Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...
Salı - 9 Temmuz 2024

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Nûnerên saziyan di “Nobeta Azadiyê” de ne

Çalakiya Nobeta Azadiyê ya ku ji bo Azadiya Ocalan 8 sal in li pêşiya Konseya Ewropayê tê kirin didome. Nûnerên saziyen kurdan ên li Ewropayê nobet dewr wergirtin

Çalakiya “Nobeta Azadî ji Ocalan re” ya ku li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê tê lidarxistin a ku saziyên wekî CPT û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û Parlementoya Ewropayê li wir e, 7 sal li pey xwe hişt. Di salvegera destpêkirina nobetê de nûnerên KCK, KCDK-E, TJK-E jî di nav de gelek nûnerên saziyan nobeta vê hefteyê dewr wergirtin.

Endamê Konseya Rêvebir a KCK’ê Zubeyîr Aydar, Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal û Hevserokên KCDK-E’yê Yuksel Koç û Fatoş Goksûngûr jî di nav de gelek nûner di daxuyaniya çapemeniyê de amade bûn û diyar kirin heta ku azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk were dê têkoşîn bidome.

Heta Ocalan azad bibe dê têkoşîn bidome

Hevserokê KCDK-E’yê Yuksel Koç di daxuyaniya çapemeniyê de axivî û diyar kir ku Ocalan ne bi tenê ji bo Kurdan, ji bo gelên Rojhilata Navîn jî girîng e û ev tişt anî ziman: “Hevdîtina bi Ocalan re ya di 2’ê Gulanê de hêvî daye hemû gelan. Ji îro ve pê ve jî tekane peywira me azadiya Ocalan e. Dê KCDK-E û pêkhateyên wê çalakiyên ji bo Ocalan bidomîne û dê gelê kurd heta ku faşîzm bi dawî bibe dê têkoşîna xwe bidomîne.”

Hevseroka KCDK-E’yê Fatoş Goksûngûr jî wiha got: “Ji ber ku vê çalakiya me li ser azadiya Rêbertiya me ye, heta ku Rêbertiya me azad bibe dê vê çalakiya me bidome.”

Banga ‘nebin şirîke konsepta îmhayê’

Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal jî bi bîr xist ku li ser hemû Kurdistanê konsepteke şer heye û bal kişand ser vî tiştî ku grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdê li her dera cîhanê belav bûne. Kartal wiha got: “Grevên birçîbûnê konsepta tecrîdê şikandiye lê hê jî siyaseta îmhayê didome. Saziyên wekî Konseya Ewropayê yên li Strasboûrgê şirîkên konsepta îmhayê ya li ser kurdan e.” Kartal bal kişand ser vî tiştî ku dagirkeriya li dijî başûrê Kurdistanê jî parçeyekî vê konseptê ye û Ocalan dikare kêşeyên li Tirkiye û Rojhilata Navîn çareser bike. Kartal di axaftina xwe de diyar kir ku divê welat û saziyên Ewropayê li hemberî vê konsepta şer bisekinin.

TJK-E: Gelê kurd Rêber Apo îradeya xwe qebûl dike

Li ser navê Tevgera Jinên Kurd ên Ewropayê (TJK-E) Zozan Serhat jî ev tişt anî ziman: “Divê hemû cîhan bizanibe ku çiqasî dengê Rêbertiya me were qutkirin jî gelê kurd Rêber Apo wekî îradeya xwe qebûl dike. Azadiya Ocalan ji bo tevgera jinan tiştekî jêneger e.”

Li ser navê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Refîk Gafûr jî bal kişand ser grevên birçîbûnê yên ku li dijî tecrîdê hatibû destpêkirin. Gaffûr diyar kir ku dê berxwedan serfiraziyê bîne û divê gelê kurd bibe yek. Gaffûr bal kişand ser vî tiştî ku bi têkoşînê re dê him azadiya Ocalan û him jî azadiya wan pêk were.

Li ser navê Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) Dayîka Melek jî diyar kir ku Ocalan rêberê hemû mazlûman e û wiha got: “Ocalan dikare kêşeyan çareser bike. Wê ev tişt jî bi têkoşîna me were kirin. Em ê van polîtîkayên faşîst tu carî qebûl nekin.”

Li ser navê ciwanan jî çalakgerê berxwedanê Merwan Botan jî axivî û ev tişt got: “Hezkirina me ya ji bo Rêber Apo gelekî kûr û mezin e. Em ê ji niha şûnde jî bi Rêbertiya xwe re bin.”

Çalakiya Azadî ji bo Ocalan di 25’ê Hezîrana 2012’an de dest pê kiribû. Heta niha ji nav 366 koman nêzî du hezar kes tevlî çalakiyê bûne. Bi sed hezaran kesan re hatin axaftin û qala fikrên Ocalan hat kirin. STRASBOÛRG

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar