Erdogan li ber Esed digere da ku wî bibîne!

Rejîma AKP'ê bi serkêşiya Erdogan serkêşê sereke bû ji sedemên wêranbûna hemû bajarên Sûriyeyê û perîşanbûna xelkê wê re. Ev rejîm û dewleta tirk...

Biryara berxwedana 14’ê Tîrmehê biryara sekeftina şoreşê ye

14’ê Tîrmehê, di dîroka rêxistina me de ji bo nasnama rêxistinê, dikare were gotin di demek herî bi qehirde li ser bingeha hebûna xwe...

Çarşamba - 17 Temmuz 2024

Nûçeya Çelîk ku gotiye zarok di bin wesyîtên zirxî de dimîne bûye sûc

Di îdianameya rojnamevan Omer Çelîk de, gotinên wî yên der barê wesayîtên zirxî ku zarok pê jiyana xwe ji dest didin kirina nûçe weke sûc hatiye dîtin her wiha tecrîda Îmraliyê û zextên li ser kurdan de anîna ziman jî wekî "Zirar daye dilsoziya kurdan a ji bo dewletê" hatine îdiakirin.

Îdianameya der barê rojnamevan Omer Çelîk de ku di 8’ê hezîrana 2022’yan de li Amedê hatibû binçavkirin û di 16’ê hezîranê de hatibû girtin, hat qebûlkirin. Çelîk dê tevî 14 jê girtî 17 hevpîşeyên xwe di 11’ê tîrmehê de li Dadgeha Cezayê Giran a 4’an a Amedê derkeve pêşberî dadger. Di îdianameyê de bernameyên ku rojnamevanan çêkirine, hevdîtinên wan ên bi mêvanên bernameyan re û hevpeyvînên wan wekî hincet hatine nîşandan û bi “endamtiya rêxistinê” hatine sûcdarkirin.

Di îdianameyê de nîqaşên di bernameyên Stêrk TV û Medya Haber TV’yê de hatine destnîşankirin.

Mijarên di bernameya “Amed’ten Bakiş” ku Çelîk her hefte bi mêvanên cuda çêdikir, sûc hatine hesibandin. Di îdianameyê de şîrovekirina tecrîda li ser Rêberê       Gelê Kurd Abdullah Ocalan û zextên li ser kurdan wekî “Zirara daye dilsoziya kurdan a ji bo dewletê” hatine îdiakirin.

Di îdianameyê de ji bo gotina “komploya navdewletî” ku Çelîk wiha bilêv kiriye, hatiye îdiakirin ku Çekîk “li gor argumanên rêxistinê” hereket kiriye. Di îdianameyê de dozger van gotinan spartiya hin daxuyaniyên KCK’ê yên di dîrokên cuda de.

Her wiha di îdianameyê de îşaret bi nirxandinên li ser îdiayên der barê Parlementera HDP’ê ya berê Semra Guzel ku niha girtiye, hatiye kirin. Çelîk îdiayên çapemeniya nêzî hikûmetê yên der barê Guzelê de wekî “kampanyaya lînckirinê” binav kiriye. Di îdianameyê de ev pênaseya Çelîk wekî “rewakirina PKK’ê” hatiye derpêşkirin.

Hin nûçeyên Çelîk jî wekî delîla sûc hatine hesibandin. Nûçeya Çelîk a têkildarî zarokên di bin wesayîtên zirxî de mane û jiyana xwe ji dest dane û nûçeyên wî yên der barê bûyerên 28’ê adara 2006’an ên li Amedê û bajarên din û analîzên wî yên der barê Newrozê de sûc hatine hesibandin.

Beyanên şahidên veşarî û wêneyên wî yên nûçeyan jî sûc hatine hesibandin. Beyanên şahidê veşarî “CV23TY45UP78” ku di heman demê de şahidê veşarî yê doza betalkirina alîkariya xezîneyê ya HDP’ê ye jî, di îdianameyê hatin bicihkirin. Vî şahidê ji bo Çelîk gotiye “bername çêkirine.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar