Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...
Pazartesi - 25 Kasım 2024

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Ocalan bi rêya parêzerên xwe peyam şand

Buroya Hiqûqê ya Asrinê têkildarî hevdîtina bi Ocalan re daxuyaniyek da û diyar kir ku Ocalan siyaseta demokratîk weke rêya çareseriyê dibîne. Ocalan bi rêya parêzeran peyamek ji çalakgerên di greva birçîbûnê û di rojiya mirinê de bûn re şand û wiha got: “Hêvîdarim ku bi taybet jî rêhevalên ku pêvajoyê bi ruhekî kûr hîs dikin, di hêla beden, zêhn û ruhî de li xwe baş binêrin. Li ser bingeha dersên ku ji pêvajoya rexne û rexnedayînê hatine derxistin, ji we re serkeftinê dixwazim.”

Ji Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrînê Rezan Sarica û Nevroz Uysal di 12’ê hezîranê de li Girava Îmraliyê bi muwekîlê xwe Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan  re hevdîtin kir. Buroya Hiqûqê ya Asrinê têkildarî hevdîtinê daxuyaniyek nivîskî weşand. Buroyê dîsa ji xeynî hevdîtinê payameke Ocalan bi raya giştî re parve kir.

Daxuyaniya Buroya Hiqûqê ya Asrinê wiha ye:

“Wekî Buroya Hiqûqê ya Asrinê me di çarçoveya zagonan de di 12’ê hezîranê di roja çarşemê de li Îmraliye bi muwekilê xwe birêz Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. Di vê hevdîtinê de birêz Ocalan di serî de spasiya çalakgerên di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de ku li ser banga wî dawî li çalakiya xwe anîn kir û silav şandin. Dîsa ji bo peyama spasiyê bigihije destê wan, nameya spasiyê şand. Birêz Ocalan ji bo hemû sazî û kesên di vê pêvajoyê de helwesta xwe diyar kirine, ev hewladan wan pir bi nirx dîtiye û spasî û silavên xwe pêşkêş kirine. Peyama birêz Ocalan a der barê çalakgeran de em di pêvekê de parve dikin.

Di vê hevdîtina bi birêz Ocalan re bi kurtî ev xal derketine pêş: Birêz Ocalan diyar kiriye ku dibe ku grevên birçîbûnê bên lidarxistin lê weke rêbaza tekoşîna ya sereke nabîne û pêşniyar nake. Pozîsyona xwe wekî siyaseta jiyandinê digire dest û pênase dike. Li dijî mirinê, parastina jiyanê pênase kir. Diyar kiriye ku têkoşîna jiyan û jiyandinê esas digire.

Mirina trajîk a Hallaci Mansur mînak da û diyar kir ku li gel vê mirina wî ya trajîk, dest ji lêgerîna heqiqetê bernedaye û bal kişand ser nirxên heqîqeta jiyanê. Li gorî vê yekê li gel rewşa xwe ya giran dîsa teqez dest ji tekoşîna lêgerîna edalet, azadî û lêgerîna heqîqetê bernedaye. Dîsa diyar kiriye ku teqez dest ji vê tekoşînê bernede.

Pêşniyara çareseriyê diparêze

Birêz Ocalan têkildarî pirsgirêkên polîtîk û civakî jî pêşniyarên xwe yên çareseriyê di her firsendê de anîne ziman û di vê hevdîtinê de jî anîn ziman. Me careke din dît ku sekna xwe ya bi israr a li ser bingeha siyaseta demokratîk û aştiya bi rûmet dubare nîşan daye.

Ocalan da zanîn ku di dîrokê de hatiye dîtin ku tirk beyî kurdan û kurd jî bêyî tirkan nikarin bijîn. Dema li Mezopotamyayê kurd hatin xelaskirin, li Anatoliyayê li ser navê tirkan tu tişt namîne. Diyar kir ku hebûn û pêşketina kurdan û hebûna tirkan bi hevve girêdayî ye. Divê li gorî vê rastiyê tev bigerin. Ev yekitiya kurd û tirkan, dê rê li pêş jiyana aştî û demokratîk a gelên li Rojhilata Navîn jî veke. Me dît ku pêşengiyê dide çareseriya demokratîk û ji bo vê yekê jî girîngiyê dide guhertinen qanûnî û makeqanûnî. Ji bo vê yekê jî diyar dike ku guhertina demokratîk û fikrî encax bi tevlêbûna hemû beşên civakê pêkan e.

‘Pêdivî bi rêbazên afirîner heye’

Destnîşan kir ku di awayê siyaseta heyî de valahiya bîrdozî û teorîk xuya dibe û bi şiklê malbatî, qebîletî û eşîrî siyaseta rast nayê meşandin. Bibîr xist ku ya esasî û çareseriyê siyaseta demokratîk e.  Berê jî qala mînaka Gandhî kiribû. Dîsa heman mînak bibîr xist û xwest rêbaza sivîl û rêbazên afirîner ên çareseriyê pêş bixin. Bal kişand ser pêdiviyên siyaseta muzakereyên demokratîk, rebazên aqil, polîtîk û hêza çandî û tekoşîna sivîl. Xwest ev rêbaz bên bipêş xistin. Anî ziman ku bi vê rebazê dikarin bingeha çareseriya demokratîk ava bikin.

Geşedanên li Sûriyeyê

Di mijara Sûriyeyê de bal kişand ser girîngiya feraseta siyasî ku tevahiya Sûriyeyê temsîl dike. Weke carên berê dîsa bal kişand ser, mîsogeriya makeqanûnê û pêşniyara demokrasiya herêmî kir. Dibêje polîtîkayên derve-hundir ên Tirkiye û Sûriyeyê girêdayî hev in û ne mimkûn e ku ji hev cûda bên destgirtin.

Têkoşîna azadiya jinan

Di mijara jinan û li hemberî hesasiyetên têkoşîna azadiya jinan û di van mijaran de têkildarî keçên di temenên zarokatiyê de tên zewicandin, qetilkirina Ozgecan, têkiliya navbera jin û mêran de hinek nirxandin kir. Destnîşan kir ku ji serdema neolotîkê heta niha 15 hezar sal in koletiya jinê ku mînaka koletiya teqez e, di genetîka civakê de bi cih bûye. Qetilkirina jinan berhema heman hişmendiyê ye û ji ber vê yekê jin êrîşên li hemberî hemcinsên wan pêk tên, wekî ku li hemberî wan pêk hatiye dibînin û got ku pêwîst e jin bi vê hişmendiyê tevbigerin. Qetilkirina jinan di mijarên pirsgirêkên civakî, aborî û sosyolojîk de her yek divê tena serê xwe wekî mijara şoreşê nirxand û tenê pirsgirêka mijara keçên ku di zarokatiya xwe de tên zewicandin weke sedema pêkhatina 10 şoreşan îfade kir. Nebûna siyaseta ku van pirsgirêkan çareser bike wekî mijara bingehîn ya rexneyê binav kir.

Çareserkirina pirsgirêkên civakî

Di mijara çareseriya pirsgirêkên civakî de pêşxistina hilberînê, afirînerî û li ser bingeha avakirinê şaredariyên demokratîk  wekî hewcedariyê aniye ziman û da zanîn ku divê di van mijaran de HDP rola katalîzora demokrasiyê bigire ser xwe.

Her wiha dema ku hinek pirtûk û nivîskar dinirxand anî ziman ku sosyalîzmê esas digire û li dijî dogmatîzmê, avakirinê pêş dixe. Li dijî hişmendiya reel sosyalîst, li ser vê bingehê li Rojhilata Navîn nêrîna xwe li ser esasê çareseriyê destnîşan dike.”

Peyama Ocalan a ji bo çalakgeran

Peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo bidawîkirina çalakiyên greva birçîbûnê nivîsandibû jî wiha ye:

“Rêhevalên Hêja;

Li ser pêşniyara min we dawî li çalakiya xwe ya greva birçîbûnê û rojiya mirinê anî. Ev helwest xwedî girîngiyeke dîrokî û bi wate bû. Ez weke helwesteke pir binirx dibînim û spasiya we dikim.

Hêvîdarim ku bi taybet jî rêhevalên ku pêvajoyê bi ruhekî kûr hîs dikin, di hêla beden, zêhn û ruhî de li xwe baş binêrin. Li ser bingeha dersên ku ji pêvajoya rexne û rexnedayînê hatine derxistin, ji we re serkeftinê dixwazim.

Ez bi taybet jî dixwazim destnîşan bikim ku ev helwesta di çarçoveya înîsiyatîfa şexsî de pêş ket, divê weke helwesteke li gorî dewletê yan jî weke tawîzdayînê neyê nirxandin. Li gorî hêvî û pêjna min, di wê baweriyê de me ku dê encamên erênî bi xwe re bîne. Ez vê hêviya xwe diparêzim. Hêvî dikim ku ji vir û şûnde li ser bingeha felsefeya hebûnê, hûn di hêla beden, ruh û zîhnî de xwe pêşve bixin. Silav û hezkirinên xwe yên daîmî ji we re dişînim.

Abdullah Ocalan

12 Hezîran 2019

Girtîgeha Îmraliyê / Bursa” STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar