Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Nûnera Neteweyên Yekbuyî: Emê daxwazên Şingaliyan ragihînin aliyên peywendîdar

Nûnera NY'ê Jeanine Hennis-Plasschaert serdana Şingalê kir. Jeanine li navenda Tugaya 20’an ya leşkerên Iraqê, bi hemû aliyên siyasî yên Şingalê re civiya

Navenda Nûçeyan

Nûnerê Şîayên Şingalê û nûnerê YNK’ê yê li Şingalê diyarkirin ku di civîna bi nûnera Neteweyên Yekbuyî re carek din behsa lihevkirina di navbera Hewlêr û Bexdayê de hat kirin. Nûnerê Şîayên Şingalê û endamê YNK’ê gotin ku wan hemû daxwazên xelkê Şingalê ji nûnera Neteweyên Yekbuyî re ragihandine û gotin; “Nûnera NY jî gotin ku ewê daxwazên Şingaliyan ragihînin aliyên peywendîdar.”

Nûnera Neteweyê Yekbûyî Jeanine Hennis-Plasschaert serdana Şingalê kir. Jeanine li navenda Tugaya 20’an ya leşkerên Iraqê, bi hemû aliyên siyasî yên Şingalê re civiya.Seyîd Mehmud El Aracî qala naveroka civîna hemû aliyên siyasî ya bi nûnera NY’ê re kir û got; “Di civînê de carek din lihevkirina di navbera Iraq û Herêma Kurdistanê de hat nîqaş kirin. Aliyên tevlî civînê bûyîn xwestin bizanin bê ka çiqas rolê Neteweyên Yekbûyî di nava vê peymana di navbera Iraq û Hewlêrê de heye? Lê mixabin nûnera NY’ê Jeanine vê mijarê bi awayek zelal venekir û tenê got, ‘Ew meseleyên di navbera Iraq û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ye.’

Mehmût El Aracî di dewamê de got ku Şingal piştî fermanê ziyanek mezin ditiye û divê neyê paşguh xistin. El Aracî desnîşankir ku divê ji her alîve ji bo Şingalê xizmet were kirin, ji ber xelkê Şingalê di 2014’an de li hemberî çeteyên DAIŞ’ê şer kir. Aracî got; “Nabe Şingal were paşguhxistin, ev ne bese carek din peymanên nû li ser wan têne îmze kirin. Bi peymanên qirkirinê heya niha tiştek çareser nebûye.

Nûnerê Yekitiya Nîşman ya Kurdistanê (YNK) Dawid Cidî ê li Şingalê jî li ser naveroka civînê axivî. Dawid got ku di civînê de rewşa Şingalê hat axavtin û wiha pêde çû; “Hem li ser vegera penaberên Şingalê, hem jî xizmeta ji bo Şingalê nêrîn hatin girtin. Lê me bi xwe carek din ji bo nûnera NY ragihand ku peymana li ser Şingalê hatî îmzekirin, ne di berjewendiya xelkê Şingalê deye.”

Endamê YNK’ê Dawid got ku pêwîstiya xelkê Şingalê bi îradeya heye û wiha dawî li axavtina xwe anî; “Me carek din daxwazên pêkhateyên Şingalê bi nûnera Neteweyên Yekbûyî re parvekir. Nûnera NY jî ji mere got ku ewê hemû daxwazên Şengaliyan bigihîne hikumeta Iraqê.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar