Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...
Cumartesi - 21 Eylül 2024

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

NPG: Xeta hevrê Egîd her demê wê li ber me mînak be

NPG’ê Heftiya Lehengiyê li gelê Kurdistanê û gerîlayan pîroz kir û wiha got: ‘’Raweste li ser gerîlatiyê, rihê êrîşê û şêwaza serkefinê ku ev xeta hevrê Egîd e, her demê wê li ber me mînak be. Em ê her xeleka şehîdbûnê bikin sedema tolhildan û serkeftina mezin, gerîlatiya serfiraziyê bikin heqîqet.’’

Fermandariya Biryargeha Navendî bi daxuyaniyekê Heftiya Lehengiyê li gelê Kurdistanê û gerîlayan pîroz kir. Fermandariyê destnîşan kir ku PKK’ê ne ku tenê lehengî afirandiye, her wiha xeteke lehengiya netewî ku tim di nav pêngavan de bûye û ber bi serkeftinê ve baz daye û asta milîtaniya fedayî daniye holê.

Fermandariyê di daxuyaniya xwe de wiha got: ‘’Di dîroka gelan de serdemên lehengiyan û hin xisletên leheng hene ku mohra xwe li serdemên wiha dixin. Serdemên lehengiyê di rewşên wiha de derdkevin holê ku têkoşîna xilasbûna ji bin kêrê ya demên mêtingeriya li ser gelan derdikevin holê û tê maneya serfirazbûna pêngavên şoreşger. Serdemên lehengiyê ji hêla xisletên wiha leheng ve têne afirandin ku xwedî bîrweriyeke zelal, wêrekiyeke tûj, hewldanek mezin, baweriyeke bersaz û rihekî fedayî ne.Piştî ku gelê Kurdistanê meşa ku Rêber Apo beriya bi 50 salî dayî destpêkirin û ev meş bi rengê tevgera PKK’ê rêxistinî kir, ji dîroka ku berejêrî diçû derbasî serdema lehengan bûye ku dastanan dinivîse. Hemû lehengiyên şexsî ku gelê kurd beriya PKK’ê nîşan dayî, di nav PKK’ê de îfadeya xwe dîtiye, di şexsê militanên diler ên PKK’ê de bûye xwedî geşedaneke domdar û serkeftin aniye. Partiya me PKK ne ku tenê lehengî afirandiye, her wiha xeteke lehengiya netewî ku tim di nav pêngavan de bûye û ber bi serkeftinê ve baz daye û asta milîtaniya fedayî daniye holê.”

Ji Kawayê Hemdem heta  Fermandarê Efsaneyî

NPG’ê wiha dirêjî da daxuyaniya xwe: “Gelê Kurdistanê di navbeyna 21’ê Adarê ku hevrê Mazlûm Dogan, Kawayê Hevçax çalakiya lehengiya mezin daniye û 28’ê Adarê de, roja şehîdbûna fermandarê efsaneyi yê gerîlayê Kurdistanê Egîd (Mahsûm Korkmaz) weke Heftiya Lehengiyê pîroz dike. Helwesta lehengiya fedayî ya herdu hevrêyê me ku derbasî dîrokê bûyî, derbirîna pratîk a îdeolojiya Apoyî û berbiçavbûna vê ya di şexsan de ye. Heval Mazlûm Dogan li dijî ferzkirina teslîmbûnê ya cuntaya 12’ê Îlonê xeta berxwedanê ya PKK’ê daniye holê, heval Egîd jî bi Pêngava 15’ê Tebaxê re li Kurdistanê gerîlatî daniye û şêwaza şerê fedayî daniye holê. Bi vê bingehê em Heftiya Lehengiyê li hemû gelê Kurdistanê û hevrêyên xwe pîroz dikin.”

Egîd, navê şêwaza ku serfiraziyê diafirîne

Fermandariyê ev tişt anî ziman: “Heval Egîd ku her demê fermandarî li artêşa me ya gerîla kirî, yek ji rêberê gel e ku karîbûya vîna gelê azad di şexsê xwe de bi cih bike. Hevrê Egîd, ji hevrê Hakî Karer heta bi hevrê Mazlûm Dogan, ji Çar’an heta bi Berxwedêrên 14’e Tîrmehê, bûy mêjî û dilê şehîdan. Hevrê Egîd nirxê jiyana berz di şexsê xwe de nîşan daye, gelek hêl bi xwe re afirandine, bûye militan û fermandarkî têkneçûyî yê xeta Apoyî, bawerî bi serfiraziya şêwaza gerîla aniye û bûye bîrdarî. Hevrê Egîd ku hê zû bûyî ji partiyê, bi serfiraziyê bawer kirî, zanî baweriya xwe biqulibîne ser rêxistin û çalakiyê, ne ku tenê bûye fermandarê giramgir, berz û esîl ê Gerîlaya Azadiya Kurdistanê her wiha bûye şûrê azadî û serfiraziyê yê gelê me, bûye navê şêwaza serfiraziyê û xeta gerîla.”

Lehengên ku sala 2021’an de li ser xeta Egîd meşiyane

Di berdewamiya daxuyaniyê de ve tişt hat gotin: “Di rewşeke wiha de ku em 40 saliya pratîkkirina vegera li welêt li pey xwe dihêlin, şûrê ku hevrêyê me Egîd bi dest gelê me ve anî, şûrê xweparastinê û bicihanîna azadiyê, ji her demê zêdetir tûj, birqok û xurt e. Xwedîbûna li nirx û şûrekî wiha ji hêla gelê me ve serfirazî ye, her demê nirxekî me yê herî berz e ku em ê pê şanaz bin. Heke tevgera Apoyî bilez û bi pêngavî heta bi îro geş bûbe û hatibe bêguman ev bi Rêber Apo û hemû şehîdên me yên leheng e. Têkoşîna me ya gerîla ku bi guleya pêşîn a Egîd dest pê kirî, îro li hemû xeta Kurdistaê berbelav bûbe, li her deverê li dijminê dagirker û mêtinger daye, artêşa fedayî ku bi wêrekî şer dike afirandine. Xasma jî di şerê sala 2021’an de ku Gerîlayên Azadiya Kurdistanê kirî, fermandarên me yên ku li ser xeta egîd bi fedayî meşiyan, di şexsê fermandarên me hevrê Şoreş Beytûşşebab, Hewram, Nûjîn, Diljîn, Zerdeşt, Hêjar, Rêber, Serhed, Rûken, Cumalî, Çavrê, Botan, Serhildan, Zinarîn de careke dî têkneçûna xeta Egîd çespandine.”

‘Em ê gerîlatiya serfiraziyê bikin heqîqet’

Fermandariya Biryargeha Nevanda Parastina Gel di dawiya daxuyaniya xwe de ev tişt ragihand: “Xeta hevrê Egîd ku navê rawesta li ser gerîlatiyê, wêrekî, biryardarî, dilsoziya bêdawî ya li xeta Apoyî, rihê êrîş û şêwaza serkeftinê ye, her demê wê li ber me Gerîlayên Azadiya Kurdistanê mînak be. Em ê mane û qîmetê bîranîna hevrê Egîd xweştir fêhm bikin, ti caran paş ve çûnê qebûl nekin û ber bi pêş ve çûnê li ber xwe deynin. Em ê her xeleka şehîdbûnê bikin sedema tol û serkeftina mezin û gerîlatiya serfiraziyê bikin heqîqet. Di salvegera 36’an şehîdbûna fermandarê me yê efsanewî Mazlûm Dogan û Mahsûm Korkmaz de, di şexê wan de em li ber bîranîna hemû şehîdên xwe yên ezîz bi hurmetdarî bejna xwe ditewînin, em sond dixwin ku di her şertî de bibin şopdarê xeta şehîdan. Bi vê bawerî û biryardariyê, li ser xeta Mazlûm û Egîdan, em Heftiya Lehengiyê li hemû gelê xwe û hevrêyên xwe pîroz dikin ku li ser vê xetê têdikoşin. Em gelê xwe yê welatparêz ku bi rengekî bêhempa Newroza Rêbertî ya 50’î pîroz kirin û li lehengê xwe xwedî derketin slav dikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar