Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Nûjiyan wek navê xwe lêgera jiyana nû bû’

Ragihandina Jina Azad (RAJIN) nûçegihan Nûjiyan Erhan ku Adara 2017’an ji hêla hêzên çekdar ên PDK’ê ve hatibû şehîdxistin, bi bîr anî. RAJIN diyar kir ku Nûjiyan wek navê xwe li dû lêgerîna jiyana nû bû û di oxira wê lêgerînê de gihişt şehadetê

Xebatkara çapemeniya kurd Nûjiyan Erhan dema hêzên bi ser PDK’ê ve 3’yê Adara 2017’an êrîş birin ser bajaroka Xanesorê ya Şengalê bûbû hedef û birîndar bûbû. Erhan ku ji serê xwe birîndar bûbû û rakiribûn nexweşxaneya Hesekê 22’yê Adarê şehîd bûbû.

Têkildarî salvegera şehadeta Nûjiyan Erhan Ragihandina Jina Azad (RAJIN) daxuyaniyeke nivîskî weşandin û Erhan bi bîr anîn.

Daxuyaniya RAJIN’ê wiha ye: “Ji bo ku em hevrê Nûjiyan û armanca wê fam bikin, watedarkirina navê wê tenê bes e. Em dizanin ku nav di teşedana qerekter û çarenûsa her mirovekî de diyarker e, lê ne bi qasî navê Nûjiyan. Navê Nûjiyan, ne tenê lêgera wê, her wiha lêgera gelê ku di oxira wê de canê xwe fedakiriye jî îfade dike. Ev jî lêgera Jiyana Nû ye. Ji bo wê Nûjiyan dibêje, her rêwitiyek armanceke xwe heye. Armanca Nûjiyan jî wateya navê wê ye.

Hevrê Nûjiyan Erhan bi çerçoveya pêngava mertalên zindî di sala 2005’an de berê xwe da çiyayên azad. Hevkar û hevrê Nûjiyan piştî salên dirêj ên têkoşînê li çiyayên azad bi fermana 73’yan a li ser warê qedîm ji bo bibe çav,guhê êş û azarên jinên êzidî û ji bo bibe henaseya tilîyên Edûlên hemdem bi hêrs, kelecan û azweriyeke mezin li Êzdîxanê bû.

Dema ku çeteyên DAIŞ’ê bi armanca qirkirinê di 3’yê Tebaxa 2014’an de êrîş birin ser Êzdîxanê, di wê demê de, PDK ya ku êzidî bêparastin li nav lepên çeteyên hov hişt, ne cara yekê bû ku dîrokê şahidî li xiyaneta PDK’ê  dikir. Heman PDK ya ku bi xiyanetê rê ji qirkirina êzidiyan re vekir, vê carê di 3’yê Adara 2017’an de êrîş bir ser parêzvanên Êzidixanê şervanê YBŞ, YJŞ û HPG’ê. Di dema vê êrîşa xiyanetkar de hevrê Nûjiyan dîsa li pêş bû û vê carê jî xiyaneta duyemîn a li ser êzidiyan pêk dihat belge dikir. Pêşeng û kedkara çapemeniya azad Nûjiyan Erhan dema ku dîmen digirt, bû hedefa guleyên pêşmergeyên PDK’ê û giran birîndar bû û di 20’ê Adarê de jî tev li nava karwanên şehîdên azadiyê bû.

Hevkar û hevrê Nûjiyan Erhan li Êzdîxanê bi pênûs, wênegir û kamereya xwe ne tenê hovitiya ku li ser êzidiyan, bi taybetî jî hovitiya li ser jinên êzidî pêk hatî nîşan dida û her dem li eniyên pêş berxwedana jinên êzidî jî pêşan dida. Dîsa li gel vegotina têkoşîna tolgirtinê ya jinên êzidî, rêxistina jinan a ji bo jiyana nû li Êzdîxanê jî di her nivîseke ku dinivîsand û di her dimeneke ku digirt de nîşan dida.

Ji bo wê em dibêjin heta têkoşer û lêgera li jiyana nû hebin, wê hevriya bedew û devbiken Nûjiyan bijî. Çawa ku Nûjiyan Erhan bû şopdarê Gurbetan, Xalîlan, Denizan, Hebûnan û gelek hevrêyên mîna wan, em ê jî li ser heman şopê bibin hevrê, bibin lêgerînerên Jiyana Nû û bibin Nûjiyan.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar