Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Nûçegihanê MA’yê Aslan: Lêgerîna tazî ferz kirin

Nûçegihanê MA’yê ku ji ber xebatên xwe yên rojnamegertiyê hat girtin, ragihand ku di ketina girtîgehê de lêgerîna tazî ferzî wî hatiye kirin

Nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Mehmet Aslan, di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Antalyayê bi rêve bir de, di 5’ê çileyê de li Stenbolê di serdegirtina malê de hatibû binçavkirin û girtin. Hatibû îdîakirin ku Aslan di ketina Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê de, lêgerîna tazî ferzî wî hatiye kirin. Birayê Aslan Mehmet Şîrîn Aslan ê roja çarşemê hevdîtina telefonê bi birayê xwe kir de, da zanîn ku birayê wî Aslan îdîaya lêgerîna tazî piştrast kiriye.

Birayê Aslan, diyar kir ku birayê wî di ketina girtîgehê de, bi awayekê şikandina rûmetê rastî ferzkirina lêgerîna tazî hatiye û destnîşan kir ku ev rewş li hemû girtîgehan belav bûye. Bira Aslan da zanîn ku birayê wî ev rewş îtîraz kiriye û xwestiye qeydên kamerayan bên temaşekirin û wiha got: “Lê rêvberiya girtîgehê ji bo vê îtîraza birayê min tişte negotine. Îdare li dijî vê îtîraza wî derketiye. Birayê min di hevdîtinê de ji min re got, ‘ez ê bi nasnameya xwe ya rojnamegertiyê li dijî hemû binpêkirinên mafan derbikevim û ez ê li hemberî vê rewşê bêdeng nemînim. Ez li ku derê dibim bila bibim, ez ê li du heqîqêtê biçim û li dijî bêmafiyan pênûsa xwe ji destên xwe danaynim. Li qada ku ez lê me, dîsa rojnamegertiya xwe dewam bikim. Girtina min li hemberî vê yekê ne astenge.’”

Li ser girtiyan zext hene

Aslan destnîşan kir ku ji ber çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, rêveberiya girtîgehê xwarinê kêm dide wan û wiha domand: “Girtiyên bi navê Hasan Yakût, Ferhat Konûk û Hasan Katar piştgiriyê didin greva birçîbûnê. Ji ber ku girtî piştgiriyê didin greva birçîbûnê hemû xwarin û vexwarinên wan hatine astengkirin. Dîsa rayedarên girtîgehê nameyên girtiyan nadin wan û dayîna pirtûkan sînordar kirine. Gelek caran bi awayekê keyfî jî pirtûkan nadin girtiyan.”

Parlamenterê HDP’ê yê Kcocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû jî duh di axaftina xwe ya Lijneya Giştî ya Meclisê de, lêgerîna tazî ya li ser Aslan hatibû ferzkirin, anîbû rojeve meclisê. Gergerlîoglû di axaftina xwe de wiha gotibû: “Birayê nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê Mehmet Aslan li min geriya. Ji min re got, ‘Dema ku birayê min dikeve Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê, bi awayekê şikandina rûmetê rastî lêgerîna tazî tê.’” STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar