Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Ocalan li ser telefonê bi malbata xwe re axivî

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê diyar kir ku muwekilên wan Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û muwekîlên wan ên din ku li Girtîgeha Tîpa F a Bi Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tên girtin  Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş, li ser telefonê bi malbatên xwe re hevdîtin kirine.

Di daxuyaniya buroyê de wiha hat gotin: “Malbatên muwekilên me yê li Girava Îmraliyê birêz Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş îro (27.04.2020) li cihên xwe bi rêya dozgeran bi muwekilên me re bi telefonê hevdîtin kirine.”

Ocalan li ser telefonê bi birayê xwe Mehmet Ocalan re hevdîtin kir. Mehmet Ocalan têkildarî hevdîtinê wiha got: “Ji me re gotin saet di 1’ê de werin Dozgeriya Komarê ya Rihayê. Li ser vê yekê em çûn dozgeriyê û me li wir bi telefonê hevdîtin kir. Telefon carekê qut bû. Piştre em dîsa axivîn. Axaftina me ya li ser telefonê nêzî 20-25 deqîqeyan berdewam kir. Got tenduristiya min baş e. Got niha nexweşî li  vir tune, lê di rojên pêş de çi dibe ne diyar e. Bi giranî li ser başûrê Kurdistanê nirxandin kir. Banga yekitiyê kir.”

Ji Girtîgeha Îmraliyê Omer Hayrî Konar jî bi birayê xwe Alî Konar û xwişka xwe re li ser telefonê hevdîtin kir. Alî Konar diyar kir ku birayê wî di telefonê de pirsa malbatê kir û diyar kir ku rewşa  tenduristiya wî baş e. Konar anî ziman ku ji ber şewbê bi fikar in û girtiyên li Îmraliyê wekî girtiyên din nikarin di nava xwe de jî bên cem hev û hev nabînin. Konar da zanîn ku ji roja birayê birine Îmraliyê yekem car bi telfonê hevdîtin dikin.

Hamîlî Yildirim jî bi rêya telefonê bi malbata xwe re 20 deqîqeyan axivî û diyar kir ku rewşa tenduristiya wî baş e. STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar