Navenda Nûçeyan
Germbûna cîhanê her diçe zêdetir dibe. Li gorî rapora dawî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) germbûna kurewî 3 pile zêdetir dibe. NY ji bo avhewaya kurewî banga ‘Ji bo avhewayê divê rewşa lezgîn bê îlankirin’kir.
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonîo Guterres di axaftina xwe ya di civîna guhertina avhewayê de diyar kir ku serokên dewletan hewceye li hember avhewayê ‘rewşa awarte ya avhewayê’ îlan bikin û wiha got: “Hê jî kesên ku rewşa em têde ne înkar dikin hene? Bangên serokên dewletan dikim ku ji bo notrbûna karbonê li welatên xwe ji bo avhewayê rewşa awarte îlan bikin.”