Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...
Pazartesi - 7 Ekim 2024

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

NY: Dewleta tirk li Efrînê sûcên şer dike

Komîsyona Lêkolînkirina Sûriyeyê ya NY’ê bi raporekê ragihand ku dewleta tirk û komên çete li Efrînê sûcê şer dikin. Di raporê de tê gotin ku li gorî kiryarên tên kirin dixuye ku dê ev sûcên şer ên li dijî gelê Efrînê berdewam bikin

Komîsyona Lêkolînkirinê ya Navneteweyî ya Serbixwe ya der barê Sûriyeyê ku ser bi Neteweyên Yekbûyî (NY) ve ye, ji bo 42’yemîn Rûniştinên Mafên Mirovan ên Konseya Mafên Mirovan a NY’yê raporek amade kir. Rapora ku ji 21 rûpelan pêk tê, di encama hevdîtin, dîmenên ji peykê, wêne û analîzkirina dîmenan hatiye amadekirin.

Di raporê de binpêkirinên mafên mirovan ên li Efrînê ji hêla dewleta tirk ve tên kirin bi berfirehî tên nirxandin. Di raporê de tê destnîşankirin ku binpêkirinên li Efrînê roj bi roj girantir dibin. Di raporê de tê gotin ku piştî ku Efrîn ji hêla dewleta tirk û çeteyên wê ve hatî dagirkirin, pirsgirêka ewlekariyê rû da û ev tişt tên gotin: “Îşkence, desteserkirin û derxistina kurdan a ji cih û warê wan bi destê komên çekdar an jî çeteyan didomin. Aqûbeta gelek kesên ku li bendên kontrolê yan jî bi şev ji malên wan hatine revandin hîn nediyar e. Çete ji bo berdana hin mirovên revandine rêjeyeke bilind a pereyan ji malbatên wan dixwazin. Yên ku komên çekdar rexne dikin an jî weke piştevanên rêveberiya berê tên dîtin bi rêk û pêk îşkence li wan tê kirin an jî tên girtin. Her wiha desteserkirin û derxistina mirovan ji warê wan didome.”

‘Mal û milkê welatiyan desteserkirine’

Di raporê de hate destnîşankirin ku komên çekdar û malbatên wan, mal û xaka sivîlên efrînî yên vedigerin warê xwe radestî wan nakin û rapor wiha didome: “Gelek mirov ji bo careke din mala xwe werbigirin neçar dimînin ku gelek pereyan bidin komên çekdar. Mirovên ku darên wan ên zeytûnê hene ya malên wan tên desteserkirin an jî ji wan mirovan bac tê wergirtin.”

‘Mîrateyên çand û dîrokî tên talankirin’

Têkildarî talankirina mîrateyên çand û dîrokî jî di raporê de ev agahî hatin parvekirin: “Gelek mîrateyên çand û dîrokê ji aliyê komên çekdar ve hatine talankirin. Der barê vê mijarê de raporên nû gihiştin ber komîsyona me. Komên çekdar ên alîgirê tundiyê, li devera ku lê ne mafên jinê bi rengekî dijwar ji nedîtî ve tên. Bi zorê dixwazin jin û zarokên keç xwe binixumînin. Her wiha jin û keçên ji nuqteyên kontrolê derbas dibin tacîz dikin.”

‘Rayedarên dewleta tirk ji sûcan re çavên xwe digirin’

Der barê helwesta dewleta tirk de jî NY’ê di rapora xwe de wiha got: “Rayedarên dewleta tirk li pêşberî van kiryaran bêdengin û daxwazên mexdûran jinedîtî ve tên. Ji bo kontrolkirina van komên çekdar an jî ji bo pêşîlêgirtina van sûcan, komîsyonê tu hewldaneke dewleta tirk nedît. Rayedarên tirk rêxistiniya îdarî, dadgerî û rêvebirinê kontrol dikin, fînanse û koordîne dikin. Dadger û dozgerên li herêmê ji aliyê dewleta tirk ve tên hilbijartin û tayînkirin. Karmendên kurd ji kar tên derxistin û li şûna wan ereb tên tayînkirin.”

‘Xuyaye ku dê ev sûcên şer bidomin’

Di raporê de hate ragihandin ku ya li Efrînê diqewime di çarçoveya sûcên şer de ye û ev tişt hatin destnîşankirin: “Kiryarên komên çekdar ên li dijî sivîlan weke; revandin, îşkence û desteserkirin nîşan didin ku sûcên şer ên tên kirin dê bidomin.”

Rewşa kampên li Rojava

Di raporê de her wiha rewşa kampên Hol, Roj û Eyn Îsa yên ku gelemperî malbatên DAIŞ’iyan lê dimînin jî tê nirxandin. Di raporê de tê gotin ku li kampa Holê pirsgirêkên xwarinê, enfeksiyon û gelek nexweşiyên din ên 70 hezar mirovên li wê deverê hene.

Di beşa dawî ya rapora ji 21 rûpelî de ji bo bidawîkirina binpêkirina mafên mirovan ên li xaka Sûriyeyê pêşniyar ji Koalîsyona Navneteweyî, hêzên dagirker, rejîma Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk re tên kirin. CENEVRE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar