Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Nûnerên Dêrsimê: Seyîd Riza bîr û nirxê gel e

Nûnertiyên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ên Dêrsimê bersiv da bêhediya ‘Partiya Vatan’ ê. Nûneran diyar kirin ku Seyîd Riza bîr û nirxê gel e ji bo gelê Dêrsimê jî remzek e. Nûneran hewldana ‘Partiya Vatan’ê weke hewldaneke provakatîf nirxand

Partiya Vatanê ji bo ku peykerê Seyîd Riza li Qada Seyîd Riza bê rakirin û navê Seyîd Riza li tu deveran neyê kirin, serî li Walîtiya Dêrsimê û Şaredariya Dêrsimê da. Hewldana provakatîf a Partiya Vatanê rastî bertekên tund tê. Têkildarî mijarê nûnerên partiyên siyasî û komeleyên li Dêrsimê ji MA’yê bi Semra Turan re axivî.

Der barê mijarê de parlamenterê CHP’ê yê Dêrsimê Polat Şaroglu anî ziman ku serlêdana Partiya Vatanê aramiya li Dêrsimê aloz dike. Şaroglu got ku Seyîd Riza nirxê civakê ye û ji bo civakê xwedî wateyeke mezin e. Şaroglu diyar kir ku dê li dijî vê serlêdanê derkevin.

Têkildarî mijarê serokê Rêxistina Partiya Kedê (EMEP) ya Dêrsimê Ergîn Tekîn jî bi lêv kir ku Partiya Vatanê bermahiya feraseta neteweyî û yekperest e û wiha domand: “Partiya Vatanê bi serlêdana xwe nêzîkatiya xwe ya li hemberî pirsgirêka kurd zelal kiriye. Seyîd Riza ji bo gelê Dêrsimê remzeyek e. Seyîd Riza kesayeteke li dijî Komkujiya Dêrsimê xwe parastiye. Seyîd Riza nasname û bîra xelkê Dêrsimê. Xwedî derketina Seyîd Riza di heman demê de dij derketina Komkujiya Dêrsimê ye. Li dijî van serlêdan û hewldanan em ê bi gelê xwe re li her deverekê helwesta xwe nîşan bidin.”

‘Partiya Vatanê berdewamiya zîhniyeta Îttîhat Terakkî ye’

Di heman mijarê de parlamenterê HDP’ê yê Dêrsimê Alîcan Onlu jî ev nirxandin kir: “Partiya Vatanê berdewama zîhniyeta Îttîhat Terakkî û bermahiya plangerê Komkujiya Dêrsimê ye. Serlêdana wan êrîşa li dijî însaniyet û gelê kurdên elewî ye. Çawa ku di Komkujiya Dêrsimê de tehemûla bedena Seyîd Riza nekirin, niha jî bi heman awayî ev zîhniyet tehemûla peykerê wî nake. Di serdemeke wiha de anîna rojevê ya daxwazeke wiha, xwedî armanceke taybet e.  Partiya Vatanê dixwaze bi vê serlêdanê rastiya Komkujiya Dêrsimê veşêre. Ev zîhniyet vê yekê tenê ne li Dêrsimê, li her devera Kurdistanê dike. Ji ber vê yekê divê em jî topyekûn li dijî vê yekê derkevin.”

‘Êrîşeke li dijî nirxên gel e’

Serokê Şaxa Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal (PSAKD) a Dêrsimê Alî Ekber Kaya jî destnîşan kir ku Seyîd Riza nirxê gel e û wiha pê de çû: “Mafê tu kesî nîne ku ji bo vê mijarê gotinekî jî bike. Dê tu bersiva vê serlêdanê nebe. Gelê Dêrsimê ji berê ve xwedî li nirxên xwe derketiye. Dê gel ji niha şûn ve jî xwedî lê derkeve. Ev êrîşeke li dijî nirxên gel e. Ne mafê wê partiyê ye ku daxwaz û gotinên provokatîf ji nirxên me re bêje. Dê kes guh nedê.”

‘Seyîd Riza rêbereke gel e’

Der barê mijarê de serokê giştî yê Federasyona Komeleyên Dêrsimê (DEDEF) Alî Haydar Ben jî daxuyand ku Partiya Vatanê zîhniyeta xwe ya nijadperestiyê didomîne û wiha got: “Dixwazin bila qebûl bikin û an jî qebûl nekin, Seyîd Riza rêbereke gel e. Berxwedêrê li dijî komkujiyê ye. Ji bo me remz e û hafiza ye. Dixwazin hafizaya Dêrsimê ji holê rakin.”

‘Bila kes di bin navê ‘vatan’ ê de xayîntiyê neke’

Herî dawî jî hevseroka Komeleya Elewiyên Demokratîk (DAD) Selda Guneş jî bertek nîşanî vê hewldana provakatîf da û ev tişt anî ziman: “Ez vê êrîşa li dijî nirxên gel şermezar dikim. Partiya Vatanê yek ji gefên herî mezin a li dijî aştiya welat e. Ne partiyeke siyasî ye, rêxistineke ku dixwaze civakê ji hev parçe bike ye. Ewilî xwestin navê Şêx Seîd li Amedê were rakirin û niha jî dixwazin peykerê Seyîd Riza were rûxandin. Şêx Seîd û Seyîd Riza hafiza û nirxên hevpar ên gel in. Dixwazin bi vê tiştê civakê bêbîr bihêlin. Bila kes di bin navê ‘vatan’ de xayîntiyê neke.”  DÊRSIM

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar