Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Ocalan: Bi komploya navdewletî dixwazin PKK û kurd bên qirkirin

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, anî ziman ku bi anîna wî ya Îmraliyê re li Tirkiyeyê pêvajoyeke nû dest pê kiriye û wiha didomîne: "Bi komploya navdewletî, tê xwestin ku PKK û kurd bên qirkirin. Lê em ê dest ji rûmeta bingehîn a mirov bernedin.”

Gava ewil a mudaxileya li Rojhilata Navîn a bi operasyona herî mezin a Rêxistina Peymana Atlantîka Bakur (NATO), komploya navdewletî bû ku di 9’ê Cotmeha 1998’an de bi derketina ji Sûriyayê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kir. Bi vê komployê re ku bi koordînatoriya DYA’yê û tevkariya hêzên global hat kirin, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Sûriyeyê derket û piştî 130 rojên li Ewropayê radestî Tirkiyeyê hat kirin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 25 sal in di şert û mercên tecrîdeke giran de li Girtîgeha Îmralî ya Tîpa F’yê tê ragirtin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hevdîtinên bi parêzeran re yên di navbera 1999-2011’an de, armanca komployê û paşperdeya wê aşkere kir.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan diyar kir ku li seriyekî komploya navdewletê ew û li yê din jî Tirkiye heye. Ocalan di hevdîtina di 2’yê îlona 1999’an de got: “Min tevî Tirkiyeyê daxil nav kirin. Jiyana min ji bo aşkerekirina vê komployê ye. Tasfiyekirina min jî girêdayî vê komployê ye. Bi serneketina vê komployê dê bi kêrî welat bê. Weziyeta min sazûmaniya dîrokî û siyasî ye. Rewşên wiha yên rêbertiyê di her civakê de carekê rû didin. Cara duduyan rû nadin. Lê di gorê de be jî didome. Di her civakê de rolên dîrokî yên rêbertiyên bi vî rengî hene. Wekî qanûnên civakî ne.”

“Komploya sedsala 21’emîn”

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan anî ziman ku bi anîna wî ya Îmraliyê re li Tirkiyeyê pêvajoyeke nû dest pê kiriye. Ocalan di hevdîtina 15’ê Mijdara 2000’î de komploya navdewletî wiha pênase kir: “Komploya sedsala 21’emîn e.”

‘Hêza herî mezin a bê mehkûmkirin Ewropa ye’ 

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku got: “Ez ne mehkûmê Tirkiyeyê, mehkûmê komployê me” di 16’ê Gulana 2011’ê de got: “Em ê ji Ewropayê re bibêjin ‘Tu ne hiqûqî ye, komkujî û komploya her du sedsalan lê ferz bikin.’ Şehîdên me hene. Ên balafirê anîn û birin, ên di salonên VIP’ê de tên veşartin. Nayê aşkerekirin ku ez çawa ji Îtalyayê hatime derxistin û Almanya ji bo min wernegire çi kiriye. Dixwazin Tirkiyeyê mehkûm bikin. Na, hêza herî mezin a bê mehkûmkirin Ewropa ye. Min ji vê re gotibû, şano. Hin kesên din senaryoya wê nivîsandin û li Îmraliyê hat lîstin. Divê ev lîstik bê xerakirin.”

Helbet em ê şerê xwe yê nasnameyê heya dawiyê bidomînin’ 

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îşarat pê kir ku bi komploya navdewletî, tê xwestin ku PKK û kurd bên qirkirin. Ocalan di hevdîtina 4’ê Tîrmeha 2001’ê de got: “Komplo li ser mirina min hatibû avakirin. Lê min bi jiyana xwe komployê pûç kir. Hêlên navdewletî yên komployê hene. Rola DYA û Îngîltereyê divê bê fêmkirin. Mîlosevîç dibêje, ‘Tiştên li Yûgoslavyayê bûne planên îngilîzan in.’ Vê yekê baş temaşe bikin, hin hêlên me dişibin hev. Dîrokê baş vekolin. Lê em ê dest ji rûmeta bingehîn a mirov bernedin. Helbet em ê şerê xwe yê nasnameyê heya dawiyê bidomînin.”

‘Rêka çareseriyê an şer an çareseriyek demokratîk e’

Rêberê Gelê Kurd rexne li vê yekê anî ku hewldanên wî yên ji bo pûçkirina komployê nayên fêmkirin û di hevdîtina 27’ê Sibata 2002’yan de got: “Ger komplo li gor tişta dihat xwestin bimeşiya, ev dihat wateya ku dê Anatoliya di nava xwînê de bimana. Kes li vê nafikire. Di warê siyasetê de mîdeya wan hatiye girêdan. Koma Çîllerê koma çeteyan e. Ya ku kir ez bijîm, rawestandina vê dîwanetiyê bû. Nîqaşên li ser darvekirinê ku di ser min re tên kirin, lîstikeke siyasî ye. Di pêvajoya komployê de DYA û Yewnanistan di ser min re digotin ‘bila ew bi hev bikevin, bila hev bikujin.’ Ma em berbayî vê lîstikê bikevin û dest ji rûmeta xwe û azadiya xwe berdin? Ji bo xerakirina van lîstikan em ê zorê bidin zemîneke çareseriya demokratîk. Wekî din jî tu rêyeke wê tune ye. Ev mesele dê ya bi şer kûrtir bibe yan jî dê çareseriya aştiyane û demokratîk pêş ve biçe.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar