Navenda Nûçeyan |
Şewba Covîd-19 a ku li temamî dinyayê bandorê li ser jiyana mirovan dike, xetên pergala kapîtalîst diyar dike. Tê diyarkirin ku bandorên krîza tenduristiyê û ya ekonomîk wê li ser şêwejiyan û konsepta rêxistinkirina civakî encamên girîng bide. Teorîsyenê mezin ê sosyalîzmê Karl Marks hê di sedsala 19’an de xetên dinyaya kapîtalîst dîtibû û rexneyên giran li civaka berxur kiribû.
Piştî ku şewb veguherî pandemiyê, DYA ya ku nûnera kapîtalîzmê ye û welatên din li ser diyar kirin ku wan bac û faîz kêm kirine û ketine fikara rizgarkirina borsa û piyaseyên fînansî. Vê pergala ku bi trîlyonan dolaran piştgiriya sermayedaran dike, kedkar û karker jî bi destûrên bê pere xiste malan.
Ev tiştên pêk hatin avadaniya ku civakê dike mêtingeh a pergala ekonomiya kapîtalîzmê derdixe holê û fikra ku pandemî nexweşiyên ekonomiya global e jî derxist holê.
Nivîskar Fîkret Başkaya diyar dike ku bi kapîtalîzmê re têkiliya xweza, civak û ekonomiyê berevajî bûye û ji aliyê din ve jî fîlozofê Marksîst Slavoz Zîzek jî balê dikişîne ser ‘komunîzma global.’
Davîd Harvey jî diyar kir ku Covîd-19 tolhildana xwezayê ya ku di destê talankên neolîberal de têkiliyeke xerab lê tê kirin. Pirsgirêka ku êdî kapîtalîzm nikare bidomîne ya fikirdaran pirsa gelo kapîtalîzm ekonomî ye yan na, tîne bîra mirov.
‘Kapîtalîzm ne ekonomî, dijberê ekonomiyê ye’
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di parêzname û hevdîtinên xwe bi berfirehî li ser van meseleyan sekinî. Di Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk de Ocalan ekonomiyê wekî ‘rastiya civakî ya herî kêm bûye dewlet û ya herî kêm hatiye taybetkirin’ pênase dike û diyar dike ku kapîtalîzm ne ekonomî ye, berevajî wê avadaniyeke wisa ye ku ekonomiyê dikuje.
Li gorî Ocalan sedema ku kapîtalîzm ne ekonomiyeke bazarê ye, dibêje ku li bazaran dibe asteng ku mirov bi awayekî azad û wekhev bikaribin bazirganiyê bike. Ocalan diyar dike ku vê meyla yekdestiyê jî herî zêde di formên kapîtalîzm û dewletê de hene û van pirsan dike, ‘Fînans ekonomî ye? Fînansa global ekonomî ye? Karesata jîngehê ekonomî ye? Bêkarî problemeke ekonomîk e? Banka, senet û faîz ekonomî ye? Hilberandina metayan a ji bo karê ekonomî ye?’
‘Li hêlekê mirov ji birçan dimirin û li hêla din jî hilberîneke zêde heye!’
Ocalan dibêje ku kapîtalîzm ne ekonomî ye û dijberê ekonomiyê ye û der barê meseleyê van tiştan dibêje:
“Koma rahîbên’pozîtîvîst û zanyar’ ên ku dixwazin îspat bikin kapîtalîzm pergaleke ekonomîk e, pirsgirêka krîzan jî şaş fêm dike û şaş dide fêmkirin. Tekane raveyeke krîzên ekonomîk heye. Ew jî di nasnameya dijberiya wê de heye. Carinan jî dibêjin krîzên ji ber hilberandina zêde ye. Li aliyekî dinyayê wê mirov ji birçînan bimirin û aliyê din jî wê hilberîneke zêde hebe! Dijberiya ekonomiyê ya kapîtalîzmê herî zêde di van buhranan de hene yên ku hatine afirandin. Sedema wê jî gelekî zelal e, kara yekdestiyê. Dema parên ku ji hêzên kedkar re hiştine, têra qaweta kirînê neke, van buhranên qaşo derdixînin pêş. Ya rast bi qestî derdixînin pêş. Di vê rewşê de rahîbên sixte, ya rastî ekonomîstên qaşo tên hawara wan! Keynes! Dibêje çi! Bila dewlet lêçûnan zêde bike. Çawa? Bila qaweta kirînê ya kedkaran zêde bike! Lîstikek bi awayekî qirêj çawa derdikeve holê! Ji aliyekî vê tu yê bêrîkê vala bike û ji aliyê din ve jî tu yê bêrîkê tijî bikî! Ev tê wateya ku mirinê nîşanî kedkar û civakên li dijî şaristaniyê bidin û gefan li ser wan bixwin. Gelekî zelal e ku têkiliyeke polîtîk li pêşiya me ye. Dema hewl didin çalakiyên hêzên demokratîk ên li dijî şaristaniyê têk bibin, berê wan birçî dihêlin. Piştre wan li ber xwe didin gerandin û zikê wan têr dikin. Li hemberî me taktîkên şer ên kevn hene. Heke tu dixwazî bajar an jî gelekî teslîm werbigire, divê tu berê dora wê bigire û piştre jî birçî bihêle! Piştre ji ber ku teslîm bûye, tu yê zikê wan têr bikî! Bi sedan mînakan ez dikarim qala cewhera rastîn a teorîya buhrana sixte ya kapîtalîzmê bikin. Heke bi tenê em buhrana sala 1930’an analîz bikin, dê hemû mantiq aşkera bibe. Di vê serdemê de çi dibe? Yekitiya Sovyetê ya ku hegemonyaya Ingilistanê qebûl nake, dibe rejîmeke mayînde û serkeftî. Bi ser de gefan li dinyaya kapîtalîst dixwe. Alman tevî rastgir û çepgirên xwe li ber xwe didin. Li Çînê bi pêşengiya Mao serhildaneke gundiyan hatiye destpêkirin. Anatoliya di serî de welatên mêtingeh û nîvmêtingeh li dijî hegemonyaya ingilîzan bi têkoşînên vejîna neteweyî serî hildidin. Bersiva hegemonyaya ingilîzan jî buhrana bi qestî ya di salên 1929-1930’an e. Ji aliyekî malên wekî çiyayan li ser hev hatine rêzkirin û ji aliyê din ve jî gel û karkerên ku ji birçînan dimirin. Dermanê Keynes her tiştî zelal dike.
Krîzên li ser xelayê
Em dikarin krîzên li ser xelayê jî têxin heman kategoriyê. Devjêberdana hilberandina malan û li hemberî nexweşî û karesatan hêvîdariya ji neçarbûna mirovan. Bi teknîk û heyînan re, birçîbûneke cidî û nexweşiyên girseyî pêk nayên. Dema pirsgirêka hebûna pergala hegemonîk dibe mesele, serî li van buhranên çêkirî tê xistin, bi nexweşî û karesatan gef tên xwarin. Em careke din dikarin têkiliya civak û ekonomiya kapîtalîst a bi hêzên hegemonîk bibînin. Metod yek e, birçî bihêle û sûdê ji karesata wê werbigire. Him jî tu yê îspat bikî ku tu melek û xwedayê rizgarkerî. Bila evdên te ji te re şikir bikin!
Kapîtalîzm dijberiya civakê ye
Divê were fêmkirin ku kapîtalîzm ne bi tenê dijberiya ekonomiyê ye, tê wateya dijberiya civakê jî. Di warê teorîk de Roza Luksembûrg diyar kiribû ku hemû civak nikare bike kapîtalîst û ev tişt ne mumkun e. Li gorî min pêdivî bi teoriyên mezin nîne. Her kes, her civak, karker û kapîtalîst bibin du beş, ji bo karê wê mal neyên hilberandin. Mînakeke hêsan. Em bibêjin li febrîqeyekê 100 karker dixebitin û karibin 100 wesayîtan hilberînin. Bila civak jî 100+1 kes be (Ji ber ku civak bi tenê ji karker û kapîtalîstan pêk tê. Tişta ku dibêjin civaka kapîtalîst a saf ev e. Ev şaşiyeke mezin a gelek Marksîstan e). Em sed wesayîtan bifiroşin bila kar were. Sed karkeran bi keda xwe wesayît kirîn. Ji patron re çi ma? 0! Nexwe divê yên ku nebûne kapîtalîst, bi analîza min ‘civaka demokratîk a li dijî şaristaniyê’ divê her dem hebe da ku civaka şaristaniyê bidome. Şaristaniya kapîtalîs a ku hêzeke hegemon a nû ye dema dijberiya civaka demokratîk bike û di demên çalakiyan de har bibe, li ser bingeha dijminatiya civaka demokratîk dikare xwe ava bike. Yan bi şeran an jî bi aştiyan. Wekî di dîroka şaristaniyê de, di dîroka şaristaniya kapîtalîst de jî gelek şer û bûyer hene ku dikarin vê meseleyê piştrast bikin.
Bêkarî bi qesdî tê afirandin
Pergala kapîtalîst ji ber rêjeya xwe ya kara ji nirxa zêde bilind bigire, mecbûr e ku her dem artêşa bêkaran a berdest di dewrê de hebe. Heke tunebe, divê biafirîne. Bêkarî pêvajoyeke wisa ye ku bi qestî tê afirandin. Heywan û riwek bi kêrî tiştekî tên, gelo mirov çima bêkar werin hiştin? Sermesele ma gêrikên bêkar hene? Heke gêrik jî ne bêkar bin, mirov çawa bêkar bin? Di gerdûnî de cih ji têgiha bêkariyê re tune. Bêkarî bi awayekî çêkirî tê afirandin û her dem geş tê hiştin. Dijminatiya pergala kapîtalîst a li dijî jiyana ekonomîk herî zêde bi bêkariyê derdikeve holê. Di rejîma fîrewn de ya ku em rexneyên giran lê digirin jî ‘koleyên betal’ tunebûn. Çawa ku fîrewnên bêkar tune, koleyên bêkar jî nabe. Koleyek her dem nirx û karekî wî hebû. Bi tenê di kapîtalîzmê de bêkarî an jî dijminatiya ekonomiyê heye.
Kapîtalîzm dijminatiya zanist û teknîkê jî dike
Kapîtalîzm dijminatiya teknîka ekonomîk jî dike. Asta zanist û teknîkê, kîjan civak dibe bila bibe him wekî pergaleke siyasî û him jî civakeke demokratîk dikare hebûna xwe bidomîne û di warê ekonomîk de pirsgirêkên xwe çareser bike. Zagona karê ya pergala kapîtalîst li hemberî asta zanist û teknîkê ya optîmûm dibe asteng. Heke zagona karê tunebe, zanist û teknîka heyî dikare çareseriyê ji gelek ekonomiyên li gorî pêdiviyên mirovan bibîne. Ev kapasîte tu carî baş nayê xebitandin, berevajî wê bi afirandina krîz, bêkarî û aloziyên civakî hewl tê dayîn ku şaristaniya kapîtalîst were domandin. Nexwe kapîtalîzm ne bi tenê dijberiya ekonomiyê dike, berevajî wê dijminatiya zanist û teknîkê ye jî.
Kapîtalîzm dijmine exlaq e
Kapîtalîzm dijminatiya exlaq û nirxên moral jî dike. Mirov bi rêgezên exlaqî dikare pêdiviyên xwe sererast bike. Berevajî vî tiştî dê wekî gêrikan zêde bibin û deh dinya jî têr nakin. Heke exlaq nebe, dibe ku veguherin ‘civaka şêran’ û wê heywan nemînin. Wê demê dinya ji şêran re jî namîne. Heke kapîtalîzm neyê bisînorkirin yan ew ê civakê bike civaka gêrikan û bîne ber asta hilweşandinê (Rewşa Çîn û Japonyayê) û yan jî wê bike civaka şêran (Civaka DYA’yê). Her civak wekî DYA, Çîn û Japonyayê be, gelekî zelal e ku wê şansa domandina civaka mirovan jî kêm be. Li vê derê kapîtalîzmê rêgeza exlaqî kiriye qurbaniya ekonomiya kapîtalîst. Wextekê ji ber ku zarok û keç zêde ne, dikirin qurbanî. Heke hebe, bi exlaqekî wisa, mirovan dikin qurbanî û civak dikare were domandin. Em bi çavê ‘ayînên qurbankirina mirovan’ li şerên bi mohra kapîtalîzmê binihêrin, wê demê em ê bibînin ku li hemberî me rêgezeke ekonomiyê ya kapîtalîzmê û bêexlaqiyeke çawa heye. Ev bêexlaqî xisarê nade tevnên civakî. Jîngeh û xwezayê cara pêşîn dixe bin hukmê xwe, bi domandina qetlîameke mezin bi tenê jiyana mirovan, gefê li ser jiyana zindiyan jî dixwe. Ji vêya zêdetir bêexlaqî û dijberiya zindiyan heye?
Dijminê jinê ne
Kapîtalîzm dijminatiya jinê jî dike ya ku hêza sereke ya jinê ye û afirînerê wê ye. Hemû analîzên me îspat dike ku jin di jiyana civakî de nirxa wê ya ekonomîk di asta yekemîn de ye. Wekî di dîroka şaristaniyê de jî tê dîtin, rastiya jina ku bêekonomî maye bûye nakokiya herî mezin a kûr û balkêş a civakê. Beşeke zêde ya nifûsa jina bêkar hatiye hiştin. Ji ber ku karên malê, karên herî dijwar bin, nake pênc qiruş. Ji ber ku welidandina zarokan û mezinkirina wan karê herî dijwar ê jiyanê ye, wekî belayekê dîtin. Him dibe makîneya welidandina zarokên erzan û bêkar û him jî mezinkirina van zarokan. Di dîroka şaristaniyê de jin di zemîna civakê de hatiye bicihkirin. Lê tu civak negihiştiye hêza ku kapîtalîzmê kiriye. Vê carê jin ne bi tenê di zemînê de, li hemû qatan dibe heybera newekhevî, bêazadî û bêdemokrasiyê! Tişta xerabtir ev e ku bi şîdeteke mezin desthilatdariya civaka zayendîparêz zêde dike, jinan dike endustriyeke seksê, îşkenceyê li hemû beşên civakê belav dike, civaka mêrserwer di serdema şaristaniya kapîtalîst de derdixe asta jor, wekî ku tolê ji afirînera ekonomiyê werbigire, dijminatiya li hemberî jin û ekonomiyê li her derê û di her demê de îspat dike!
Pergala ku ekonomiyê dike lîstikên kaxezan
Kapîtalîzmê ekonomî di asta global de kiriye piyaseya borsa û faîzê û lîstikên kaxezan, dijminatiya xwe li hemberî ekonomiyê jî dixe nava çavê civakê. Tu di serdema dîrokê de ekonomî nebûye lîstika kaxezan û pergaleke nîgaşî. Ekonomî wekî tevna herî hesas a civakan hatiye dîtin û bi çavê pîrozbahiyê lê nihêriye. Xwarin wekî problemeke pêşîn hatiye dîtin û hatiye xwestin ku were çareserkirin. Di hemû olan de der barê mîsogeriya ekonomiyê de raveyek heye. Cejn ji bo pîrozkirina zêdebûna ekonomîk û ji bo bîranîna serdemên ku êdî ne krîz in, tê lidarxistin. Vê xala ku Marks mafdar e, ji qada lêhûrbûna ekonomîk, hestiyarî û analîtîk tê derxistin û dibe lîstikên pere û kaxizan û vediguhere qada ji jiyanê herî dûr a feraseta analîtîk û spekulatîf. Bêyî ku tu kedê bidin, bi lîstina fiyetên faîz û senetan, di asta global de di nava çend saetan de bi milyaran dolar dest diguherin. Nîvê mirovatiyê ji birçînan dimirin û sêwirandina pergaleke ku ev qasî dijberiya ekonomiyê jî dike, gelekî dijwar e. Kapîtalîzm di vê qonaxa dawîn a jê re dibêjin serdema fînansê, bi tenê bi vî aliyê xwe dikare diyar bike ku çiqasî li derveyî ekonomiyê ye û pergaleke dijminane ye.
Kapîtalîzm hemû avadaniyan hildiweşîne
Kapîtalîzm digire ser hilberandin û berxuriyê, giraniyê dide polîtîkayên ku tu têkiliya wan bi xwarin, vexwarin, xwestarkirina civakan tune û bi tenê li kara xwe difikire. Kapîtalîzm krîzên hilberandin û berxuriyê ava dike û avadaniya civakan ji binî ve xerab dike. Çekên nukleer di serî de yên ku têkiliya wan bi avadaniyên hilberandin û berxuriya keda mirovan tune, komkirina çekan zêde dike, veberhênanê li çavkaniyên enerjiyê yên karbonê dike, bi çandiniya ku genetîka wê hatiye guherandin, bi bihabûna xetên derya, behr û hewayî, encama şêtbûna modeyê ya ku ji heman malê bi sedan wersiyon tê hilberandin, çend mînakên sereke ne. Ji aliyekî alavên wekî çiyayan li ser hev hatine komkirin û ji ber ku çawaniya xwe ya berxuriyê winda kirine, terkî rizandinê tê kirin, ji aliyê din ve jî qirbûnên ji ber birçîbûn û nexweşiyê ya ku nebûne tu hêzeke berxuriyê. Artêşên bêkaran! Di dîrokê de tu xerabî û dijminatiya ku karesatan nikarine bide civakan, teşeya ekonomîk a bi navê kapîtalîzmê pê li damarên ekonomiyê dike, dipelçiqîne û bi damarên çêkirî didomîne.”
Çavkanî: ANF