Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...
Salı - 9 Temmuz 2024

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

NPG’ê di şexsê Hakî Karer de şehîdên meha gulanê bi bîr anî

Fermandariya Biryargeha NPG'ê bi wesîleya 18’ê Gulanê daxuyanî da û wiha got: “Artêşa Şehîdan a Nemir a PKK'ê di têkoşîna azadiyê ya bênavber de roj bi roj mezin dibe. Her şehadet, her destaneke lehengiyê û sekna fedayî ya Apoyî me bi ser dixîne.”

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) bi wesîleya 18’ê Gulanê daxuyaniyeke weşand. Daxuyaniya NPG’ê wiha ye:

“Ya ku bû wesîleya partîbûyîna me PKK’ê, roj bi roj vê partîbûnê mezin dike, nirxên herî pîroz diafirîne, em gihandiye vê astê û wê me bi ser bixîne; rastiya şehadetê û artêşa me ya şehîdan a nemir e. Rêber Apo bi dilsoziya bi şehadeta pêşengê me yê şoreşger ê enternasyonalîst hevrê Hakî Karer ku bi gotina ‘mîna ruhê min ê veşartî bû’ pênase dikir, bi partîbûnê biryara mezinkirina têkoşînê da û Partiya Şehîdan PKK li ser vê bingehê derket ser dika dîrokê.

Partiya me PKK bi rêbertiya Rêber Apo nîv sed sal e bi rengekî bêeman û bênavber têdikoşe, di her sal û mehên têkoşîna xwe de şehîd da û ji bo gelê Kurdistanê artêşa şehîdan, xeta xurt a şehîdan û nirxên herî pîroz afirand. PKK li ser vê bingehê bû Partiyeke Şehîdan û di bin fermandariya şehîdan de têkoşîn da ber xwe, bi biryardariya hilanîna tola şehîdan û biserxistina armancên wan, bi erk û wezîfeyên xwe rabû.

18’ê Gulanê roja şehadeta hevrê Hakî Karer di heman demê de bû roja şehadeta hevrê Halîl Çavgûn û Çaran. Her ku doza me ya azadiyê bi pêş ve çû û mezin bû, her ku têkoşîna me mezin bû, di her mehê de bi taybetî jî meha Gulanê de şehadetên mezin çêbûn, her rojên meha Gulanê bi destanên lehengiyê bû xwedî wateyeke dîrokî. Ji ber vê yekê meha Gulanê weke Meha Şehîdan tê bîranîn, meheke welê ye ku dilsoziya me ya bi şehîdan re xurtir dibe, rastiya şehadetê bêhtir têdigihêje, li pêşberî rastiya şehîdan rexnedayîna sekna xwe didin û biryardariya me ya ji bo bicihanîna armancên şehîdan mezintir dibe. Weke şopdarên xeta şehîdên fedayî ku sond xwarine armancên wan bi cih bînin, di salvegera 44’an a meha şehîdan de di şexsê hevrê Hakî Karer û Şehîdên Meha Gulanê de şehîdan hemûyan bi rêz û minet bi bîr tînin.

Artêşa Şehîdan a Nemir a PKK’ê di têkoşîna azadiyê ya bênavber de roj bi roj mezin dibe. Her şehadet, her destaneke lehengiyê û sekna fedayî ya Apoyî me bi ser dixîne. Di Meha Şehîdan a 45’emîn de ji Amedê heta Mêrdînê, ji Metînayê heta Avaşînê li her devera Kurdistanê hevrêyên me bi lehengî li ber xwe didin, bi sekn û şerê xwe xeta şehîdan bi awayê herî şareza temsîl dikin. Bi taybetî li qada Mamreşo ya herêma Avaşînê, hevrêyên me yên ku bi fermandariya hevrê Serhat Giravî bi rojan li dijî artêşa dagirker a dewleta tirk a qirker li ber xwe dan, derbên giran lê dan û li quntara çiyayên Zagrosan destaneke berxwedanê ya dîrokî nivîsandin, bû yek ji xelekên şehadetê yên herî bi wate yên dîroka me ya têkoşînê. Weke şopdarên şehîdan ku 44 sal in tu carî dest ji meşa li ser xeta şehîdan bernedane û dê tu carî jî dest jê benedin, di sala 45’an de em ê têkoşîna xwe bi rengekî bênavber dewam bikin.

Weke Hêzên Parastina Gel ên Kurdistanê ku di bin fermandariya Artêşa Şehîdan de û bi pêşengiya Partiya Şehîdan PKK’ê şer dikin, em ê tola mezin a şehîdên xwe hilînin, her tim şopdarê xeta şehîdan bin, di meşa xwe ya Rêbertiyê Azad û Kurdistana Azad de bi gavên hîn ji xwe bawer têbikoşin, her roj hîn bêhtir xwedî li bîranînên wan derkevin û bi serketinê tacîdar bikin. Li ser vê bingehê em careke din şehîdên xwe bi rêz û minet bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku tu carî ji parastina jiyana hêjayî bîranînên wan e tawîzê nedin.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar