada operasyonê de dema ku dijmin ji qadê direviya, 3 hevalên me yên ku bi paramotorê dikira biçûna ser peywirekê û hevalekî me yê din jî li eniyeke din, ji ber êrîşên hewayî şehîd bûne. Di operasyona 4 rojan de bi giştî 15 hevrêyên me bi qehremanî li ber xwe dane û şehîd bûne. 2 kes jî ketine destê dijmin. Wê nasnameya hevalên me yên şehîd di rojên pêş de were aşkerakirin.

Polîs, leşker û endamên MÎT ên êsîr

Di vî şerî de ev polîs, leşker û endamên MÎT’ê yên êsîr mirine; Adil Kabakli, Aydin Kose, Huseyîn Sari, Mevlût Kahvecî, Mûhammed Salih Kanca, Muslum Altintaş, Sedat Sorgûn, Sedat Yabalak, Semîh Ozbey, Suleyman Sûngûr, Umît Bicir û Vedat Kaya. Hemwelatiyekî me yê ji Duhokê yê bi navê Cotyar Mûhsîn ê ku ji bo demekê hatibû girtin jî di vê bûyerê de miriye.

Di vê êrîşa rejîma faşîst a AKP û MHP’ê de em ji malbatên êsîr û girtiyên jiyana xwe dest dane sersaxiyê dixwazin. Divê hemû gelê me û gelên Tirkiyeyê bizanibin ku 6 sal in em van kesan diparêzin û heta dawiyê jî me hewl da wan biparêzin. Bêyî îradeya me aqûbeta wan wisa bû, berpirsyariya vî tiştî jî ne aîdî me ye. Rejîma AKP û MHP’ê ya ku biryara vê êrîşê daye berpirsyar e. Li hemberî dîrokê wê hesabê vî tiştî bidin.

Berxwedaneke mezin û dîrokî

Wekî encam berxwedana li Garê, li hemberî teknolojiya serdemê, milîtanên li ser xeta îdeolojiya Apoyî berxwedaneke dîrokî û mezin a xwedî îrade û afirîner kirine. Di şexsê fermandar hevrê Şoreş de yê ku femandarê vê berxwedana mezin a vê serdema girîng a dîrokê de pêk hatiye, em hemû şehîdên xwe yên qehreman bi bîr tînin. Malbatên hêja yên van hevalên fedaî di serî de, em sersaxiyê ji gelê Kurdistanê yê welatparêz û dostên gelê xwe re dixwazin. Vê berxwedana mezin berhema şehîdên me yên qehreman e. Em deyndarî wan in. Van qehremanan bi berxwedana xwe bi awayekî zelal nîşan dane ku tarza serfiraziyê divê çawa be. Wê ev hevrêyên qehreman wekî meşaleyeke serfiraziyê di têkoşîna me de bijîn.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar