Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Nûnerên siyasî: Helwesta hevkar a PDK’ê dibe sedemê hemû kurd bên îmhakirin

Nûnerên partiyên siyasî û saziyan destnîşankirin ku dewleta tirk sondxwariye ku li ku derê destkeftiyeke kurdan hebe ji holê rake tevahî kurdan qir bike. Vê jî taybetî bi xeta xwefiroş ûdijminê gelê kurd PDK’ê re dike.

Êrîşên dewleta tirk ên bi hevkariya PDK’ê li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn di 23’yê nîsana 2021’an de dane destpêkirin didomin. Di meşandina pêvajoyê de PDK roleke girîng dilîze. Di 18’ê îlonê de di êrîşa çekdarî ya li dijî Nûnertiya Kongreya Netewiya Kurdistanê (KNK) ya Hewlêrê de nûnerê KNK’ê Denîz Cevdet Bulbun, di êrîşa bi SÎHA’yan di heman saetan de li dijî Balafirgeha Çandiniyê ya Erbetê ya li Silêmaniyê hate kirin de jî 3 peywîrdarên balafirgehê hatin qetilkirin.

Partiyên siyasî û saziyên li Stenbolê jî bertekek nîşanî PDK ya hevkariya komkujî û binpêkirinên mafan ên li dijî herêmê dike dan.

 ‘Heke PDK neyê ser xetê divê yekitiyeke neteweyî ya bêyî PDK’ê pêk were’ 

Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) ê Stenbolê Mehmet Karadag, diyar kir ku ji sala 2015’an ve konsepteke taybet a li dijî kurdan di dewrê de ye û anî ziman ku hemû êrîş li dijî destkeftiyên kurdan e. Karadag, bal kişand ku armanca bingehîn destkeftiyên li Rojava ne û bal kişand ku piştî serdana Wezîrê Karên Hundir Hakan Fîdan êrîş zêde bûn. Karadag, bi lêv kir ku bi êrîşa li dijî YNK’ê peyama “An hûn ê tişta em dibêjin bikin an jî hûn ê bimirin” hate dayîn û anî ziman ku dewleta tirk li herêmê li gorî hiqûqa navnetewî gelek binpêkirinên mafan kirine.

Karadag, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Operasyonên derveyî sînor binpêkirina maf in. Hikumeta Iraqê niha di bin kontrola Amerîkayê û Tirkiyeyê de ye û di çarçoveya berjewendiyên taybet dengê xwe dernexistin. Hemû kurdan bang li PDK’ê kirin û hişyar kirin ku divê destkeftî bên parastin. Piştî hilbijartina referandûma PDK’ê ji sedî 40’ê başûrê Kurdistanê hate windakirin. Heke gelê kurd dengekî cidî dernexînin dê hemû destkeftiyan winda bikin. Karadag ê destnîşan kir ku helwesta hevkar a PDK’ê dê bibe sedemê hemû kurd bên îmhakirin, bang kir ku PDK dest ji pêşkeşkirina destkeftiyên kurd a ji bo berjewendiyên xwe berde û wiha lê zêde kir: “Heke PDK neyê ser xetê, divê yekitiyeke neteweyî ya bêyî PDK’ê pêk were û bertek bên nîşandan. Bila destê xwe ji vî şerî vekişîne.”

 ‘Êrîşa dewleta tirk-PDK’ê li dijî yekitiya neteweyî ye’  

Hevberdevka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Marmarayê Dîlber Demîr jî anî ziman ku êrîşa li dijî KNK’ê êrîşeke li dijî yekitiya neteweyî ye. Demîr, destnîşan kir ku PDK demekî dirêje li ser xeta hevkarî û îxanetkar dimeşe û diyar kir ku PDK’ê piştî serdana Hakan Fîdan a başûrê Kurdistanê bi awayekî aşkere îlan kir ku bû perçeyekî şer. Demîr, bi lêv kir ku bi êrîşa li dijî KNK’ê ji kurdan re peyama “Em ê destûrê nedin yekitiya neteweyî, em ê qirkirina kurdan a li çar parçeyan bidomînin” hate dayîn û bi lêv kir ku bi qetilkirina Bulbun ev yek bi awayekî aşkere hate nîşandan.

‘Pêwîste li dijî êrîşen tirk-PDK’ê bi awayekî topyekûn têkoşîn bê dayîn’ 

Demîr wiha dirêjî da axaftina xwe: “PDK bi awayekî aşkere hevkarê şer e. Divê gelê kurd hevkarî û êrîşên PDK’ê qebûl neke û li her çar parçeyan yekitiya neteweyî pêk bîne. Yanî PDK bibe jî nebe jî dê ev yekitiya neteweyî pêk were. Divê ev xeta hevkarî û îxanetkar a PDK’ê bê deşîfrekirin. Divê li dijî êrîşên topyekûn bi awayekî topyekûn têkoşîn bê dayîn. Divê hemû kurd bi hev re têbikoşin û xebatên dîplomasiyên bikin ku hemû hêzên navnetewî û Parlamentoya Ewropayê têxin nava liv û tevgerê. Divê kurd teqez di nava gelan de yekitiya xwe ya netewî pêk bînin.”

Divê li dijî helwesta PDK’ê bertekeke zelal bê nîşandan’

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Stenbolê Mûrat Kalmaz jî anî ziman ku qetilkirina Bulbun a li Hewlêrê û êrîşa li dijî balafirgeha Silêmaniyê li dijî kurdan destpêka konsepteke nû ye. Kalmaz, bi bîr xist ku li dijî kurdan demekî dirêje konsepteke şer di dewrê de ye û wiha got: “Em dibînin ku bi pêvajoyeke nû re êrîş bi hevkariya PDK’ê berdewam dikin. Helwesta PDK’ê li dijî astengkirina destkeftiyên kurdan in. Tişta li vir esas li ser were sekinandin helwesta PDK’ê ye. Ji ber ku qadên êrîş lê tên kirin qadên di bin kontrola PDK’ê de ne. Bêdengiya PDK’ê ya li dijî vê hevkariya wê nîşan dide. Banga me li gelê kurd ev e; Divê li dijî helwesta PDK’ê bertekeke zelal bê nîşandan. Ev yek li dijî Yekitiya Neteweyî ya Kurd darbeya herî mezin e. Divê gelê başûrê Kurdistanê jî weke bûyereke di nava PDK’ê û PKK’ê de nenêre. Ev nêzîkatiyeke zirarê dide temamî kurdan. Divê li dijî vê helwesteke zelal bê nîşandan.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar