Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Ocalan dikare dawî li şerê heyî bîne’

Navenda Nûçeyan |

Desteya Rêveber a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Desteya Rêveberiya Konfedarasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) bi wesîleya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê peyamek belav kirin.

HDK’ê  di peyama xwe de bal kişand ser polîtîkaya şer a desthilatdariya AKP-MHP’ê û destnîşan kir ku tecrîda li Îmraliyê li pêşiya çareseriya pirsgirêka kurd û gelek pirsgirêkan astengiya herî mezin e, ji vê feraseta desthilatdariyê cuda nîne.

HDK’ê da zanîn ku tu rojeveke desthilatdariya AKP-MHP’ê ya ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd, pêkanîna aştî, aramî û edaletê nîne û wiha got: “Aşkera ye ku li Îmraliyê di şexsê Birêz Abdullah Ocalan de gelên Tirkiye û Kurdistanê hemû hatine tecrîdkirin û qada azadiyê hatiye tengavkirin.”

Di dawiya daxuyaniya HDK’ê de hat diyarkirin ku aştî bi pasîfîst, bêtêkoşîn û humanîzma pûç pêk nayê, aştî bi têkoşînê dibe û got ku ew mezinkirina têkoşîna şoreşger, demokrat û welatparêzan weke şertê aştiyeke esîl dîbinin.

DBP: Bila tecrîd rabe û hevdîtin dest pê bikin

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) di daxuyaniya xwe de wiha got: “Di rojek wek îro de jî şer didomin û peşkê li demokrasiyê dixe. Li Rojhilata Navîn şer tê birêvebirin. Li Tirkiyeyê ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd hewldan hatin kirin. Lê Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan bi dawî kir. Birêz Abdullah Ocalan dixwest konsepta şer bi dawî bike û aştiyê serwer bike. Lê bersiva hewldana Ocalan bi şer û tundiyê hat dayîn. Di demek wiha de ku şer mezin bûye yê ku dikare dawî li şer bîne birêz Abdullah Ocalan e. Bi dawî anîna tecrîdê dê şer bi dawî bibe. Ji bo dawîanîna vê pêvajoya bi xwîn pêwîst e demildest tecrîda li ser birêz Ocalan bi dawî bibe û ji nû ve hevdîtinên ji bo aştiyê dest pê bikin.”

Ji DÎSK’ê peyama 1’ê Îlonê

Desteya Rêveberiya Konfedarasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) jî ji bo 1’ê Îlonê daxuyaniyek nivîskî belav kir. Di daxuyaniya bi navê Seroka DÎSK’ê Arzû Çerkezoglû hat belavkirin de wiha hat gotin: “Kapîtalîzma kurewî mafê kedê û demokrasiyê rûdixîne. Kedkaran dike rikberên hev. Dixwaze dabeş bike û birêve bibe. Ji bo vê yekê jî şer û pevçûnan dixe dewrê. Ne aştî bi mudaxileyên emperyalîst dagir dikin û şer belav dikin. Di şeran de herî zêde karker û gelên feqîr zirar dibînin. Ji bo ku butçeya ji şeran re tê veqetandin, keda me tê xwarin. Di şeran de mafê kedê, demorkasî û azadî tê texrîbkirin û mafê mirovan, hiqûq û edalet jî tune tê hesibandin. Xweza û hawîrdor tê tunekirin. Şer ji bo amûra nijadperestiya îktîdaran tê bikaranîn. Bi kurtasî di şeran de karker û kedkar û feqîr winda dikin û çengek pere û xwediyê îktîdaran bi ser dikevin. Em bi hêvî ne wê şerên heyî yên li cîhanê bi dawî bibin û aştî bi serbikeve.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar