Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...
Çarşamba - 18 Eylül 2024

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

NPG û PAJK’ê berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê bi bîr anîn

Fermandariya Biryargeha NPG’ê û Koordînasyona PAJK’ê bi daxuyaniyên cuda berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê bi bîr anîn. Di daxuyaniyê de hate gotin ku têkoşîna ku li ser rêça van berxwedêran meşiya, niha li herêmê aktora sereke ye

Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel (NPG) û Koordînasyona PAJK’ê bi wesîleya salvegera 37’an a Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyan de berxwedêr hatin bibîranîn û hat destnîşankirin ku têkoşîna wan bûye aktorê herî xurt a herêmê.

Daxuyaniya Fermandariya NPG’ê wiha ye:

“Van rojan ku em ketine salvegera 37’an a çalakiya Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê, em ketine fetloneke girîng a dîroka têkoşîna me. Hêzên mêtinger ên qirker li dijî têkoşîna azadiya Kurdistanê ku bi pêşengiya Rêber Apo dest pê kirî, bi hemû derfetên neteweyî û navneteweyî li gel hemû êrîşên berfireh ên tasfiye û îmhayê jî tu encam bi dest nexistine. Têkoşîna me ku bi berxwedaneke mezin bû bersiv ji hemû êrîşên dijmin re, her ku diçe geştir dibe. Li herêmê bûye aktorê herî xurt. Li bara vê hêzên mêtinger-hegemonîk ku li dijî tevgera me êrîşên berfireh anîn, li başûrê Kurdistanê avaniya noker jî bi kar anîn û li dijî qedemeyên rêveberiyê yên tevgera me pêla êrîşê ya sîstematîk û bi plana dane destpêkirin.

Şehadeta kadroyên pêşeng

Li ser hîmê planeke wiha, di êrîşan de beriya niha endamê hêja yê Komîteya Navendî ya PKK’ê û milîtanê pêşeng, kedkarê mezin hevrê Rûbar (Huseyîn Poyraz) û du hevrêyên li gel, dîsa par li Şengalê endamê Konseya Rêveber ê KCK’ê milîtanê şoreşger ê pêşeng hevrê Zekî Şengalî û îsal di roja Newrozê de, kedkarê mezin ê partiya me û endamên rêveberiyê hevrê Sînan, Navdar û Serhat şehîd bûne. Herî dawî destpêka vê mehê, endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê û endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê şoreşgerê lîder heval Helmet (Diyar Xerîb) û hevrêyên li gel Şahîn û Devran bi qaleşî û bi tirsonekî bi kemînekê bi êrîşa hewayî şehîd bûne.

Şehîd bi bîr anîn

Di serî de pêşengên hêja ên çalakiya Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê û afirînerên Roja Rûmeta Neteweyî hevrê M. Xeyrî Durmuş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek, di şexsê welatparêz mezin ê Kurdistanê û şoreşger hevrê Helmet de, hemû hevrêyên ku di van êrîşan de şehîd bûne, hemû şehîdên şoreşê bi hurmet û rêzdariyeke mezin bi bîr tînin. Em hemû hêzên gerîla sond dixwin ku bîranîna wan di meşa Rêbertiya Azad, Kurdistana azad de bidin jiyîn, xwîna wan li erdê nahêlin.

Hevrê Helmet, ku bi fedekariya mezin û helwesta hevrêtiya dilnizm a di nav têkoşînê de û tim destûra Rêber Apo ‘pariyeke nan, kulavek’ê  bi cih dianî û sembolê têkoşîna neteweya demokratîk, mîna hemû rêberên şoreşger ên din, ku stêrên nerijayî yên têkoşîna me ne, bi jiyana xwe ya mînak û bîranîna xwe tim dê stêrka geş be ku rêya me ronî dike. Em sond dixwin ku li ser rêça hevrê Helmet, Şahîn û Devran,  ku hevrê Helmet zarê leheng ê Başûrê Kurdistanê ye, di xeta Apogeriyê de bi biryardarî pêşengî ji me re kiriye, bimeşin, têkoşîna pîroz a azadî, wekhevî, demokrasiyê û ronkahiyê ya gelên herêmî bi ser bixin, van lehengan bînin rewşa nemirên rastî.

Ji bo ciwanên kurd bang

Bi giyanê berxwedanê yê 14’ê Tîrmehê ku vîna rûmet û serfiraziyê ye, bi giyanê berxwedanê bi geşkirina têkoşîna serdema nû, bi bawerî û biryarariya ku xewn û xeyala hemû şehîdên xwe bikin rastî, em hemû gelê xwe yê welatparêz silav dikin. Di vê serdema girîng a dîrokê de, em bang li ciwanên Kurdistanê dikin ku zêdetir li berpirsyariya xwe ya dîrokî xwedî derkevin û bi çalakî tev li refên têkoşînê bibin.”

Daxuyaniya Koordînasyona PAJK’ê

Daxuyaniya Koordînasyona PAJK’ê jî wiha ye: “Di salvegera 37’an a Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê de di şexsê Kemal Pîr, Hayrî Dûrmûş, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz de em şehîdên xwe yên nemir hemûyan bi rêzdarî û minet bi bîr tînin, çalakiyên wan ên ku bi berxwedanê rêya serketinê nîşan dan silav dikin.

‘Berxwedana 14’ê Tîrmehê serkeftina fedaîtiyê ye’

Di nava şert û mercên faşîzmê û darbeyê de ku teslîmiyet û nokerî dihate ferzkirin, di rewşekê de ku xiyaneta li nirxên şoreşgerî û têkoşînê dihate ferzkirin, berxwedana rojiya mirinê bersiveke mezin e ku bi biryardariyeke mezin û berpirsyariyeke dîrokî hate nîşandan. Çalakiyeke ku îradeya mirovan hatiye destnîşankirin û asta rasteqîn a şoreşgeriyê hatiye nîşandan. Berxwedana 14’ê Tîrmehê serkeftina fedaîtiyê ye, serkeftina dilsoziya bi dozê re ye, serkeftina xeta ku dibêje ‘li ser gora min binivîsînin ku deyndar e’ ya bi berpirsyariya gel e. Agirê Newrozê yê ji aliyê Mazlûm Dogan ve hate vêxistin, bi agirê Çaran geş bû û bi çalakiya hevrêyên me yên bedena xwe dan ber birçîbûnê têkoşîna me ya azadiyê ji zindanê gihaşt çiyê. Bi berxwedana bi pêşengiya Kemal Pîr, M. Hayrî Dûrmûş, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek têkoşîna azadiyê ya gelê kurd serkeftina xwe ragihandiye.

‘Ev îrade dê faşîzmê hilweşîne’

Têkoşîna me ku di nava 37 salan de mezin bû li Rojhilata Navîn û dinyayê belav bû, bi pêşengiya xeta berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê bi pêş ket. Ev xeta fedaîtiyê ew xet e ku li çiyayên Kurdistanê têkoşîna gerîla, şerê azadiya jinê û feraseta neteweya demokratîk afirand. Xeta berxwedanê ku di şopa Kemalan de bi Leyla Guven dom kir, li dijî heman dewleta TC a faşîst, qirker, înkarker û kujer bi grevên birçîbûnê serkeftina îradeyê ragihand. Ev îrade ew îrade ye ku dê azadiya Rêberê me mîsoger bike, faşîzmê hilweşîne û jiyana azad biafirîne. Têkoşîna berxwedanê ku mohra xwe li sala 2019’an xist nîşan da ku ruhê PKK’ê yê ku bi qasî ku di ber de bimire ji kurdîtiya azad û jiyana azad hez dike teqez dê bi ser bikeve.

Têkoşîna nêzî nîv sedsalê

Têkoşîna me ya azadiyê ku nêzî nîv sed sal e didome di demeke giran û zehmet de ye. Tevgera me ku di navenda Şerê Dinyayê yê Sêyemîn de ye û xwedî alternatîfekê ye, di hedefa sîstemên mêtinger, qirker ên navdewletî de ye. Di vê qonaxê de ku gelê kurd nirxên xwe, derfetên xwe, sîstema xwe ya azadiyê û têkoşîna civakî afirandiye, her şêwe êrîşên dagirkerî, kujer ên ji derve tên kirin neçar in têk biçin. Xeta berxwedanê ya ku bi ruhê 14’ê Tîrmehê derkete holê rastiya gelekî şoreşger û milîtaniyê afirandiye ku dikarin li dijî her êrîş û konseptê rawestin.

‘Artêşa tirk neçare ku li çiyayên Kurdistanê têk biçe’

Artêşa TC a faşîst ku bi dagirkirina başûrê Kurdistanê êrîşî yekitî û hebûna neteweyî ya kurdan dike û şoreşgerê pêşeng û leheng ê vî gelê hevrê Helmet qetil kir, neçar e ku li çiyayên başûrê Kurdistanê têk biçe. Di serî de jinên kurd ên li başûrê Kurdistanê em bang li jinên azadîxwaz ên li çar parçeyên Kurdistanê têdikoşin dikin ku yekitiya neteweyî ya jinên kurd biafirînin û li dijî hêzên mêtinger û dagirker her qadê veguherînin qada berxwedanê. Ji bo pêkanîna pêşengiya yekitiya neteweyî ya kurd em bang dikin. Em bang li hêzên welatparêz, şoreşger û demokratîk jî dikin ku li dijî faşîzmê bi têkoşîneke hîn radîkal û bi ruhê 14’ê Tîrmehê li her qadê li ber xwe bidin.

‘Divê gel bi ruhê 14’ê Tîrmehê rabe ser pêyan’

Gelê me û jinên xwedî biryardariya serkeftina xeta berxwedanê û têkoşîna azadiyê ne divê bi ruhê 14’ê Tîrmehê rabin ser pêyan, li başûrê Kurdistanê li dijî dagirkeriyê, li bakurê Kurdistanê û gelemperiya Kurdistanê li dijî qirkirin û kiryarên serweriya mêr serî hildin. Dem dema azadî û jinê ye. Azadiya jinê bi xeta berxwedanê ya ji ruhê PKK-PAJK’ê derketiye holê. Em şehîdên xwe yên mezin bi rêz û minet bi bîr tînin û diyar dikin ku bi bîranîna wan em ê azadiya Rêberê xwe û şoreşa jinê teqez biafirînin.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar