Dilê min hebû ez îro rewşa saziyên zimên bikim mijara nivîsa xwe lê ziman bi jiyanê ve têkildar e, dengê jiyanê ye, li zindanan greva birçîbûnê heye û zimanê ku dengê jiyanê ye divê vê rewşê bideng bike. Beriya ku dereng bibe ez ê navberekê bidim mijarên zimên û vê rewşa lezgîn bi qasî cihê ku dengê min bigihîjê ez ê biqirîm.
Girtiyên azadiyê ji 27’ê mijdara 2020’î ve, bi şiyara ‘bes e ji faşîzim, dagirkerî û tecrîdê re; dem dema azadiyê ye’ dest bi greva birçîbûnê kirine û girtiyan bang li gelê kurd kiriye ku bi hestewarî tev li pêvajoyê bibin. Rewşa girtiyan ev e. Tu tiştekî berxwedanê di destê wan de nemabe jî bi laşê xwe berxwedana xwe didomînin. Em ê vegerin vê mijarê lê beriya wê em li dîroka greva birçîbûnê binêrin.
Şopên greva birçîbûnê di dîroka cîhanê de gelek dûr in. Teşegirtina wê jî li hemberî neheqiyekê dema tu riya çareseriyê nemabe, kesên neheqî li wan bûne, li cihekî ku tê dîtin xwe birçî hiştine, xwarin nexwarine û bi vê birçîbûnê hem diyar kirine ku neheqiya heyî qebûl nakin hem jî bi birçîbûna xwe xwestine dengê xwe bigihînin wijdanê kesên din û Xwedê. Li Îrlandayê beriya baweriya xiristiyaniyê, gelê îrlandî dema bi neneheqiyeke ku li hemû civakê bandor bike re rû bi rû mane û nikaribûne vê neheqiyê ji holê rabikin, bi komî xwe birçî hiştine ku dengê wan bigihîje Xwedê, Xwedê bi hawara wan ve were û pêşî li vê neheqiyê bigre.
Li Hindistanê kesê/a lê neheqî hatiye kirin li ber deriyê kesê/a ku neheqî kirî xwe birçî hiştiye, bi gotina îro ketiye greva birçîbûnê da ku hemû alemê ji vê neheqiyê haydar bike û weke hawarekê dengê xwe bigihîne kesên xwedanwijdan. Dema derketina xiristiyaniyê em şopên greva birçîbûnê li Romayê dibînin. Li hember neheqiya rêvebirên Romayê bawermendên xiristiyan xwe birçî hiştine, ketine gireva birçîbûnê. Ev şop ji kurahiya dîrokê ber bi rojên me ve her xurtir bûne. Her ku şop xurt bûne dema grevan jî dirêjtir bûye û mixabin di sedsala dawî de gelek kes ji bo bal bikişînin li ser neheqiyê, di greva birçîbûnê de jiyana xwe ji dest dane.
Di sedsala bîstî de rewş û rengên grevên birçîbûnê diguherin. Kesên têkoşer, kesên dikarin çareseriyê peyda bikin, kesên ku gel hawara xwe digihîne wan bi navên rêxistin û fikrên cur bi cur dertên. Pergalên heyî ji vê rewşê nerazî ne, hebûna van kesan ji bo xwe xetere dibînin û wan dikin zindanan ku karibin pêşî li têkoşîna wan bigrin, lê têkoşerî bi gotina Marx di her şert û mercî de hêza guherînê ye. Têkoşerên zindanan jî diyar dikin, heta rih di canê wan de hebe, heta hilm di devê wan de hebe ji bo guherînê ew ê têbikoşin.
Ne tiştekî veşarî ye ku kesên bijare û maqûlê kurdan dikin pişt heft deriyan. Kesên dikarin pêşengî ji civaka xwe re bikin, kesên dikarin pirsgirêkan çareser bikin, kesên dikarin li hemberî neheqiyan rawestin bi kurt û kurmancî kesên li ser bêjingê mayî, dikin pişt heft deriyan û bi vî awayî dixwazin wan bêdeng bikin. Kî tune di pişt wan deriyan de, şivan, gundî, bajarî, cotkar, siyasetmedar, dîrokzan , mamoste, bijîşk, endezyar, nivîskar, lêkolîner, mela, …. Hemû jî bijartiyên civaka xwe ne, hemû jî kesên dikarin pêşengiyê bikin. Niha di pişt heft deriyan de, di greva birçîbûnê de ne.
Li zindanan! Belê li zindanan greva birçîbûnê heye. Bijartiyên civakê dixwazin balê bikişînin ser rewşekê. Ew niha li pişt heft deriyan e, li dora wan dîwar li dora dîwaran dîwar hatine lêkirin. Naxwazin ne kes dengê wan bibihîze û ne jî wan bibine, lê ew ji bo dengê wan bigihîje cihekî, ji bo bi dîmenên xwe bal bikişînin nelirêtiyekê di grevê de ne. Hûn dengê wan bibihîzin ew ê tiştên ku dixwazin çi ne ji we re bêjin.
Deng hene di bêdengiyê de olan didin
Deng hene ji sînorên aqilî wêdetir in
Deng hene bi dilî tên bihîstin
Û deng hene, diqîrin
………. bibihîzin