PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Pazar - 24 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

NPG’ê peyama pîrozbahiyê weşand

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) ji ber operasyona şoreşgerî ya ku fermandar û şervanên Pêngava Şoreşger a Cenga Xabûrê ya Şehîd Savaş Maraş li dar xistin, peyameke pîrozbahiyê weşand

Di peyama Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel de ev tişt hate diyarkirin: “Di 25’ê mijdarê de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî ya li rojavayê Zapê li dijî dagirkeran ji 7 aliyan û bi gelek taktîkên gerîla yên bi koordîneyî çalakiyeke şoreşgerî ya serkeftî hate lidarxistin. Di vê operasyona şoreşgerî de ku bi lehengî, şêwazê êrîşê û rihê fedaî hate lidarxistin de 17 dagirker hatin cezakirin û 10 çeperên dijmin hatin rûxandin.

Di 26’ê mijdarê de; Li Qada Berxwedanê Girê Hekkarî ya Metîna li dijî dagirkeran çalakiyeke şoreşgerî ya ji sê aliyan ve bi serkeftî hate lidarxistin. Bi cesareteke mezin û rihê fedaî 42 dagirker hatine cezakirin. Gerîla çûye ser çeperên dijmin û çeper îmha kirine. Di heman demê de gelek çek û alavên leşkerî hatin rûxandin, gelek ji wan jî hatin desteserkirin.

Di serî de em hemû şehîdên xwe di şexsê rêheval Adar, Heqî, Medya, Amed, Binevş û Baran de ku pêşengiya van operasyonên şoreşgerî yên serkeftî kirin, bi fedekarî li çûn ser dijmin, li ser bidestxistina encamên diyarker, em hemû şehîdên xwe bi rêzdarî û minet bi bîr tînin. Ji ber vê serkefttinê em hemû fermandar û şervanên ku tevlî Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê ya Şehîd Savaş Maraş bûne û ked dane, pîroz dikin. Her wiha Komîteya Rêveber a Partiya me PKK’ê jî hemû têkoşerên ku bi hezkirin beşdarî pêngava şoreşgerî bûne silav kir, ev performansa serkeftî li wan pîroz kir û daxwaza serkeftinê ji wan re xwest.

Hevrêyên hêja;

Van operasyonên şoreşgerî yên serkeftî yên ku we pêk anîn derbeke giran li planên dagirkeriyê û hesabên desthilatdariyê yên rejîma faşîst a AKP-MHP’ê xistin. Her çendî bi rêya medyaya şerê taybet hewl dan derba ku xwarine veşêrin û van operasyonên şoreşgerî weke kiryarên asayî nîşan bidin jî, şefên şerê taybet xwe gihandin sînor û Tayyîp Erdogan û Hulusî Akar bi xwe jî hewl dan ku hêzên dagirker ên ku moral û motîvasyona wan bû, bicivînin û xwestin bi dîmên erzan û nûçeyên serkeftinên sixte raya giştî bixapînin. Ev rastî jî têra xwe dike ku mirov fêm bike ku van operasyonên şoreşgerî yên ku 59 dagirker hatin cezakirin, derbek çawa li rejîma faşîst xistin. Her wiha dîmenên pêngava şoreşgerî bi gelê me yê welatparêz û raya giştî re hate parvekirin û li kêleka şerê ku gerîlaya azadiya Kurdistanê bi biryardarî, fedaî û fedekariyeke mezin daye meşandin, rewşa hêza dijmin jî bi zelalî derketiye holê.

Ev operasyonên şoreşgerî qonaxeke girîng û berdewamiya pêvajoya berxwedana dîrokî ya ku ev nêzî 8 meh in hatiye pêşxistin. Gerîla bi ruhê tevgerê veguherandina berxwedana bi mehan a operasyonên şoreşgerî asteke nû nîşan dide. Asta di van operasyonan de derket holê; stratejiya me ya Şerê Gel ê Şoreşgerî, Doktrîna Şerê Şoreşgerî, Xeta Gerîla ya Modernîteya Demokratîk û tîmên profesyonel a li ser vê bingehê hatiye pêşxistin, rastî û encamstendina me diyar kiriye.

Ev operasyonên şoreşgerî yên di şert û mercên dijwar ên zivistanê yên erdnîgariya Kurdistanê de pêk hatin, nîşan da ku êdî şert û mercên demsalî li pêşiya gerîla ne asteng in û gerîla havîn an jî zivistanê dikare her dem çalak be. Ev asta çalakî û performansa ku em derbasî pêvajoya zivistanê dibin, wê moral, motîvasyon û kombûneke girîng di hemû hêzên me de biafirîne û bibe wesîleya amadekirina wan ji bo erkên sala bê.

Di şexsê hemû fermandar û hevrêyên şervan ên ku beşdarî pêngavên şoreşgerî bûne û encamên bi vî rengî yên watedar û girîng dane, em careke din em hemû fermandar û şervanên Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê ya Şehîd Savaş Maraş pîroz dikin û baweriya xwe ya ku wê serkeftinên mezintir biafirîne, tînin ziman. “

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar