Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

NPG’ê bi peyameke gerîla pîroz kir

Fermandariya Biryargeha NPG'ê şervan û fermandarên li Eyaleta Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl ku tevlî çalakiyên serketî bûn, hemû pîroz kir.

Di peyama Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) de wiha hate gotin:

“Beriya her tiştî em Cejna Vejînê pîroz dikin, bi hezkirin û hurmetê silav dikin.

Êrîşa dagirkeriyê ya dewleta tirk a dagirker a li ser Eyaleta Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl kete sala duyemîn. Sala derbasbûyî artêşa tirk a dagirker li hemberî berxwedanê derbên giran xwar, bêencam ma û li gel hiştin û şewitandina cenazeyên leşkerên xwe, xwe vekişand. Li Qada Berxwedanê ya Girê FM’ê êrîşeke dijmin a bênavber û berxwedaneke dîrokî ya li dijî vê êrîşê 14 meh in dewam dike.

Dewleta tirk ku dixwaze planên xwe yên dagirkeriyê bi ser bixîne, şeva 20’ê Tîrmeha 2023’an bi êrîşa li ser Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî li Eyaleta Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl dest bi êrîşeke nû kir. Li hemberî êrîşên ku 22 roj in bênavber dewam dikin, berxwedana ku tê nîşandan performans û asteke girîng afirandiye.

Roj û şeva 9’ê Tebaxê, li dijî hêza dijmin a ku dixwest ber bi Qada Berxwedanê ve bi pêş ve biçe, bi rêbaza Operasyona Şoreşgerî 44 çalakiyên koordîneyî hatin kirin, di encamê de 31 dagirker hatin cezakirin û 7 dagirker jî birîndar bûn, li derveyî şer hatin hiştin. Ev yek encameke gelekî serketî ye. Di vê Operasyona Şoreşgerî de bi ruhê fedaî yê Apoyî yê bilind bi ser dijmin ve çû, taktîkên êrîş û serdegirtinê bi rengekî çalak hatin bikaranîn, bi jêhatîbûneke afirîner a taktîkî rêbaza sabotajê bi cih hate anîn, çekên li ber dest bi hunereke mezin hatin bikaranîn, rêbaza sûîqestê li gelek deveran hate bikaranîn û bi vî rengî asteke girîng hate afirandin. Serketineke girîng e ku hem detayên qadê hem jî tunel û çeperên şer hatin bikaranîn, rêbaza şerê tîm hem li ser hem jî li binê erdê hate bikaranîn, bi rengekî profesyonel hevdu temam kirin. Di dema vê Operasyona Şoreşgerî de dijmin Qada Berxwedanê ji hewa û bejahî ve bi giranî bombe kir û bombardûmanê piştî rojekê jî dewam kir. Li gel vê yekê jî nedana windahiyan, asta serketinê hîn bi wate dike. Her wiha gelekî girîng e ku Operasyona Şoreşgerî di demeke Pêngava 15’ê Tebaxê de bi ruh û rêbaza Egîdan hate kirin û li ser xeta şehîdan hate pêkanîn.

Em hemû şervan, fermandar û fermandariya me ya ku ev berxwedan koordîne kir û bi girêdayîna xeta şehîdan ruhê fedaî yê Apoyî bêyî dudilî nîşan dan, bi cesareteke mezin çûn ser dijmin, tarza şerê tîmê pispor û taktîkên dewlemend ên gerîla bi afirîneriyeke mezin pêk anî, derseke dîrokî ya ku wê neyê jibîrkirin dane artêşa tirk a dagirker, ji ber vê serkeftinê wan pîroz dikin. Di heman demê de ji bo avabûna asta îro em hemû şehîdên xwe yên li Eyaleya Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê bi salan bi fedakariyeke mezin ked dane jî bi rêzdarî bi bîr tînin. Em hemû hevrêyên ku hê jî bi fedakarî dixebitin, li ber xwe didin û kedê didin, bi vê wesîleyê silav dikin û ji ber serkeftinê wan pîroz dikin.

Em bi hestên xwe yên şoreşgerî yên herî ji dil careke din çalakiyên serkeftî yên hemû fermandar û şervanên li eyaletê û Cejna Vejînê pîroz dikin û wan bi rêz û hurmet silav dikin. Em bawer in ku wê berxwedana ku me bi ruhê fedaî yê Apoyî geş kiriye, wê serkeftin û encamên xurt biafirîne.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar