Ji bo tevahiya gelên Îraqê ev hilbijartin pir girîng bûn û taybet ji wan herêmên ku dikevin ber madeya 140’an li gor destûra bingehîn a Îraqê. Ji van herêman Kerkûk û Mûsil herêmên herî berçav in ku bi salan e li ser van herêman nakokî hene û bi tu awayî nehatine çareser kirin. Piştî êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya di 2014’an de, ev dibe cara yekemîn ku li van herêman hilbijartin pêk tên. Ev jî dibe firsend ji bo gel ku hesabê kêmasiyan ji rayedaran bixwaze û nûnerê xwe yê rasteqîn bi ser bixe.
Ji ber ku di dema êrîşa çeteyên DAIŞ’ê de PDK’ê li Kerkûk û Mûsilê heya astekê desthilatdar bû û dizanî ku wê li van herêman wekî berê deng bi dest nexe, her wiha ew ê nikaribe li meclisên parêzgehan bibe xwedî biryar. Ji ber vê PDK’ê dest bi siyaseteke din kir û xwest dengê kurdan belav bike.
Ev plana PDK’ê bi desteka dewleta tirk a dagirker pêk hat, ji ber ku di pêvajoya hilbijartinê de gelek hevdîtin di navbera rayedarên PDK’ê û dewleta tirk de pêk hatin ku di van hevdîtinan de mijara hilbijartinên li Kerkûk û Mûsilê yek ji mijarên sereke bû. Ji ber ku PDK’ê rê neda li Kerkûkê kurd bi lîsteke hevpar biçin hilbiajrtinan û PDK’ê bi xwe gelek kes kirin namzet ji bo parêzgeha Kerkûkê, ev yek bû sedem ku zêdetir ji 40 hezar dengên kurdan belav bibin û kurd wek tê xwestin nikaribin nûnerên xwe rêkin meclisê.
Li ser Mûsil û bi taybet Şengalê jî ev siyaseta PDK’ê bi dijwarî hate meşandin lê di havîna 2023’an de bi pêşengiya Rêveberiya Xweser a Şengalê bi avakirina Koordînasyona partiyên siyasî û civakî yên Şengalê rê li ber polîtîkaya PDK’ê ya belavkirina aliyên siyasî yên Şengalê hate girtin.
Ev Koordînasyona hate avakirin bû pêngaveke girîng ji bo partiyên li Şengalê ku bi yek lîsteyê biçin hilbijartinên parêzgeha Mûsilê. Li ser wî esasî di serî de PADÊ ku nûnertiya siyasî ya Rêveberiya Xweser a Şengalê dike, YNK û Partiya El Refa a serokeşîrên deşta Nînowayê bi navê Yekîtiya Gelên Nînowayê bi lîstekê çûn hilbijartina û karibûn rê li ber siyaseta PDK’ê bigirin.
Lê PDK’ê serkeftina kurdan bi serkeftina xwe ve girêda ‘Eger ez sernekevim bila ti aliyên din jî bisernekevin’, bi vê siyasetê re li Şengal û Şêxanê gelek kes kirin namzet û ev jî bû sedem dengên Êzidiyan belav bibin.
Ji fermana 3’ê Tebaxa 2014’an heya roja me ya îro PDK rê li ber vegera xelkê Şengalê digire, ji bo venegerin ser axa xwe û di dema hilbijartinan de dengê wan ji bo xwe bibe. Di nav kampên koçberan de 54 hezar kes mafê wan ê dengdanê hebû, ji vê hijmarê nêzî 30 hezar kesî çûn ser sindoqan, pişt re derket holê ku gelê Êzidî di nava kampan de gelek ji wan dengê xwe bikar neanîne û deng bi ti kesekî nedane.
Lê dîsa jî PDK’ê karibû ji Êzidiyên nav kampan û herêma Şêxanê bi qasî 20 hezar dengan bistîne bê ku nûnerekî Êzidiyan bişîne Meclîsa Mûsilê, tenê jineke Êzidî karibû li ser lîsta PDK’ê biçe meclisê ew jî ne ji ber hejmara dengên wê zêde bû, belkû ji ber kotaya jin biser ket.
Ji ber ku di nava van salên dawî de hejmara xelkê vegeriyan Şengalê hinekî zêde bû, pêkhateyên Şengalê karibûn nûnerê xwe yê rasteqîn bişîne meclîsê, Qasim Keşko ku nûnerê Rêveberiya Xweser a Şengalê ye, li ser lîstrya Yekîtiya Gelên Nînowayê bû serkeftiyê yekemîn di Şengalê de.
Qasim Keşko wekî nûnerê berxwedaniya Şengalê ya li hemberî DAIŞ’ê tê dîtin û bi vê armancê serkeftin bidest xist. Serketina Qasim Keşko derbeke mezin bû ji bo PDK’ê ji ber ku niha ti kes nikare bêje ez xwediyê Şengalê me ji bilî xelkê Şengalê ku ji dema fermanê de li Şengalê mane û li ber xwe dane. Dixwazim di vir de bêjim, Qasim Keşko ku yek ji wan kesan bû di şerê li hemberî DAIŞ’ê de li Şengalê ma û li ber xwe da, ji wê demê heya niha ji aliyê PDK’ê ve rê bi wî nehatiya dayîn ku seredana başûrê Kurdistanê û Laleşê bike.
Li Şengalê siyaseta PDK’ê ya belavkirine dengên êzidiyan heya astekê biserneket û xelkê Şengalê nûnerê têkoşîna li hemberî DAIŞ’ê rêkirin Meclîsa Parêzgeha Mûsilê.