Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Ocalan: Divê demildest CPT serdana birêz Ocalan bike

Parlamenterê HDP'î Omer Ocalan, diyar kir ku dê polîtîkaya tecrîdê ya li Îmraliyê tu carî qebûl nekin û wiha got: “Welêt niha hildiweşe. Sedema herî mezin jî tecrîd e.”

Piştî parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê, malbatan jî ji bo agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş ên li Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de ne, bigirin li meclisê ketibûn nav liv û tevgerê. Malbatan li Enqereyê serdana HDP’ê û gelek saziyan kirin û xwestin ev bêhiqûqî ji holê bên rakirin.

Têkildarî serdanên malbatan û tecrîdê parlamenterê HDP’ê Omer Ocalan ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî û ragihand ku rêxistinên civaka sivîl jî diyar kirine ku pêvajoyê ji nêz ve dişopînin.

Omer Ocalan anî ziman ku ji 25’ê adarê heya niha agahî ji Îmraliyê negirtine û jixwe hevdîtina telefonê ya li edliyeyê hatiye kirin jî di nîvî de hatiye qutkirin. Ocalan da zanîn ku Ocalan di hevdîtina dawî ya bi telefonê de xwestiye parêzer bên Îmraliyê û wiha got: “Têkildarî tenduristî û jiyana wî de fikarên me hene. Em malbat û parêzerên wî ji bo vê yekê ketin nav gelek hewldanan. Lê tu tişt bi dest me neket.”

Ocalan diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê ji 27’ê tîrmeha 2011’an ve her diçe girantir dibe û ev tişt anî ziman: “Ewil heftê du caran hevdîtin dibû, paşê kirin heftê carekê. Wê demê parêzer jî diçûn. 11 hefteyan li ser hev hevdîtin hatin astengkirin. Ji bo vê jî hincetên wekî ‘koster xerabe ye, rewşa hewayê nebaş e’ derxistin pêşiya me. Lê belê piştî 27’ê tîrmeha 2011’an çûyîna parêzeran ji binî ve hat astengkirin. Piştî 2020’an jî cezayên dîsîplînê kirin hincet.”

‘Cezayê dîsîplînê dijhiqûqî ye’

Di axaftina xwe de Ocalan destnîşan kir ku cezayên dîsîplînê teblîxî parêzeran jî nehatiye kirin û cezayê dîsîplînê yê vê dawiyê bi her awayî li dijî hiqûqê ye û wiha domand: “Tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji ber felsefe û paradîgmaya wî ye. Fikrê Modernîteya Demokratîk a Ocalan ji bo gelên Rojhilata Navîn bûye nefes. Ev paradigma ji ber ku di nav civakê de her diçe belav dibe dewlet jî ji vê yekê aciz dibe û tecrîdê dijwartir kir.”

Destkeftiyên kurdan

Omer Ocalan anî ziman ku sedemeke girankirina tecrîdê jî destkeftiyên kurdan ên rojavayê Kurdistanê ye û ev nirxandin kir: “Tirkiye dixwest bi rêxistinên cîhadparêz rojavayê Kurdistanê tasfiye bike. Birêz Ocalan li wir paradîgmaya rêya sêyemîn xist dewrê. Ne li rex DAIŞ’ê ne jî li rex rejîma Esad a ku bi salan nasnameya kurdan red kir, cih girt. Pergalek hat avakirin û niha ev pergal ji hêla gelên cîhanê ve tê pîrozkirin. Ji ber van destkeftiyan tecrîd hîn bêtir hat girankirin.”

‘Tenduristiya Ocalan ji bo kurdan girîng e’

Ocalan diyar kir ku dê têkoşîna wan a li hemberî bêhiqûqiya li Îmraliyê bidome.

Di berdewamê de Ocalan destnîşan kir ku sedema pirsgirêkên ku her diçe kûrtir dibin jî tecrîd e û rêya çareserkirinê meseleya kurdî jî Ocalan e û wiha got: “Tenduristiya Birêz Ocalan ji bo kurdan û meseleya kurdî girîng e. Di vî warî de her kes xwedî berpirsyar e. Dibe ku pirsgirêkên tenduristiyê yên Birêz Ocalan û hevalên wî hebin. Lê em nizanin çi ye. Em wek malbata wî meraq dikin. Gelo qey hin tişt tên veşartin? Demildest divê bê aşkerakirin.”

‘Ji ber tecrîdê qeyran mezintir dibe’

Ocalan da zanîn ku dê tu carî tecrîdê qebûl nekin û wiha axivî: “Tirkiye divê dev ji vê polîtîkaya xwe berde. Lewre encamên wê li holê ne. Niha welêt hildiweşe. Sedema sereke ya vê hilweşandin helbet tecrîd e. Ger hûn rabibin diyalogê, mafên mirovan ji holê rakin, polîtîka û siyasetê betal bikin û bi rêbazên leşkerî bi ser meseleyên civakî de biçin û muxataban bi awayekî giran têxin bin tecrîdê, dê encam bêîstikrarî be. Li Tirkiyeyê di her warî de qeyran heye. Sedema vê jî binpêkirina demokrasiyê û mafên mirovan e.”

Bang li CPT’yê kir

Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ku biryara DMME’yê ya derbarê Ocalan de daxilî nav rojeva xwe kiribû, di civîna xwe de xwestibû ku ji bo vê tevdîr bên girtin.

Omer Ocalan bal kişande ser vê bangawaziyê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Biryareke ku 7 sal berê hatibû dayîn, piştî 7 salan daxilî nav rojeva Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê bû. Pir dereng çêbû. Ev biryar tê wateya ku di hin deveran de bi Tirkiyeyê re li hev kiriye lê axirê biryareke girîng e. Komîteyê bang li CPT’yê kir ku peywira xwe bi cih bîne. Lewre qutkirina têkiliya bi derve re îzolasyon e. Ev jî sûcekî li hemberî mirovahiyê ye. Demildest divê CPT biçe serdana Birêz Ocalan û hevalên wî bike.” ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar