Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

NY hêj nebawere ku li Sûriyeyê sûcên şer hatibin kirin!

Navenda Nûçeyan |

Tê payîn ku Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) di hefteyên pêş de li Cenevreyê  bicive. Beriya civînê,  mufetîşên NY’yê têkildarî binpêkirinên mafên mirovan û kiryarên ku dikevin ber sûcên şer ên li Sûriyeyê, raporek amade kir. Konsey dibêje; ‘Dibe ku li Sûriyeyê sûcên şer hatibin kirin.’

Di raporê de mînakên sûcên şer ên ku dewleta tirk û çeteyên wê li Efrîn û herêmên din ên rojavayê Kurdistanê kirin tên vegotin. Kiryarên koma çete ya ‘Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê’ ya girêdayî dewleta tirk weke ‘Sûcên şer ên giran’ tên destnîşankirin û wiha tê gotin: “Tê lêkolînkirin bê ka ev sûc bi agahdariya fermandarên tirk hatiye kirin an na.’

Di raporê de çend sûcên şer ên dewleta tirk û çeteyên wê wiha hatine destnîşankirin:

“* Komên çekdar ên ji hêla Tirkiyeyê ve tên destekkirin, li Efrînê mal, milk û kargehên kurdên hatine koçberkirin talan dikin, dest danîn ser û didin kirê. Her wiha gelek sivîl jî ji bo pereyan revandin, îşkence kirin û muameleyeke xerab li wan kirin.

* Ji ber êrîşa dewleta tirk û komên girêdayî wê ya di 9’ê cotmehê-21’ê mijdara 2019’an de, 80 hezar jê zarok, bi giştî 175 hezar kes neçarî koçberiyê bûn.

* Di dema êrîşê de taxa Qudur Beg a Qamişlo di 10’ê cotmehê de hate topbarankirin û di êrîşê de zarok û jineka pîr jiyana xwe ji dest dan. Li gorî şahidan, êrîş ji Nisêbînê ji hêla dewleta tirk ve hate kirin.

* Her wiha di dema êrîşê de binesazî, depoyên avê, pompa û şebekeyên ceryanê ku bandor li jiyana sedhezaran mirovan dike jî hedef hatin girtin.

* Di 12’ê cotmehê de navendeke tenduristiyê û konvoyeke ku ji sivîl, zarok û rojnamegeran pêk dihat hate bombebarankirin. Di êrîşê de 11 sivîl mirin û 19 jê jin bi giştî 74 kes jî birîndar bûn.

* Di dema vê operasyonê de mîna li Efrînê, li vê herêmê jî komên girêdayî dewleta tirk tev li gelek bûyerên talan, dizîn û wêrankirinê bûn.

* Piştî pevçûnan gelek kurd û êzdiyan xwest li malên xwe vegerin. Lê nifteyên malên wan hatibûn guherandin û li malên wan jî endamên ‘Artêşa Millî ya Sûriyeyê’ hatin bicihkirin.

* Di 12’ê cotmeha 2019’an de Sekretera Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê Hevrîn Xelef li ser rêya M4’ê ji hêla endamên ‘Artêşa Millî ya Sûriyeyê’ ve hate kuştin. Komên ku di serî de bi pora Xelef girtin, ji seyareyê peya kirin û paşê li erdê kaş kirin. Herî dawî jî li gel ajokarê xwe hate gulebarankirin.

* Di destê me de gelek bûyerên weke kuştin, talankirin, wêrankirin, destdanîna ser mal û milk ên ku ‘Artêşa Millî ya Sûriyeyê’ kirin hene. Ev jî bingeha wê qaneatê çê dike van koman sûcên şer kirine. Ger ku derkeve holê ku ev kome raste rast ji hêla artêşa tirk ve hatine birêvebirin, dê fermandarên tirk jî bi heman sûcî bên darizandin.”

Di rapora NY’yê de her wiha ji ber kuştina sivîl û zarokan, hedefgirtina dibistan, nexweşane û cihên bazirganiyê, Rûsya, rejîma Sûriyeyê, Heyet Tehrîr El Şam û komên din ên çete yên li Idlibê jî bi sûcê şer tên tawanbar dike.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar