Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

NY: Li Sûriyeyê 5 milyon zarok winda ne

Komîsyona Lêkolînê ya Konseya Mafên Mirovan a NY’yê rapora xwe ya der barê zarokên Sûriyeyê de aşkera kir. Li gorî raporê 2 milyon zarokên sûriyeyî bi domdarî ji mafê xwe yê perwerdeyê bêpar mane. Komîsyonê da zanîn ku 5 milyon zarokên Sûriyeyê jî winda ne

Komîsyona Lêkolînê ya Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) encamên rapora xwe ya der barê zarokên li Sûriyeyê de amade kiribû, weşand. Di raporê de hat destnîşankirin ku li Sûriyeyê zêdetirî 2 milyon zarokan bi domdarî ji mafê perwerdeyê bêpar dimînin. Komîsyonê bang li hikûmeta Sûriyeyê û komên çete kir ku di zûtirin dem de bihêlin zarok li dibistanên xw vegerin û ji bo vê yekê çi ji destê wan bê bikin.

Di raporê de bûyerên tundiyê yên salên berê ku bûne sedem ku zarok nekarin biçin dibistanê hatin parvekirin. Di nav van sedeman de bikaranîna zarokên leşker, tecawizkirina zarokên keç û înfazkirinên li ber çavên zarokan weke çend ji van sedeman hatibûn destnîşankirin.

Tundiya li zarokan tê kirin

Her wiha komîsyonê da zanîn ku bi taybet jî zarok rastî tundiya zayendî tên. Komîsyonê da zanîn ku bi taybet jî leşkerên rejîmê ji bo ku çavên malbatan bitisînin, zarokên kur û keç ceza dikin û bi vî awayî wan îstîsmar dikin. Di rapora pisporên NY’yê de hate diyarkirin ku DAIŞ û komên din ên terorê îstîsmara zayendî li zarokan dikin û ev agahî parve kirin: “Zarokên keç weke koleyên seksê û zarokên kur jî dîl digirin û mecbûr dikin ku şer bikin. Zarokên kur neçar dihêlin ku dîlgirtiyên di destê van koman de înfaz bikin.”

Pêşeroja zarokan tarî ye

Komîsyonê aşkera kir ku zarok di nava kêmasî, zehmetî û êşan de mezin dibin û ev yek jî dê di pêşerojê de bibe sedema pirsgirêkên psîkolojîk. Li gorî daneyên NY’yê li Sûriyeyê 5 milyon zarok winda ne û gelek zarok jî di êrîşên li dijî deverên sivîlan de jiyana xwe ji dest dane. Pisporên ku rapor amade kir da zanîn ku di vî warî de xwe negihandine daneyên berbiçav.

Bi 5 hezar kesan re hevdîtin kirine

Komîsyona lêkolînê ya bi serkêşiya zanyarê siyasetê yê ji Brezîlyayê Paulo Sergio Pinheiro, rapor ji daneyên serdema îlona 2011’an heta cotmeha 2019’an dihewîne. Ji bo amadekirina raporê bi 5 hezar kesî re hevdîtin hatine kirin ku di nav de qurbanî, şervan, xizmên qurbaniyan, şahidên bûyeran û bijîşk jî hene.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar