Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Nûçegîhanê Rojnewsê 20 rojin di bin çavan de ye

Nûçegihanê Rojnewsê Biryar Mihemed di 21’ê tebaxê de ji aliyê asayiya Hewlerê ve hat binçavkirin û hêj aqûbeta wî nayê zanîn.  Komîteya Parastina Rojnamegeran CPJ a navnetewî der barê binçavkirin û wendakirina nûçegihanê Rojnewsê Biryar Mihemed de daxuyaniyek nivîskî weşand û diyar kir ku ji 21’ê tebaxê heta niha kes nikare serdana Rojnameger Biryar Mihemed bike

Nûçegihanê Ajansa Rojnewsê yê Hewlêr Biryar Mihemed di 21’ê tebaxê de ji aliyê asayîşa Hewlêrê ve hat binçavkirin û 20 rojin aqûbeta wî nayê zanîn. Komîteya Parastina Rojnamegeran CPJ li ser malpera xwe daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de bal kişand ser nûçegîhanê Rojnewsê Biryar Mihemed û ev tişt ragihand: “Li gorî zanyariyên me ji edîtorê RojNews Soran Hisên wergirtî, Biryar Mihemed li ser nûçeyên xwe ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatiye binçavkirin. Asayîş diyar dike ku Biryar bi awayek ne yasayî karê rojnamegeriyê kiriye. Lê hêzên ewlekariyê vê yekê jî bi fermî ranegihandine û tu daxuyanyek wan li ser nîne. Herwiha RojNews diyar dike ku Biryar Mihemed 2 sale weke nûçegihanê wan kar dike û endamê Sendîkaya Rojnamegeran e. Hikumet pitgiriya sendîkayê dike. Rêveberê asayîşa Hewlêr Tariq Nurî diyar kiriye ku Biryar endamek pêşmerge bû lê li gorî RojNews Biyar di sala 2016’an de ji pêşmergetiyê hatiye dûrxistin.”

Edîtorê ajansa Rojnewsê Soran Hisên li ser binçavkirina Biryar Mihemed bi CPJ’ê re peywedî danî û ji CPJ’ê re got; “Em nizanin ji bo çi Biryar hatiye binçavkkirin. Lê li ser bombebaranên dewleta tirk yên li herêma dibin desthilatdariya PDK’ê de nûçe çêkiriye.”

CPJ di dewama daxuyaniya xwe de wiha dibêje: “Li gorî agahiyên me girtine, hîn jî tu kes nikare serdana Biryar bike.”

Nûçegihanê Rojnewstê Zubêr Bradostî jî di 21’ê tîrmehê de ji aliyê hêzên çekdar yên ser bi PDK’ê ve li herêma Bradost hatiye binçavkirin. Ji wê rojê ve jî aqûbet Zubêr nayê zanîn. SILÊMANÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar