Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Pazartesi - 7 Ekim 2024

Nûnerên partiyên siyasî piştgirî dan banga KCK’ê

Duh Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi daxuyaniyek nivîskî diyar kir ku PDK bûye parçeyek ji polîtîkayên qirkirinê yên dewleta tirk û bang li PDK’ê kir ku bi tu awayî nebe hevparê êrîşên dewleta tirk.

KCK’ê bang li gelê kurd jî kir da ku bi yekitiya neteweyî êrîşan têk bibin. KCK’ê di dewama daxuyaniya xwe de bang li hemû welatparêz, hêzên siyasî, rewşenbîr û hunermendan kir da ku bi pêkanîna yekitiya netewî metirsiyan bê bandor bikin û têkoşînê geş bikin.

Di vê çarçoveyê de aliyên siyasî yên başûrê Kurdistanê piştgirî dan banga KCK’ê. Divê çarçoveyê de rêveberê Ragihandina Mekteb Siyasî ya Yekitiya Nîştimana Kurdistanê Umer Kesan û endamê Encûmena Giştî ya Hizba Zehmetkêşan a Kurdistanê Bextiyar Mistefa axivîn.

Destpêkê rêveberê Ragihandina Mekteb Siyasî ya YNK’ê Umer Kesan axivî û da zanîn ku dagirkirina Kurdistanê xewnek kevin a Osmaniyan e û niha Erdogan dixwaze vê xewnê zindî bike. Umer diyar kir ku niha dewleta tirk bi hinceta hebûna PKK’ê êrîşê başûrê Kurdistanê dike û wiha got: “Em bi hemû awayek dijî vê dagirkeriya ku dijî hemû pîvanên navnetewî û mirovahiyê ne. Îro roja wê ye ku kurd dijî dagirkeriyê bibin yek e.”

Umer bang li hemû hizb û aliyên siyasî kir daku guh bidin banga KCK’ê û wiha bi dawî kir: “Divê hemû hizb û aliyên siyasî guh bidin banga KCK’ê. KCK jî guh bide hemû aliyên din û em hemû li ser xetek netewî hev bigirin. Take çareseriya gelê kurd tenê yekitî ye. Divê dijî dagirkeriya dewleta tirk yekdeng û yekhelwest hebe. Dîrok kesê efû nake, wê aliyên ku hevkariya dijmin dikin ji dîrokê re bimînin.”

Xewn û xeyala Erdogan

Derbarê heman mijarê de endamê Encûmena Giştî ya Hizba Zehmetkêşan a Kurdistanê Bextiyar Mistefa jî axivî. Mistefa got ku armanca dewleta tirk a dagirkirina başûrê Kurdistanê, zindîkirina xewna şoven a Osmaniyan e.

Mistefa diyar kir ku dewleta tirk dibin navê îslamiyetê de dixwaze eşîr û xelkê herêmê sîxuriyê ji bo wan bikin û wiha got: “Ev tenê xewn û xeyala Erdogan e. Ew dixwazin gelê kurd ji nav bibin. Lê gelê kurd bi tevlibûna li têkoşîn û berxwdanê, xewna rejîma dagirker ya Tirkiyeyê têk biriye.”

Mistefa herî dawî bal kişand ser giringiya banga KCK’ê ya ji bo yekitiya neteweyî û ev tişt anî ziman: “Banga KCK’ê erênî ye. Pêwîst e hemû aliyên siyasî piştevaniya banga KCK’ê bikin û bigihin li hev têgihiştinek. Divê dûr bin ji berjewendiyên hizbî û tenê pêşeroja gelê me, xak û netewa me were parastin. Divê wargeha mexmûr, Şengal û gundên herêmê yên ser sînor bînin bîra xwe. Ji ber ku rojane dewleta tirk bi balafirên şer êrîşê wan herêman dike û xelkê sivîl tê kuştin. Divê em êdî yek deng û bibin yek.” SILÊMANÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar