Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Nûrî Mehmûd: Hedefa yekemîn herêmên kurdan e…

Berdevkê YPG`ê Nûrî Mehmûd destnîşan kir ku hêzên parastinê yên herêmê piştî şerên Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî tecrubeyên mezin girtine û got şerek derbikeve dê li beramberî wî şerî rêbaz, îrade û biryarbûneke cuda derkeve holê.

Gefên dewleta tirk ên dagirkirina herêmên nû yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam dikin ku li seranserî herêmê heta niha êrişên dagikeran ranewstiyane. Li kêleka vê jî guhertina demografîk li herêmên di bin dagirkeriyê de jî didome. Li dijî van gefan û polîtîkayên qirkirina gelên herêmê, gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û şervanên wê di nav liv û tevgera şerê gelê şoreşgerî de ne.

Têkildarî êriş û gefên dewleta tirk a dagirker, Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Nûrî Mehmûd ji Ajansa Hawarê (ANHA)’yê re nirxandin kir. Nûrî Mehmûd, diyar kir ku li gor xuya dike dewleta tirk ji bo êrişan çireya kesk wergirtiye û wiha got: “Niha li Rojava bi taybet herêmên kurdan hedefa dagirkeran a yekemîn e, lê li pey wê Heleb, Mûsil, Kerkûk heye.”

‘Gefan em cidî dest digrin’

Nûrî Mehdmûd diyar kir ku ew gefên hikumeta AKP-MHP`ê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê cidî dinirxînin û sedemên wê wiha parve kir: “Yek, di hundirê Tirkiyê krîzên aborî, siyasî, dîplomasî heye ku ev rejîm êdî nikare hakîmiyetê li ser çêbike. Ya duyem jî Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku karibû şoreşa demokratîk biparêze û ji Sûriyeyê re bibe model. Ev jî li pêşiya projeyên Erdogan yên faşîst û cîhadîst bû kelem. Ji lewra êrişeke muhtemel cidî ye ji ber ku derveyî vê çareyeke din a vê rejîmê tune ye. Dixwaze hem vê projeyê têk bibe hem jî nexşeya Mîsaqî Millî ya ku xeyal dike vegerîne. Rewşa gelê Tirkiyeyê di aliy jiyanî de gelek zehmet bûye, her wiha gendeliya ku rejîma AKP-MHP`ê di hundirê Tirkiyeyê de pêk tîne ger şerek tune be wê biqulibe ser wî. Şer ji bo vê rejîmê girîng e ku bikaribe di hundirê Tirkiyeyê de rewşa awarte bidomîne û hemû aliyên dijberî xwe bêdeng bike. Ji ber wê gefên bi rengî gelekî cidî ne.”

Erdogan di nav hewldan û tevgereke cidî de ye

Nûrî Mehmûd destnîşan kir ku Erdogan li benda firsedekê ye û wiha berdewam kir: “Tirkiye berendamê Ewrupayêye û endamê NATO ye. Ji vê dixwaze sûd werbigre. Ger îmkanên wî tune bin jî li ser pişta Ewrupa û NATO vî şerî bide meşandin. Erdogan firsetekê bibîne wê êriş bike, ji xwe behs dike ku wê êriş bike. Ev jî li gor ku xuya dike li hinek cihan çireya kesk wergirtine. Ji îhtîmal zêdetir Erdogan di nav hewldan û tevgereke cidî de ye ku bikaribe cîhanê îqna bike û vê êrişê pêk bîne.”

Herêmên kurdan hedefa yekemîn e, lê belê..

Dewleta tirk ji bo dagirkeriya xwe rewa bike her behsa parastina sînor dike. Têkildarî van daxuyaniyên dagirkeran Nûrî Mehmûd anî ziman ku bêgûman niyeta Erdogan ji mijara sînor zêdetir, ew e ku bigihêje Heleb, Kerkûk, Mûsilê. Nûrî Mehmûd balkişand ser herêmên ku gef lê tê xwarin û wiha got: “Nexşeya Mîsaqî Millî ji nûve çêbike. Piştî wê jî derbasî nexşeya Osmanî bibe. Lê çima bi taybet herêma me hedef digre? Ji ber ku ev herêmên sînor herêmên kurdan in, di vê mantîqeyê de projeyên demokratîk ên ku bikaribe pêkhateyên Sûriyeyê li derdora xwe kom bike pêş ket. Ji bo wê destpêkê dixwaze vê herêmê têk bibe û hedefên xwe yên din pêk bîne. Niha Rojava bi taybet herêmên kurdan hedefa wan a yekemîn e, lê li pey wê Heleb, Mûsil û Kerkûk hene.”

‘2 milyon û nîv koçber li herêmên me hene’

Derbarî polîtîkayên dewleta tirk yên li ser koçberan û projeya bicihkirina wan Nûrî Mehmûd ev tişt anî ziman: “Beriya niha ewqes koçber ji Xota û herêmên din anîn û li Efrînê bi cih kirin, guhertina demografîk li herêmên dagirkirî pêk anî. Her wiha çeteyên navnetewî jî anîn bi cih kirin. Mînak Ebû Bekir El-Bexdadî, Ebû Ibrahîm El-Qureyşî û gelek serçeteyên DAIŞ, El Qaîde, Îxwan Muslîmîn li van cihan bi cih kirin. Komên bi navên cûda jî bi cih bûne. Ji bo wê tiştên li wir kirine niha dixwazin li herêmên ku Rêveberiya Xweser bi rê ve dibe jî pêk bîne. Cîhan jî dizane ku zêdetirî 2 milyon û nîv koçberên Sûriyeyê yên ji Dêrazor, Hums, Idlib û Şamê di herêmên me de bi cih dibin. Ji xwe ji sedî 40 hemwelatiyên Sûriyeyê li van herêman bi cih bûne. Ji lewra hincetên ku Erdogan tîne ziman wekî bikaribe sînor biparêze, koçberên Sûriyeyê vegerîne Sûriyeyê, divê ev koçber vegerin malên xwe ne herêmên me ku bikaribe demografiyê bigûherîne û projeya ku karibe civaka Sûriyeyê li derdora xwe kom bike û bû hêviyek ji bo gelê Sûriyeyê bi giştî, têk bibe.”

‘Li gorî îtîfaqê tev bigerin’

Li dijî van polîtîkayên dewleta tirk û gefên wê Nûrî Mehmûd balkişand ser sekna hikumeta Şamê û hêzên garantor yên li herêmê û ev tişt anî ziman: “Hikumeta Şamê ne xwedî wê îradeyê ye ku bikaribe tiştekî bike. Niha bi saya Rûsya hinek hêzên Şamê di herêmên me de ne, ev yek bi navbeynkariya Rûsya ye. Ji hêzên rejimê zêdetir hêzên garantor Rûsya, Amerîka an jî Koalîsyona Navneteweyî ye. Piştî şerê Serêkaniyê itifaqeke hat çêkirin ku ev welatên garantor li gor vê itifaqê tevbigerin. Divê bi erkên xwe rabin.”

‘Em êriş nakin ew êriş dikin’

Nûrî Mehmûd, diyar kir ku hincetên dewleta tirk ên tînin rojevê ne rast in û wiha got: “Amerîka û Rûsya jî şahide ku artêşa Tirkiyeyê îmkanên NATO`yê bi kar tîne, bi çek û teknolojiya herî pêşketî rojane êrişî Rojava dike. Di van êrişan de hemwelatiyên me tên hedefgirtin, zarok, xebatkarên Rêveberiya Xweser, mal û milkên gel tên hedefgirtin. Bi hezaran binpêkirin ji aliyê Tirkiyeyê ve bi teknîka NATO`yê li herêmên me tên pêkanîn, civaka navneteweyî şahide. Ji lewra tu rastiya ku dibêjin em êriş dikin tune ye, ew êriş dikin, di aliyê bejahî de ji aliyê Eyn Îsa û heta Til Temir, Şehba, Til Rifet, êrişî wan deveran dikin.”

‘Wê ev şer ne wekî Efrîn, Serêkanıyê û Girê Spî be’

Nûrî Mehmûd, da zanîn ku ger şerek derbikeve wê li beramberî wê uslub, îradeyeke cuda derkeve holê û wiha pê de çû: “Bê guman, sekna me sekna şerê gel ê şoreşgerî ye. Hêzên me YPG/YPJ û HSD`ê bi giştî wek saziya ku erka parastina rewa ji şoreşê girtiye, dê di wê çarçoveyê de tevbigere. Hêzên me piştî şerên Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî tecrube girtin û xwe li gorî wêna birêxistin kirin ku bikaribin parastina herêmê bikin. Şerek derkeve, wê ne wek şerê Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî be, wê bi uslubekî cuda, bi îradeyek cuda bi biryarbûneke cuda derkeve hole.”

‘Gel wê parastina nirx û destkeftiyên xwe bike’

Nûrî Mehmûd bang li gelê herêmê jî kir ku xwe li gorî vê rastiyê birêxistin bike û wiha got: “Wekî ku li hember terora DAIŞ`ê çawa dest bi parastina xwe kir, bi ser ket û civaka Sûriyeyê, civaka cîhanê li derdora xwe kom kir, pêwîst dike li hember faşîzm, tundrawî û terora dewleta tirk û komên ji bermahiyên El-Qaîde, DAIŞ, Îxwan Mislimîn em li vir car din têk bibin. Bawer dikin ku gel û hêzên me di vê qenatê de xurt bûye ku xwe dispêrin hêza xwe û wê parastina nirx û destkeftiyên xwe bike.”

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar