Piştî hilbijartinên 28’ê Gulanê nîqaşên li ser Tifaqa Ked û Azadiyê, pêkhateyên tifaqê, HDP û Tevgera Azadiyê ya Kurd didomin. Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû nirxand ku di demên dawî de kampanyayên tunekirinê yên li hemberî HDP’ê zêde bûne û bal kişand ser vî tiştî ku tê xwestin bi êrîşên şerê taybet HDP were tunekirin û qelskirin.
Karasû anî ziman ku HDP berê jî hatiye rexnekirin û ji xwe ew rexne û xwerexnekirinê weke dînamîkên pêşketinê dibînin û got, “Lê belê dema ku dibêjin HDP ji bo şerê taybet tênakoşe, ev êrîşa şerê taybet e û antî propaganda ye.”
Karasû anî ziman ku li bakurê Kurdistanê tu tevgereke siyasî, weke HDP’ê di nava şert û mercên hiqûqî de têkoşîna gelê kurd naparêze û got, “Ji ber vê yekê bi hezaran endamên wan xistine girtîgehê, li ser wan her roj zext hene. Ji bo ku dev ji têkoşîna azadiyê ya gelê kurd berdin ev tişt tê kirin. Dema ku ev rastî li holê be, mirov bibêje ew kurdan naparêze, tê wateya bêwijdanîbûnê. Mirov vî tiştî bîne rojevê û bide nîqaşkirin jî, ev tişt dûrî aqilan e.
‘Feraseta bûrjûvayên biçûk nehêşt HDP bigihêje armancên xwe’
Hevpeyvîna bi Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû wisa ye:
Zext û êrîş li HDP’ê têne kirin. Her wiha diyar e ku êrîşên cidî yên şerê taybet têne meşandin. Bêguman gelek aliyên van êrîşan hene, lê belê beriya ku em derbasî vê mijarê bibin, dixwazim vê bipirsim; Gelo HDP di vê hilbijartinê de serkeftî nebû, eger bi ser neket hingî sedemên vê yekê çi ne?
Bi HDP’ê tevlîbûn li vê hilbijartinê nebû. 2 sal in doza girtinê di rojevê de bû. Biryara li ser girtinê ji pêvajoya hilbijartinê re hiştin. Eger bi HDP’ê tevlî hilbijartinê bibûya wê bigirta. Ya rast bi partiyekê dikarîbûn tevlî hilbijartinê nebûna. Lewma tevlîbûna li hilbijartinê ya bi partiyekê, serkeftine. Dibe ku pirsgirêk ji ber mayina demeke dirêj a di navberê de rû da. Lewma HDP’ê ya ku di nava Tifaqa Ked û Azadiyê de bi Partiya Çepên Kesk tevlî hilbijartinê bû, nirxandina wê bi rengê serkeftî yan jî neserkeftî dibe ku pirsgirêkan biafirîne. Armancên xwe yên girîng hebûn. Armanca xwe ew bû ku di ser rêjeya dengan a sala 2015’an dengan bi dest bixin. Ji aliyê xwegihandina vê armancê ve serkeftî nebûn. Diviyabû xwe bigihanda vê armanca xwe. Ji ber ku li gel zext û zordariyê jî nekarîbûn têkoşîna azadiyê ya kurd lawaz bikin. Desthilatdariya AKP-MHP’ê jî li ber hilweşînê bû. Di rewşeke bi vî rengî de eger baş bihatina rêxistinkirin, baş bixebitiyan wê karîbûna vê encamê bi dest bixin. Li gorî hêza xeta HDP’ê em vê yekê dibêjin. Naxwe di bin êrîşên ewqasî giran de tu partiya siyasî nikare hebûna xwe biparêze. Berxwedana 8 salan a HDP’ê nîşaneya şênber a xurtbûna vê partiyê ya ji aliyê îdeolojîk, polîtîk û civakî ye.
Şaş e ku kêmasî, bidestnexistina encama dihate xwestin bi polîtîkayên bingehîn ên HDP’ê bên ravekirin. Xeta HDP’ê û polîtîkayên wê, rêjeya dengan a ji sedî 6.5 gihand ji sedî 13.5’an. Ev xet li gel polîtîkayên tasfiyeyê jî hêza xwe, bandora xwe hîn diparêze. Kêmasî û bidestnexistina encamên dihate xwestin, pêwendiya xwe bi pirsgirêkên bicihneanîna vê xetê heye.
Em bi salan e rêbaza rêxistinî û kar a qada siyasî ya demokratîk rexne dikin. Rêber Apo jî beriya 5’ê nîsanê dema ku pêşvebirina çalakiyan û rêxistiniya gel a li qada siyasî ya demokratîk rexne dikir, bêrêxistinî û pasîfîzm rexne dikir. Bêguman çînên bûrjûva ya biçûk û çîna navîn jî dikarin tevlî têkoşîna azadiyê bibin. Lê belê li hemberî zextan, van hêzan feraseta xwe ya siyasî, rêxistinî û çalakiyê kirin nêzîkatiya xeta çalakiyê, rêxistinî û siyasî ya giştî. Bi vî rengî karên rêxistinî û çalakiyan lawaz kirin. Di lawazbûna çalakî û rêxistinî ya salên dawî de helwest û feraseta vê çînê xwedî parekê bû. Bêguman zext giran e; nabe ku ji nedîtî ve bên. Lê belê eger feraset rast be, hingî bi rê û rêbazên nû ev zext ji holê dikarin bêne rakirin û bi pêşvebirina rêxistiniyê têkoşîn dikare bê xurtkirin.
‘HDP’ê nekarî bersivê bide êrîşan û xwe li ser civakê birêxistin kir ev şaşiya herî mezin e’
Ji nîqaşên piştî hilbijartinê jî diyar bû ku di serneketinê de karên îdeolojîk û perwerdeyê kêm man. Li hemberî êrîş û hewldanên polîtîk, îdeolojîk û tevlîhevkirina serê mirovan ên AKP-MHP, MÎT û alîgirên PDK’ê, bersiveke rast nehate dayin. Di bin navê rexnekirinê de êrîşên giran li ser xeta siyasî, îdeolojîk û felsefî ya damezrandina HDP’ê hatin kirin, li hemberî vê yekê jî bersiveke rast nehate dayin ku ev yek kêmasiya di perwerdeyê de radixe pêş çavan. Ev kêmasiya ku li hemberî êrîşên îdeolojîk hate nîşandan, kir ku di kar de encama tê xwestin bi dest nekeve.
Bêguman weke partiyeke civakî ya demokratîk, diyarkirina namzetên parlamenteriyê bi tevlîbûna gel esas e. Kêmasiyeke mezin e ku ev nehate kirin. Berê ev yek hinekî dikirin. Diyar e ku vê carê nekarîn bikin. Ji ber ku dereng bû bi kîjan partiyê tevlî bibin, di mijara tifaqan de derengî çêbû û baş nehate birêvebirin, her wiha ji ber erdhejê jî nekarîn vê rêbazê bi kar bînin. Ji xwe haya wan jî ji vê kêmasiyê heye. Li gel kêmasiyan hemûyan jî li Kurdistanê li gorî berê parlamenterekî bi tenê jî kêm nebûye. Eger di bingeha HDP’ê de tevgera demokratîk a kurd hebe, hingî nêzîkatî û uslûbekî neyînî ya di nava van şert û mercan de wê bibe neheqî li wan mirovan ku encameke bi vî rengî bi dest xistine. HDP diyar dike ku ew li ser xeta civaka demokratîk tevgereke siyasî ye. Dema ku bi vî rengî be hingî wezîfeya herî bingehîn ew e ku ji bingehê ve civakê birêxistin bike. Salên dawî di vê mijarê de tengaviyek rû da, veguherî partiyeke klasîk ku xwe li ser civakê bi rêxistin dike. Bêguman ev yek divê weke sedema bingehîn bê dîtin ku fikrê HDP’ê bi rengekî rast bi cih nehate anîn û encama dihate xwestin bi dest neket.
‘Divê HDP civakê ji bingehê ve birêxistin bike û têkoşînê jî bispêre vê yekê’
Li aliyê din tengkirina têkoşînê di vê astê de li nava parlamentê, her wiha nêzîkatiyeke welê ku mîna têkoşîna azadiyê ya gelê kurd û têkoşîna demokrasiyê ya Tirkiyeyê wê bi esasî li vir bê kirin, ji aliyê îdeolojîk, polîtîk û rêxistinî ve jirêderketine. Êdî li Ewropayê jî demokrasî weke diyarkirina parlamentê ya 4 salan carekê ya bi hilbijartinê nayê dîtin. Lewma nêzîkatiya ku têkoşînê tenê li parlamentê dibîne û demokratîkbûnê jî li bicihbûna li vê derê pênase dike, cihê rexnekirinê ye ku em jî tevlî vê rexneyê dibin. Di fikrê HDP’ê de demokrasiya radîkal heye. Wê demê divê ya esasî ew be ku civak ji bingehê ve bê birêxistinkirin û têkoşînê jî bispêrin vê yekê.
Nirxandina encamên hilbijartinê bi nêzîkatiyên matematîkî gelekî li pêş e. Dema ku mijar dibe HDP nêrîna bi rengê matematîkî hîn bêhtir zêde dibe. Gelo nêzîkatiyeke bi vî rengî rast e, bi daneyên matematîkî çiqasî rast e ku HDP bê nirxandin?
Encamên matematîkî jî dikare bibe mijar ji nirxandinê re. Lê belê diyar e ku bêyî dîtina şert û mercên heyî nirxandineke bi vî rengî tê kirin. Aşkere ye ku tu nirxandineke matematîkî nikare welê bê kirin ku dilsoziya gelê kurd a bi HDP’ê re lawaz nîşan bide. Gelê kurd li gel zext û zordariyê jî dilsoziya xwe dewam dike; li dijî AKP-MHP’ê ya ku li ser gelê kurd polîtîkaya qirkirinê dimeşîne, helwesta xwe bi şênberî nîşan da. AKP-MHP’ê xwest îradeya azadiyê ya gelê kurd bişikîne. Gelê kurd mîna ku di her firsendê de nîşan dide, di vê hilbijartinê de jî nîşan da ku îradeya azadiyê nikare bê şikandin û di azadiyê de israr dike. Zexta giran a li ser HDP’ê, girtina bi hezaran endamên HDP’ê jî nekarî îradeya jiyana azad û hebûnê ya gelê kurd bişikîne. Gelê kurd bi israra xwe ya di têkoşînê de ev yek raxist pêş çavan. Beriya her tiştî hem ji bo gel hem jî ji bo HDP’ê divê ev yek bê gotin; eger li gel ewqas zext û zordariyê li ser piyan dimîne û têk naçe ev yek encama têkoşîna bi dehan salan e ku veguheriye mîna pola. Kêmbûna çend sed hezar dengan vê rastiyê nikare biguherîne. Nabe ku bi vê yekê atmosfereke têkçûnê yan jî neserketîbûnê bê afirandin. Eger ev yek bê kirin, hingî di nav de nêteke nebaş heye. Rexne divê bê kirin, rexnedayin divê bê kirin, lê belê divê li ser bingeha rast û xurtkirinê bên kirin. Rexne û nirxandinên ji bo lawazkirinê nabe ku bên dîtin.
‘Ewil divê rewabûn û nerewabûna hilbijartinê were nîqaşkirin’
Nirxandina tenê li ser hin hejmaran, wê were wateya qebûlkirina hilbijartinê ya bi rengekî asayî. Beriya her tiştî divê mirov biryarê li ser wê yekê bidin ku ev hilbijartin di nava şert û mercên asayî de hate kirin yan na, hilbijartin rewa ye yan na. Piştre divê nirxandin bê kirin. Piştre dikare kêmasî bêne nirxandin. Naxwe bi rengekî yekser weke encameke neserkeftî bê nirxandin, hingî wê rastiya heyî bi rengekî cûda bê nîşandan.
Di demên dawîn de yên ku HDP’ê dinirxînin, her dem ji ser helwesta kurdan dinirxînin. Herî zêde gelê kurd dizane ku hilbijartinên li Kurdistanê di kîjan şertan de tê kirin. Weke ku me diyar kir li Kurdistanê hejmara parlamenteran kêm nebûye, bi rastî jî zêdebûneke hindik çêbûye. Qala kêmkirina hinek dengan tê kirin. Bêguman diviyabû HDP û Partiya Çepên Kesk zêdetir serkeftî bibûya. Em nikarin ji rexneyên wisa re tiştekî bibêjin. Lê ji ber ku hinek kes hewl didin têkçûn û sernekeftineke mezin heye, me xwest em van tiştan diyar bikin.
Di nav gelê kurd de li ser hev 2 caran hevşaredar hatin hilbijartin û ji ber ku qeyyûm li ser şaredariyan hatin peywirdarkirin, bû sedem ku gel êdî baweriya xwe bi encamên sindoqan neyne. Ji aliyê din ve ev qeyyûm li ser esasê polîtîkayên AKP û MHP’ê zextên xwe zêdetir kirine. Divê ev tişt nebin sedema qelsî û kêmasiyên HDP’ê.
Helwesta gelê kurd a derbarê hilbijartinên serokomariyê de gelekî zelal bû. Ji bo ku Erdogan winda bike, bêyî dudilî deng da. Di tûra 2’yemîn de ji ber têkiliya CHP’ê ya bi Ûmît Ozdag re derdora 150 hezar kesî neçûne ser sindoqan lê ev nayê wateya ku helwesta gelê kurd cihê bûye. Sedema kêmbûna beşdarbûna tûra 2’emîn tê fêmkirin. Lê tê zanîn ku ji ber sedemên cihê jî gel neçûne ser sindoqan.
‘HDP’ê ji xwe re derfet bi dest xistine û bi vê re ev êrîş zêdetir kirine’
Li ser HDP û Partiya Çepên Kesk nîqaşên cidî û berfireh tên kirin. Beriya her tiştî ji bo ev nîqaş rast werin fêmkirin, fikra HDP’ê çi ye û xwedî armanceke çawa ye?
Bingeha rexneyên li dijî HDPê, bi taybetî bi rêya medyaya dîjîtal û di hinek televizyonan de tên gotin, ne ji bo vê armancê ye ku qelsiyên HDP’ê ji holê were rakirin û ne ji bo xurtkirina HDP’ê ye. Bi dehan salan in ku li ser Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê êrîşên îdeolojîk û polîtîk tê kirin û bi vê wesîleyê ev êrîş dîsa anîne rojevê. Ji ber qelsî û sernekeftina HDP’ê ji xwe re derfet bi dest xistine û bi vê re ev êrîş zêdetir kirine. Heta ku ev rastî neyê dîtin, mirov nikare wateyê bide êrîşên piştî hilbijartinê û tevliheviya hiş. Êrîşa esasî li dijî felsefeya avakirina HDP’ê û fikra wê ye. Ji ber vê jî êrîşî vê felsefe û pêşengên wê dikin.
Tê zanîn ku felsefe û ramana damezrandina HDP’ê li ser feraseta Rêber Apo ya neteweya demokratîk a li dijî netew-dewletê ye, li dijî zîhniyeta dewletparêz konfederalîzma demokratîk derxistiye pêş û li ser vê bingehê di rastiya Tirkiyeyê de çareseseriya xweseriya demokratîk pêşniyaz dike. Rêber Apo gav bi gav derxistiye holê ku çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê divê li gorî paradîgmaya civaka ekolojîk a demokratîk a azadiya jinê be. Pêşî rêgeza wê ya felsefî û îdeolojîk, piştre jî xeta rêxistinî û çalakiyê û li ser vê bingehê nêrînên xwe yên li ser çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê daniye holê. Partiyên beriya HDP’ê jî li ser esasê vê paradîgmaya nû xwe birêxistin dikirin û li ser vê bingehê xetên xwe yên siyasî diyar dikirin û di nav pratîkê de bûn.
Bêyî ku were zanîn hemû tevgerên kurd û xeta siyaseta demokratîk a li 4 parçeyên Kurdistanê çawa derketine holê, ne tevgera siyasî ya demokratîk a kurd û ne jî HDP ku yek ji nûnerên wê yên dawî ye, wê neyê fêmkirin. Di sala 1984’an de li Bakurê Kurdistanê şerê gerîla dest pê kir. Gel him piştgirî da gerîla, him jî bi baldarî gerîla şopand. Dema hat fêmkirin wê gerîla têk neçe, piştî salên 1989 dest bi serhildanan hate kirin. Di encama têkoşîna gerîla de di salên 1990’î de serhildanên mezin pêş ketin. Ev tişt di heman demê de şoreşa demokratîk bû. HEP û partiyên piştî wê weke tevgerên siyasî yên demokratîk li ser van serhildan û şoreşa demokratîk derketin ser dika dîrokê. Bêyî dîtina vê rastiyê ne HDP û ne jî partiyên berê nayên fêhmkirin. Dema em dibêjin li Kurdistanê tevgera siyasî ya demokratîk, divê em vê rastiyê bibînin. Bi esasê xwe de li ser vê bingehê hatiye avakirin. Ji ber vê yekê, kes nikare van tevgerên siyasî ji bingehên wê cihê binirxîne û berê wê bide cihekî cihê.
‘HDP tê wateya civakîbûna demokratîk’
HDP tê wateya civakîbûna demokratîk a ku li Kurdistanê li ser esasê şoreşa demokratîk hatiye avakirin û feraseta şoreşger û demokratîk a ku tevgera demokratîk û şoreşger a Tirkiyeyê ava kiriye û kombûna siyasî û civakî ya van tiştan. Dema xeta HDP’ê tê nirxandin û nîqaşkirin heke li ser vî esasî were kirin wê wateyeke xwe hebe. Wê demê ew ê were qebûlkirin ku rexne ji bo kêmasiyên HDP’ê werin kêmkirin û ji bo xurtkirina HDP’ê ye.
HDP ne bi tenê partiyeke Kurdan e. HDP partiya hemû hêzên demokrasiyê yên kurd û Tirkiyeyê, hemû pêkhateyên etnîkî û olî yên bindest, jin û ciwanan e. Ji vî alî ve nirxandineke şaş e ku mirov HDP’ê tenê weke partiyeke kurdan bibîne. HDP xwedî gelek pêkhateyan e. DBP jî yek ji wan e. Bêguman bedena civakî ya HDP’ê bi giranî ji tevgera demokratîk a kurd, lewma jî ji kurdan pêk tê. Armanca wê demokratîkbûna Tirkiyeyê û çareseriya pirsgirêka kurdan e. Ji ber ku pêşniyaza herî bingehîn a vê fikir û xeta siyasî ev e heta pirsgirêka Kurd neyê çareserkirin Tirkiye demokratîk nabe. Ji ber vê yekê jî çareseriya pirsgirêka kurd yek ji esasên polîtîkaya wê ye.
‘Gava mijar dibe dewleta tirk qirkirin tê bîra mirov’
Bi têkoşîna 50 salan kurd bi nasnameya xwe rêxistinbûnên xwe yên siyasî pêk anîn; çêkerên siyasî yên girîng, rêxistinbûnên civakî yên siyasî û di qada çandî de pêşketinên girîng ava kirin. Êdî kurd bi nasnameya xwe xwedî rêxistinbûnên civakî, siyasî, çandî û leşkerî ne. Niha wezîfe divê ev be ku mirov van geşedanan hemûyan veguherîne destkeftiyên şênber. Bi têkoşîna 50 salan ji gelek alî ve geşedanên bêhempa hatin avakirin. Niha li 4 parçeyên Kurdistanê tu geşedan û destkeftiyek girîng hebe, ev encama têkoşîna 50 salan e; yan jî di rêjeyeke mezin de mohra vê hildigire.
Li bakurê Kurdistanê jî gelek destkeftiyên girîng derketine holê. HDP armanc dike ku bi fikrî û têkoşîna xwe van destkeftiyan bi Tirkiyeya Demokratîk û Kurdistana Azad re veguherîne destkeftiyên şênber. Vê yekê jî bi derbaskirina têgihiştinên dewleta netew armanc dike ku li ser bingehê têgihiştina netewa demokratîk pêk bîne. Ev têgihiştin stratejî û polîtîkaya bidawîkirina polîtîkaya qirkirinê ya dewleta tirk îfade dike. Dema ku mijara gotinê dewleta tirk be, divê mirov ji bîr neke ku polîtîkaya wê ya esas qirkirin e. Di roja yekem de ku Rêber Apo got Kurdistan mêtingeh e, di heman demê de destnîşan kir ku dewleta tirk, qirker e. Bi gotina, dewleta tirk armanc dike ku Kurdistanê veguherîne qada ku netewbûna tirk lê belav bibe, ev rastî aniye ziman. Rêber Apo bi vê zanebûnê têkoşînek mezin da destpêkirin û esas girt ku hebûna kurd mayînde bike û azadiya wê pêk bîne. Dema ku hemû jiyan, têkoşîn û polîtîkayên Rêber Apo tê nirxandin, divê ev rastî qet neyê jibîrkirin.
Derketina holê ya fikriyeta HDP’ê jî divê di vê çarçoveyê bê nirxandin. Hemû nirxandinên ku ji derveyî vê çarçoveyên tên kirin, ne rast in yan jî gotinên demagojîk in.
‘Demokratîkbûna Tirkiyeyê rasterast kurdan eleqeder dike’
Kurdistan ne welatekî mêtingeh ê li pişt behran e. Dema ku mirov li ser vê rastiyê baldar be, polîtîkayên ku mêtingerên qirker li giştî Kurdistanê lê dinêrin rasterast Kurdistanê bandor dike. Ji vî alî ve demokratîkbûna Tirkiyeyê rasterast kurdan eleqeder dike. Nirxek siyasî yê nêzîkatiyên mîna ku demokratîkbûna Tirkiyeyê me eleqeder nake, nîn e. Gotineke vala û demagojîk e. Yan jî gotinên ku li qehwexwaneyê werin gotin in. Berovajî demokratîkbûna Tirkiyeyê me rasterast eleqeder dike; lewma berpirsyariyên mezin dikeve ser milê me. Kurd bi têkoşîn û serhildanên ku pêk aniye, bûye rastiya gelekî demokratîk û bûye hêza motorê ya demokratîkkirina Tirkiyeyê. HDP di çarçoveya vê berpirsyariyê de hatiye pêşxistin. Ev weke esas berpirsyariya azadkirina gelê kurd e. Ji ber ku heke mirov li ser bingehê demokratîkkirinê pêşî li polîtîkaya qirkirinê negire, pêkanîna azadiya gelê kurd jî zehmet e. Dewleta tirk a qirker jî bi têgihiştina ku kurd wê ji qirkirinê rizgar bibin û bigihijin azadiya xwe, dijminahiya demokrasiyê dike. Ji vî alî ve demokratîkbûna Tirkiyeyê û kurd li ser bingehê xweseriya demokratîk bigihijin jiyana azad û demokratîk, rasterast bi hev dû ve girêdayî ye.
Fikir û polîtîkayên HDP’ê vê yekê armanc dike. Ji ber vê yekê ye ku zextên giran li ser HDP’ê tê kirin û bi hezaran jê tên girtin. Ji ber ku HDP polîtîkaya sed salan a dewleta tirk vala derdixîne. Polîtîkaya herî bingehîn a vê dewletê ew e ku pêşî li demokratîkbûna Tirkiyeyê bigire û kurdan tenê bihêle û biçewisîne. Ji ber ku HDP li dijî vê polîtîkayê weke pêngav û darbeyê tê dîtin, weke dijmin tê dîtin.
Ji bo ku HDP bigihije armancên ku dixwaze, divê gelê kurd bigihije hêza rêxistinbûna herî xurt û têkoşînê. Dîsa hemû hêzên siyasî yên li Tirkiyeyê yên alîgirên demokrasiyê, civakên etnîk û dînî, rêxistinên civakî yên demokrasî divê bigire nav xwe û bibe hêza siyasî ya herî mezin û bi bandor ku siyaseta li Tirkiyeyê diyar bike. Eger hemû rexne û nirxandinên ku di vê çarçoveyê de li HDP’ê were kirin, watedar e. Weke rexneyên ku li HDP’ê hatî kirin tê dîtin. Yan HDP ji vê felsefe, fikriyat û polîtîkayên li ser vî esasî dûrkirin, dibe ku karê hêzên dijberî HDP’ê û yên dixwazin HDP’ê tasfiye bikin be.
‘Rêya HDP’ê Rêya 3’emîn e’
Helbet dema ku fikra HDP’ê tê nirxandin, mijara Rêya 3’yemîn jî pir girîng e. Di nirxandinan de tê gotin ku HDP ji rêya sêyemîn derketiye. Nêrînên we li ser wê çi ne?
Aşkere ye ku rêya HDP’ê Rêya 3’emîn e. Ev jî wateya ku li derveyî olperestî û nijadperestiya AKP û MHP’ê û li derveyhî Kemalîst-neteweperestiya CHP’ê, xwedî helwesteke polîtîk û îdeolojîk e. Me fêm nekiriye ku çawa dibêjin ji vê rêyê derketine. Di têkoşîna siyasî de her tim taktîk hene. Ev weke dûrketina ji xeta siyasî ya îdeolojîk nayên hesibandin. HDP’ê di hilbijartinên parlementoyê de ji bo xwe deng xwest. Kesên deng dane jî dizanin dengê xwe dane çi. Di hilbijartina serokomariyê de dema ku namzetê xwe dernexist û piştgirî da namzetekî din nayê wateya ku ji Rêya 3’emîn derketiye. Bêguman ji bo ku xeta HDP’ê xwedî bandor be, rexneyên girîng hene. Lê hinek dibêjin HDP ji Rêya 3’emîn derketiye û bi vê re dixwazin HDP ji felsefeya xwe ya avabûnê û fikra xwe were dûrxistin.
HDP’ê di hilbijartina herêmî ya sala 2019’an de ji bo ku AKP û MHP têk biçe, taktîkek kir. Encamên girîng ên vî tiştî çêbû. Ne ji bo ku CHP bi ser bikeve ev tişt kir. Ji bo xwe ev tişt kir. Ger wiha nebûya, AKP-MHP wê bi hêztir bibûna û bi awayekî giran êrîşî Kurdan bikira. HDP’ê ji bo demokrasiyê helwestek nîşan da û bi vê re derdorên cihê û alîgirên demokrasiyê yên Tirkiyeyê xwedî li HDP’ê derketin. Nabe ku ev tişt wekî dûrketina ji xeta Rêya 3’emîn were dîtin. Ger Erdogan di hilbijartinên serokomariyê yên 14-28’ê Gulanê de têk biçûya, di warê guhertina demokratîk de dibe ku hinek zemînên objektîf derketa holê.Ev siyaset jî ne xelet bû, lê bi ser neket. Yên ku dibêjin ger di tûra yekem de namzet bihata diyarkirin, belkî Erdogan di tûra duyemîn de têk biçe. Ev fikir e, bi teqez nayê gotin ku wê wisa be. Dema mirov li encama niha binere mirov dikare bibêje ku wisa bûya wê çêtir bûya. Lê belê piraniya kesên ku dibêjin Rêya 3’yemîn pêk nehat, ew in ku dibêjin çima piştgirî dane Kiliçdaroglû û ev axaftinên bi armanca tinekirina HDP’ê ne. Yên ku dibêjin heke di tûra 1’emîn de namzet bihata nîşandan wê Erdogan têk biçûya, gotina wan çiqasî rast e, em nizanin.
Lê belê piştî erdhejê atmosfereke wisa çêbû ku ger HDP’ê namzetê xwe eşkere bikira, piraniya kesên ku dixwestin AKP-MHP biçe, wê hemû sûc têxistina stûyê HDP’ê. Hin ji wan kesên ku dibêjin divê di tûra 1emîn de namzed bihata diyarkirin jî wê ev rewş rexne bikirina.
HDP-YSP wê kîngê ji Rêya 3’emîn derkeve! Heke xîtabî gelên Tirkiyeyê û hêzên demokrasiyê neke, derdorên berfireh neyne cem xwe û bi tenê bibe partiyeke Kurdan wê demê ew ê helwesta xwe ya Xeta 3’emîn winda bike. Ji ber ku Rêya 3’emîn di navbera du blokên li Tirkiyeyê de xîtabî hemû Tirkiyeyê dike.
Rêya 3’emîn bêguman wê taktîkan bişopîne û dibe ku ji yên din zêdetir taktîk û tifaqan bike û xwe bike Rêya 3’emîn. Bêyî ku ji xeta bîrdozî û siyasî ya ku felsefe û ramana xwe ya damezirîner dûr bikeve, dikare vî tiştî bike.
Ger Erdogan têk biçûya wê HDP’ê ev tişt pêk bianiye. HDP û kurdan di tûra 1’emîn û 2’emîn de tişta ku ketiye ser milê wan pêk aniye. Berpirsên sereke yên sedema ku Erdogan têk neçûye, CHP û Maseya Şeşkesî ye.
Yên ku dibêjin HDP ji Rêya 3’emîn derketiye, fêm nekirine ku Rêya 3’emîn çi ye. Kesên ku ji polîtîkaya têkbirina AKP û MHP’ê re dibêjin derketina ji Rêya 3’emîn, a rast dixwazin bibêjin ku bila HDP û kurd polîtîkayê nekin.
Şerê taybet ê li ser HDP’ê tê meşandin di esasê xwe de du alî ye. Tiştekî paradoksî ye ku li aliyekê şîroveyên wekî çima dibe partiyeke Tirkiyeyî û divê vegere berê û ji aliyê din ve jî rexne tê kirin ku HDP gelekî herêmî maye û xîtabî Tirkiyeyê nake. Beriya her tiştî, bi şîroveyên ku dibêjin HDP ji kurdayetiyê dûr ketiye, tifaqa bi hêzên demokratîk ên Tirkiyeyê re bi ser nakeve û divê vegere polîtîkayên xwe yên berê, armanca sereke çi ye?
Ji HEP’ê heta HADEP û DTP’ê, di hilbijartinan de her tim demokratên şoreşger ên Tirkiyeyê jî bûne namzet. Ji ber ku Tevgera Azadiya ya Kurdistanê ne xwedî karakterekî nîjadperest e, helwesteke wisa derketiye pêş. Çepên demokrat ên tirk her tim bûne namzet û bi taybetî ji metropolên Tirkiyeyê hatine nîşandan. Ev jî weke polîtîkaya tevger û partiyên demokratîk ên kurd, pratîktir dibû. Di vî warî de namzetiya çepên demokrat û sosyalîstan bi HDP’ê re dest pê nekir. Lê belê felsefe û ramana damezrandina HDP’ê li ser stratejî û siyaseteke berfirehtir bû. Ev stratejî ne tenê ew e ku hinek demokrat û sosyalîstên ji Tirkiyeyê di çarçoveya partiyê de bibin parlamenter. Wekî ku me di pirsên berê de jî diyar kiribû, armanc ew bû ku tevger û tecrubeya demokratîk a kurd û hemû zanyariyên demokratîk û çepgir ên Tirkiyeyê di nava vê partiyê de kom bibe û têkoşîneke hevpar bimeşîne. Di vî warî de weke partiya ne tenê ya kurdan, di serî de ya çep û sosyalîst û civakên cûda yên etnîk û olî jî, wekî partiya hemû hêzên demokratîk derketiye ser dika dîrokê. Partiya Kurdan e; lê ne bi tenê partiya kurdan e. Partiya hemû bindestan û alîgirên demokrasiyê ye. Ji ber ku li ser esasê demokratîkbûna Tirkiyeyê, ev partî ye ku kurd û elewî di serî de hemû bindest û kedkaran, bigihîne jiyana azad û demokratîk.
Dema ev partî derket holê, ji bo têkbirina HDP’ê kampanyayên reşkirinê dihate kirin û digotin çima ji xwe re nabêje ez partiya kurdan im û nabe partiyeke kurdan. Di vî warî de gotinên ku dibêjin ji kurdbûnê dûr ketiye, ne nû ye. Ji aliyekî ve dezgeha şerê taybet ê dewletê ev yek dikir, li aliyê din jî bi destê alîgirên netewperestên seretayî yên PDK’ê propagandayên wiha dihatin kirin. Lê belê, bi giranî afirînerên vê fikrê û zemîna siyasî ya ku li ser hatiye avakirin, dikirin hedef. Kesên ku feydeya wan ji kurdbûnê re tune, ji bo kurdbûnê tu berdêl nedane û PDK’a ku kurdbûn wekî serweriya li ser du bajaran dibîne, êrîş û antîpropagandayên wisa dikir. Dema ku HDP di hilbijartinan de nekarî xwe bigihîne hedefên ku danîbû pêşiya xwe, him van her du derdoran û him jî şerê taybet û MÎT’ê ev reşkirin zêde kirin. Bi vê yekê re di serî de tê xwestin ku HDP û Tevgera Azadiya Kurd qels bibin. Gotinên ku dibêjin xwedî li daxwazên kurdan nayê derketin, ne ji bo xurtkirina HDP’ê ye û ne ji bo vî tiştî ye ku qelsî û kêmasiyên HDP’ê ji holê rake. Ev gotinên reşkirinê ne û ne rast in.
Jixwe HDP tê rexnekirin. Rexne û xwe rexnekirin dînamîkên pêşketinê ne. Lê belê gotina ku dibêjin HDP ji bo azadiya gelê kurd tênadikoşe, êrîşeke şerê taybet e. Propagandaya reşkirinê ye. Wekî ku mirov ji kesekî re 40 caran bibêje tu dîn î ew ê jî bawer bike ku dîne , li ser vî mantiqî dibêjin. Li bakurê Kurdistanê di nav şertên legal de tu tevgereke din a siyasî tuneye ku bi qasî HDP’ê têkoşîna gelê kurd biparêze. Ji ber vê sedemê bi hezaran ji wan avêtine zindanan û her roj di bin zextên giran de ne. Ji ber ku gelê kurd dest ji têkoşîna xwe ya azadiyê bernade ev hemû pêk tên. Ev têkoşîn tê astengkirin. Ligel ku li ber me rastiyeke wisa heye, dema ku dibêjin Kurdan naparêzin, tê wateya bêwijdaniyê. Di rastiyê de, dûrî aqilan e ku mirov vî tiştî têxe rojeva xwe û li ser wê nîqaşan bike. Ev kes dixwazin HDP’ê di çavê gelê kurd de qels bikin lê giha di bin keviran de namîne. Gelê kurd û hêzên demokrasiyê yên Kurd ne li hundir û ne jî li derve nehatine teslîmstendin. Bêyî dudilî rûmeta Kurdayetiyê, jiyana azad û demokratîk û hemû mafên wê parastine. Dema ev gotin tê kirin jî, diyar dibe armanca wan derdoran çi ye. Ji ber êrîşên trolan û kampanyaya şerê taybet hinek kesên welatparêz û durist jî ji van tiştan bawer dikin. Ew ê jî piştî demeke kurt fêm bikin ku rastî ne wisa ye. Ji ber ku piştî demeke kurt wê derkeve holê ku ev gotin operasyonên guherandina bala mirovan e.
‘HDP jî partiyeke kurdan e lê ne bi tenê ya kurdan e’
HDP jî partiyeke kurdan e lê ne bi tenê ya kurdan e. Ne partiyeke nijadperest e. Di rastiyê de dixwazin HDP’ê ji xeta têkoşîna 50 salî veqetînin û bikşînin ser xeteke nijadperest a ku wê Kurd tê de têk biçe. Ev ne mimkûn e. Wê demê ew ê çavkaniyên xwe yên hêzê winda bike. Di serî de jî wê gelê kurd têk biçe. 50 sal in Kurd bi zihniyet û têkoşîna xwe ya welatparêziya demokratîk a dûrî nijadperestiyê bi ser ketin. Bi vê yekê ew ketin nav gelên bi rûmet ên dinyayê. Bi vê xetê re qefesa qirkirinê parçe kirin. Dewleta tirk a qirker û hêzên şerê taybet, tevî hevkarên xwe PDK’ê dixwazin têkoşîna gelê kurd têk bibin.
Rêber Apo behsa kurdbûna azad a li Amedê û kurdbûna hevkar a li Hewlêrê kir. Di çarçoveya ku ji aliyê Rêbertiyê ve hatî dayîn de, tê xwestin ku kurdbûna azad a ku navenda wê li Amedê ye, bi kurdbûna ku di nava PDK’ê de cih digire, were tasfiyekirin. Ji ber ku di hilbijartinan de serkeftina ku dihate xwestin bi ser neket, rexneyên me û yên gelê me ji xwe re dikin firsend û li hemberî kurdbûna ku navenda wê Amed e, êrîş tên kirin.
Bê guman di her hilbijartinê de aliyên propagandayên ku derkevin pêş hene. Di vê hilbijartinê têkbirina desthilatdariya AKP-MHP’ê dihat armanckirin. Ev yek nayê wê wateyê ku gelê kurd daxwazên xwe yên azadî û demokrasiyê daniye aliyekî. Bi daxûyaniyên ku ji raya giştî re hatî dayîn û civînên cuda, ev yek derketiye holê. Sedemê polîtîkaya têkbirina desthilatdariya AKP-MHP’ê diyar e. Ji ber ku ev desthilatdarî êrîşî hebûna Kkurd, ziman, çand, nasname, destkeftî û xwesteka wê ya jiyana azad û demokratîk dike, bi taybetî ji sala 2015’an ve pir dijwar êrîş dike. Polîtîkaya qirkirina kurdan dimeşîne. Ma gelo bi têkbirina vê desthilatdariyê cudatir, parastinek din ji bo kurdan heye? Ne tenê dijminê kurdîtiyê ye; dixwaze wê ji holê rake. Lewma di vê hilbijartinê de hedefgirtina desthilatdariya AKP-MHP’ê tê fêmkirin. Ku dera vê şaş e? Ji bo parastina zimanê kurd, nasname û jiyana azad û demokratîk û gihiştina statuya siyasî ya xweseriya demokratîk, ev helwest hat raberkirin. Divê tu kes nehesibîne ku li ser rexneyên rast ên hatine kirin, şaşitiyên xwe wê weke rastiyekî bide qebûlkirin.
Tirkiye bi hêzên demokrasiyê tifaq neda qezenckirin jî xapandinek din e. Bê guman divê tifaqa demokratîk hîn zêdetir were berfirehkirin. Beşên Îslamî yên di zihniyeta demokratîk de, yanî kesên xwe têgihiştina Îslama demokratîk jî divê tifaqê de cihekî girîng bigirin. Em jî tevlî vê rexneyê dibin ku di tevlîkirina hin derdorên din de teng dibîne. Me ev yek beriya hilbiijartinê gotibû. Vegerîna berê çi ye! Eger rexneyên wiha têkildarî encamên hilbijartinê tên nirxandin, gelekî şaş e. Ji ber ku beriya HDP’ê bend nedihat derbaskirin bi namzetên serbixwe diketin hilbijartinê û herî zêde 35 parlamenter dihatin hilbijartin. Ev hejmar bi pêkhateyên ku li ser bingehê HDP’ê hatin ba hev, derket sedî 13,5 deng û 80 parlamenter hatin derxistin. Lê piştî 7’ê Hezîranê di encama êrîşên giran de û helbet bi hîleyan di hilbijartinên 1’ê Mijdarê de ji sedî 10’î, 59 parlamenter derketin. Ev rastî îspata vê yekê ye ku HDP partiyek a pir pêkhateyî ye û qezenckirina ku bi hin hêzên siyasî re tifaq ava kiriye. Beriya 7’ê Hezîranê dema ku HDP’ê weke partî biryara ketina hilbijartinê da, kesên ku ev yek weke stratejiyek nû ya têkoşînê nedîtin bi gotina, ji bo ku ji hin kesên ji Tirkiyeyê bibe yek û parlamenteran çêbike çima dikevin vê rîskê; ya rast bi tirsa ku di bin bendê de bimînin û parlamenteran negirin li dijî derdiketin ku bi partiyê re bikevin hilbijartinê. Di rastiyê de bi yên dibêjin ku ev derketinên dijber ên bi vî rengî îro tifaqan nadin qezenckirin, re di nava nêzîkatiyek heman de bû. Berê ji hêzên demokrasiyê ya Tirkiyeyê hin kes dibûn parlamenter, bi HDP’ê re jî li ser esasê demokratîkbûna Tirkiyeyê stratejiyeke nû danîn holê. Partiyên siyasî yên berê û têkoşîna wê di HDP’ê de bi rengekî hundirîn hebûna xwe didomîne. Yanî bi gotina kesên berê, veşartî ye.
‘DBP wê tifaqa kurdî HDP jî wê tifaqa Tirkiyeyê ava bike’
Bê guman tifaqeke Kurdistanî jî heye. Ev ne tifaqên wisa ne ku mirov wan deyne hemberî hev an jî têxe şûna hev. Lê ji bo her tifaqê hevkariya têgihiştinek diyar û yekîtiya wê pêwîst dike. Çawa ku li Tirkiyeyê bi her kesê ku dibêje ez sosyalîstê çep, demokratîk im re tifaq nayê avakirin, ev yek li Kurdistanê jî nabe. Gelo wê çawa bi yên ku êrîşî têkoşîna 50 salan, têkoşîna ku îro tê meşandin dikin re tifaq bê çêkirin! Partiyên ku di aliyê PDK’ê de ji xwe nayên tifaqê. Em dizanin ku HDP têkildarî tifaqa kurdî hesas e. Ya esas ew e ku DBP tifaqa Kurdistanî ava bike, evane jî divê li gel HDP têbikoşin yan jî tifaqa hilbijartinê çêbikin. HDP ne tenê partiyek a kurdan e, bila bibe pêkhateya tifaqa kurdî. DBP wê tifaqa kurdî ava bike. Ya rast jî ev e. DBP pêkhateya HDP’ê ye. Kurdên di nava HDP’ê de, kurdên li ser xeta DBP’ê ne.
Nêzîkatiya em tifaqa kurd çêbikin, tifaqên li Tirkiyeyê biçûk bixin, ne xeta DBP’ê ye. Ev nêzîkatî şaş e. Yek ji wezîfeyên herî bingehîn ya tevgera kurd jî, bi hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê re pêşxistina têkoşîna hevpar e û li pêşiya mêtingerî û qirkirina li hemberî têkoşîna azadiyê ya gelê kurd, bûyîna asteng e. Yek ji astên girîng a ku gelê kurd pê bigihije jiyana azad û demokratîk, ev e. Her kes dizane ku Tevgera Azadiya Kurd ji bo yekîtiya gelê kurd hewldanek mezin raber kiriye. Nexasim ji ber ku polîtîkayekî rast tê şopandin, ji bo yekîtiya gelê kurd geşedanek girîng çêbûye. Tê zanîn ku li bakurê Kurdistanê di navbera ji sedî 70-80’î de yekîtiyek hatiye avakirin. Bê guman divê ev yek hîn zêdetir were pêşxistin.
Gotinên ku HDP mafên gelê kurd qasî ku têrê dike naparêze, ne rast in. Bê guman rast e ku di têkoşîna li dijî dewleta tirk a qirker û mêtinger de qels maye. Eger ev têkoşîn bi rengekî bi bandor neyê kirin jî, ne mijara gotinê ye ku gelê kurd mafên xwe bi dest bixe û bigihije statuyekî. Lewma ji vî alî ve çiqas were rexnekirin di cih de ye. Divê sedemên ku têkoşîn bi rengekî bandor nayê kirin, ji holê rabe. Xeta HDP’ê rast e; ev nabe pratîk, dema ku hat gotin ku divê kêmahî werin derbaskirin rexne wê demê bi wate û nirx dibin. Rexneyên ku ji bo xurtkirina HDP’ê tên kirin, rast in. Lê gotina ku bila HDP felsefeya xwe ya avakirinê û fikriyeta xwe berde jî zemîneke cuda ya rexneyê nîşan dide. Hewl tê dayîn ku were nîşandan ku ev rexne ji nava gel tên. Ev yek jî ji derveyî operasyona şerê taybet, MÎT û PDK’ê tiştek din nîn e. Hin mirovên me bi niyeta baş tiştên wiha bibêjin, vê rastiyê naguherîne.
‘HDP partiyek e ku ji pirsgirêkên bingehîn yên li Tirkiyeyê re çareseriyê pêşniyaz dike’
Li aliyek din jî propaganda tê kirin ku HDP bi tu awayî nebûye Tirkiyeyî û herêmî maye. Nirxandinên ku HDP bi bûyîna Tirkiyeyîtiyê ji fikriyeta çareserkirina pirsgirêka kurd û bi çareserkirina pirsgirêka kurd demokratîkkirina Tirkiyeyê qut bûye, çiqas rast e, eger ne rast be em bi van nirxandin rû bi rûyê çi ne?
HDP partiyek e ku ji pirsgirêkên bingehîn yên li Tirkiyeyê re çareseriyê pêşniyaz dike. Li aliyê din jî partiyeke ku hemû demokrasiya Kurdistan û Tirkiyeyê di xwe de şênber kiriye. Partiyek e ku dixwaze pirsgirêkên bingehîn ên Tirkiyeyê li ser bingehê demokratîkbûna Tirkiyeyê çareser bike. Mijara bi çareserkirina pirsgirêka Kurd demokratîkbûna Tirkiyeyê, ketiye nava hev de. Ji ber rastiya Tirkiyeyê her du jî wê di heman pêvajo û kêliyê de pêk were. Bê guman demokratîkbûna Tirkiyeyê û çareseriya pirsgirêka Kurd a li ser esasê azadî û demokrasiyê, ne mijareke ku wê tenê bi HDP’ê re pêk bê. Gelek astên wê û aktorê wê hene. Eger mirov bihesibîne ku tenê bi HDP’ê û bi têkoşîna wê, wê çareser bibe, ev xapandinek e. HDP partiyek e ku bang li giştî Tirkiyeyê dike. Ji vî alî ve ji xwe bi avabûna xwe bûye Tirkiyeyî. Bi bername û polîtîkaya xwe ev yek pêk aniye. Têkildarî vê yekê pirsgirêkek tuneye. Bê guman di pratîkbûnê de pirsgirêk hene. Li aliyê din li gorî rewşa siyasî ya demî, hin mijar hîn berê derdikevin. Mirov nikare vê wisan binirxîne ku HDP ji xeta xwe qût bûye. Ji vî alî ve mîna pirsgirêka Kurd, mîna pirsgirêka Elewî, pirsgirêka jinê, pirsgirêka kedkaran û hin ji pirsgirêkên bingehîn dem bi dem hîn zêdetir derdikevin pêş. Mirov nikare vê yekê wisan binirxîne ku herêmî maye yan jî polîtîkayekî teng dişopîne. Ya girîng nêzîkatiya polîtîk a giştî ye û eger di polîtîkayên wan de tengbûn û herêmiyek hebe, hingê mirov dikare rexne bike.
Têkildarî bangkirina li Tirkiyeyê wezîfe hîn zêdetir dikeve ser milê hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyî yên di nava pêkhateyên HDP’ê de. Li qadên mîna Enetoliya Navîn û Deryaya Reş divê hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyî, demokrat û sosyalîst hîn zêdetir bixebitin. Yên dibêjin nabe Tirkiyeyî, herêmî dimîne di esasê xwe de pirsgirêka Kurd weke pirsgirêka herî bingehîn a Tirkiyeyê nabînin. Yên ku pirsgirêka Kurd pirsgirêkek a Tirkiyeyê dibînin, yên pirsgirêka Kurd destpêka pirsgirêka herî bingehîn a Tirkiyeyê dibînin, dikarin ji bo HDP’ê nirxandinên wisa bikin. Ev rewş tê fêmkirin. Lê dema mirov li ser felsefe û fikriyeta HDP’ê bi baldar be, ev rexne ne li gorî xeta HDP’ê, li gorî nêzîkatiyên polîtîk ên îdeolojîk divê were dîtin.
WÊ BIDOME.