Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Ocalan: Bila grevên birçîbûnê bi dawî bibin – Hat Nûkirin

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi rêya parêzerên xwe têkildarî çalakiyên greva birçîbûnê û rojiya mirinê peyamek parve kir. Ocalan wiha bang kir: “Di serî de hevalên ku tevlî greva birçîbûnê û rojiya mirinê bûne, li ber ronkahiya daxuyaniya berfireh a du parêzerên min , li bendê me ku çalakiya we bi dawî bibe.”

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di 22’yê gulanê de bi muwekîlê xwe re li Îmraliyê hevdîtin kirin, têkildarî hevdîtinê li Titanic Downtown Beyoglu Hotelê daxuyaniyek da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrin Nevroz Uysal, Rezan Sarica, Îbrahîm Bîlmez û Raziye Turgut amade bûn. Parêzeran peyama Ocalan a der barê grevên birçîbûnê û rojiya mirinê de bi raya giştî re parve kir.

Di destpêka daxuyaniyê de Bîlmez da zanîn ku di hevdîtinê de mijarên esasî grevên birçîbûnê û rojiya mirinê bûn. Piştre jî metna ku ji hêla Buroya Hiqûqê ya Asrin ve hatiye amadekirin, ji hêla  parêzer Newroz Uysal ve hate xwendin. Uysal balkişand ser hevdîtina di 22’yê gulanê de û da zanîn ku Ocalan nîqaşkirina deklarasyona wan a ji 7 xalan pêk dihat, erênî dîtiye. Uysal diyar kir ku Ocalan got ku mîna hevdîtina berê, ev hevdîtin jî divê weke muzakereyê neyê nirxandin.

Newroz Uysal herî dawî jî peyama Ocalan a ji bo grevên birçîbûnê û rojiya mirinê de parve kir.

Peyama Ocalan wiha ye:

“Hevrêyên hêja;

Di serî de hevalên ku tev lî greva birçîbûnê û rojiya mirinê bûne, li ber ronkahiya daxuyaniya berfireh a du parêzerên min, li bendê me ku çalakiya we bi dawî bibe. Bi dilrehetî diyar dikim armanca we ya ji bo min diyar kiribû bi cih hatiye û li gel hezkirinê, malavayî li we dikim.

Bi taybetî diyar dikim û hêvî dikim ku hûn ê ji niha û pê ve bi xurtî û îradeyeke têrker li gel min bimeşin.

Li gel hezkirina bêdawî û slavên min

22’ê Gulana 2019, Girtîgeha Îmraliyê” STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar