Berdevkê Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a NY’yê Rupert Colville got ku tevî agirbestê jî êrîşên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Colville diyar kir ku di êrîşan de sivîl tên hedef girtin û wiha got: “Di komkujiya li Til Rifatê de hemû kesên hatine kuştin, sivîl bûn.”
Berdevkê Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) Rupert Colville ragihand ku tevî agirbestê jî êrîşên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Colville anî ziman ku ew ji ber bûyerên ku ‘yekser sivîlan dikin hedef’ bi fikar in.
Rupert Colville di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku êrîş bi taybetî li ‘herêmên di kontrola hêzên tirk û komên wan ên çekdar’ de tên kirin. Colville ragihand ku li warê sivîlan bi teqemeniyan êrîş tên kirin, ji ber vê yekê ew bi fikar in û bal kişand ser êrîşên bi teqemeniyan ên piştî agirbesta 22’yê cotmehê hatine kirin. Colvîlle anî ziman ku li Hesekê, Reqa û Helebê êrîş bi giranî li bazarê û qadên bazirganiyê hatin kirin.
Di berdewamiyê de jî Colville wiha derbirî: “Tevî agirbestê jî agahî tên ku li Baur û Rojhilatê Sûriyeyê şer diqewime. Tenê di 2’yê kanûnê de 10 sivîl ku 8 ji wan zarok bûn li bajarê Til Rifatê ji aliyê komên tirk ve li nêzî dibistanekê hatin kuştin û 12 sivîl jî birîndar bûn. Qurbanî hemû sivîlên ji Efrînê bûn. Yên hatin kuştin û birîndar bûn di navbera 3 û 15 salî de bûn.” CENEVRE