Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

Ocalan: Bi qasî Tirkiyeyê CPT jî ji vê pêvajoyê berpirsyar e

Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mehemt Ocalan banga lezgîn li CPT kir û wiha got: “Divê CPT demildest bikeve tevgerê. Tecrîd îşkenceya herî mezin e. CPT niha bi Tirkiyeyê re hevkariyê dike. Pêvajoya mirinê bi hev re birêve dibin.”

Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan ê ku herî dawî di 12’ê çile de çû Grava Îmraliyê hevdîtin pêk anî ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî û bal kişand ser tecrîdê û grevên birçîbûnê.  Mehmet Ocalan bertek nîşanî tecrîdkirina Ocalan da û wiha got: “Ji bo çalakgerên greva birçîbûnê jiyana xwe ji dest nedin, divê demildest hevdîtinê bînin asta rûtîn. Li gorî qanûnê jî ji 15 rojan mafê me yê hevdîtinê heye. Em bi rêk û pêk serî li dozgeriyê didin lê bi hêcetên cuda daxwaza me red dike. Ev polîtîkayek ne rast e. Ev 4 sale me tenê 2 hevdîtin kiriye. Em dixwazin mafê ji bo hemû girtiyan tê nasîn, ji bo me jî bê nasîn. Heke ev der welatek demokratîk be û rêgezên hiqûqa gerdûnî li vir derbas bibin, divê destûrê bidin mafê me yê qanûnî. Her dawî du meh berê min hevdîtin pêk anîbû. Em li bendê tavilê destûra hevdîtina bê dayîn.”

‘Mirin dê birînan kurtir bike’

Ocalan destnîşan kir ku jiyana Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a ji bo rakirina tecrîdê di greva birçîbûnê de di bin talûkeyê de ye û wiha domand: “Li zîndanan bi hezaran girtî di greve de ne. Li derveyî welat jî gelek mirov di grevê de ne. Ev wisa naçe. Dewlet van mirovan nabîne gelo? Yanî em nizanin dewlet bi çavî greva birçîbûnê dibîne em nizanin. Ancak birêz Ocalan li gorî qanûnan di girtîgehê de tê ragirtin. Divê ev qanûn bikevin meriyetê. Gelek çalakger li ber mirinê ne. Tu feyda mirinê li civakê nabe. Wê birînên kûr veke. Divê dewlet demildest tecrîdê rake. Tecrîdkirina Ocalan ji bilî şer tişten ne anî ser vê erdnîgariyê. Dadgehkirina Ocalan ên didomin hene. Ji ber vê yekê jî divê parêzer dikaribin hevdîtinê bikin.”

‘CPT bi Tirkiyeyê re hevkariyê dike’

Ocalan anî ziman ku heke tecrîdkirina Ocalan bê bidawîkirin dê her kes nefesek rehet bistîne û wiha got: “Teqez para hêzên navdewletî jî di vê tecrîdê de heye. Hêzên navdewletî Ocalan revandin û wî radestî Tirkiyeyê kirin. Her wiha Komîtieya Pêşîlêgirtina Îşkenceya Ewrûpa (CPT) heye. Divê demildest CPT bikeve tevgerê. Lê CPT niha ji tecrîdê re dengê xwe dernaxe. Tecrîd îşkenceya herî mezin e. Heke bi rastî jî CPT, komîteya pêşîlêgirtina îşkenceyê be divê li dijî tecrîdê raweste. CPT jî û hêzên navdewletî jî greva birçîbûnê yên li Ewrûpayê dibînin. Divê demildest dawî liv ê polîtîkaya qirêj bê anîn. Lazim e CPT ji bo Ocalan zextan bike û dewletê bixe tevgerê. Niha CPT bi Tirkiyeyê û hêzên navdewletî re hevkariyê dike. Bi Tirkiyeyê re pêvajoya mirinê bi hev re birêve dibin. Ne mimkin e em vê qebûl bikin. Heke tecrîd rabe dê aştî pêk were.”RIHA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar