Nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê Ahmet Kanbal li Mêrdînê hat binçavkirin
Nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Ahmet Kanbal, li Mêrdînê dema diçû mala xwe ji aliyê polîsan ve hat sekinandin û binçavkirin. Nehat zanîn ku Kanbal ji ber çi hatiye binçavkirin û polîsan ew bir Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr.
Nûçegihanê MA’yê Kanbal, piştî nelirêtiyên li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ku di dema qeyûm de hatibûn kirin aşkera kirin û kir nûçe hedef hatibû girtin û her wiha ketina wî ya şaredariyê jî hatibû qedexekirin. MÊRDÎN