Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...
Perşembe - 19 Eylül 2024

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

‘Ocalan dê bi tenê neyê hiştin’

Alîkarê Sekreterê Giştî yê Sendîkaya Unite the Union ku kampanyaya 'Azadî ji Ocalan re' dimeşîne Tony Burke diyar kir ku dê kampanyaya xwe xurtir bikin û got ku dê Ocalan li giravê tenê neyê hiştin

Navenda Nûçeyan |

Kampanyaya ‘Azadî ji Ocalan re’ ji aliyê mezintirîn sendîkayên li Qraliyeta Yekbûyî Unite the Union a ku 1.5 milyon endamên xwe hene û GMB’ê ku 700 hezar endamên xwe hene, tê meşandin. Gelek sendîka û tevgerên çandê tev li kampanyayê bûn. Bi milyonan karker û kedkar ji aliyê rêxistinên di nava kampanyayê de tên temsîlkirin.

Sekreterê Giştî Yê Unite the Union Tony Burke di heman demê de encamê Delegasyona Aştiyê ya Navneteweyî ye. Vê delegasyonê sala 2019’an di dema grevên birçîbûnê de serdana Tirkiyeyê kiribû.

Tony Burke ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî û destnîşan kir ku bêdengiya Ewropayê ya li pêşberî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ‘cihê şermê ye’ û wiha got: “Yekitiya Ewropa (YE) li dijî tecrîdkirina Ocalan helwestek tund nîşan nade. Yekitiya Ewropa û Parlamenta Ewropayê (PE) xwedî hêz e û dikare li dijî tecrîdê tiştekî bike. Dikarin helwestek zelal nîşan bidin. Li Tirkiyeyê dîktatorî heye. Em dibînin ku dikare ji YE re tiştekî bêje. Sedema vê yekê bêdengiya YE’yê ye. Gotina me ya di vê mijarê de êdi pir zahmet e. Lê divê em tiştekî bêjin.”

Ocalan Mandelayê Rojhilata Navîn e

Burke da zanîn ku tecrîd heqareta herî mezin a li dijî mirovahiyê ye û wiha domand: “Me ev yek di her platformê de dubare dubare vegot. Ocalan Mandelayê Rojhilata Navîn e. Divê bê berdan. Lê mixabin Ewropa li dijî vê şermê tu helwestê nîşan nade. Niha li Îngilistanê hikûmeteke muxafazakar heye. Em bi hikûmetê re dikevin nava têkiliyê, lê em nikarin encam bigirin.”

Buke da zanîn ku Partiya Karkeran li Îngilistanê dem bi dem tecrîdê tîne rojevê û wiha lê zêde kir: “Ji ber ku em ji Yekitiya Ewropayê derketin, qada tevgera me teng bûye. Lê em di her platformê de bi hempîşeyên me yên Ewropayê re tînin ziman. Gav neavêtina YE’yê ya li dijî tecrîdê xeyalan dişkîne.

Vîzyona Ocalan, huner û hêza wî ya li qada navneteweyî, dikare pirsgirêka kurd çareser bike. Yek ji aktorê herî girîng e. Ji aliyê civaka kurd ve hurmetek pir mezin dibîne. Ji ber vê yekê ez dibêjim Mandelayê Rojhilata Navîn. Mandela li Girava Girtîgeha Robben hatibû girtin. 27 salan girtî ma û 18 salan li giravê ma. Pirsgirêka Başûrê Afrîkayê piştî Mandela ji Girtîgeha Robben hat berdan û azad bû hat çareserkirin. Ez bawer dikim ku piştî Ocalan azad bibe dê pirsgirêka kurd jî çareser bibe.”

‘Divê Ocalan serbest bê berdan’

Buke da zanîn ku li Tirkiyeyê pergala diktatoriyê heye û ev tişt anî ziman: “Erdogan her ku diçe biryarên hişk digire. Divê em li Qraliyeta Yekbûyî û welatên Ewropayê bînin ziman ku pêwîst e Ocalan bê berdan. Niha Joe Biden serokê DYE’yê ye. Ez dizanim ku Biden bêhtir dikare li mirovan guhdar bike. Dostên me yên em bi sendîkayên li DYE’yê bixebitin hene. Dostên me dikarin di vê mijarê de bala Joe Biden û Kamala Harris bikişînin ser vê mijarê.”

Di axaftina xwe de Buke bi bîr xist ku gelek kes li Yekitiya Ewropayê der barê tecrîdkirina Ocalan de ne xwedî agahîne û wiha domand: “Ji ber vê yekê em bi rêya çapemeniyê û pirtûkan hewl didin vê kampanyayê belav bikin. Ji ber Tirkiye û YE bi bazirganiyê bi hev ve girêdayî ye, zêde van daxwazan li ber çavan nagire. Ji ber vê yekê em rasterast bi gel û rêxistinên civakî re dikevin nava têkiliyê. Di kampanyaya ‘Ji Ocalan re Azadî’ de navdarên îngîlîzan, lîstikvan, muzisyen, gelek kesên din hene. Divê em peyamên xwe bigihînin tevan.”

Burke destnîşan kir ku di sala 2019’an de Tirkiyeyê ziyaret kirin û di bin banê Unite the Union de gelek xebat kirin û wiha got: “Bi piştgiriya Brîtanyayê kampanyaya ‘Ji Ocalan re Azadî’ dest pê kiri. Lê ji ber şewba vîrûsê ev xabat belav bû. Niha li ser hesabê Twitter û Facebookê ev xebat tê meşandin. Me daxwaza ‘Ji Ocalan re Azadî’ di her platformê de anî ziman. Me bi Sekreretê Giştî yê Sendîkaya TUC Francis O’Grady û sendîkayên din re daxuyanî dan çapemeniyê.

Her wiha Burke anî ziman ku piştî şewba vîrûsê bi dawî bibe armanc dikin ku heyeta ji nûnerên sendîkayan pêk tê ava bikin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ku şewba vîrûsê bi dawî bibe em dixwazin bên Tirkiyeyê. Ocalan wê li giravê bi tenê neyê hiştin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar