Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Ocalan: Divê em têkoşîna zindanan mezin bikin

Parlamenterê HDP’ê Omer Ocalan da zanîn ku bi tecrîdkirina Ocalan re dewleta tirk temamiya gelê kurd tecrîd dike. Ocalan diyar kir ku çalakiya Leyla Guven çirûskeke û divê gelê kurd xwedî li têkoşîna çalakiyên greva birçîbûnê derkeve

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a ku hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Leyla Guven ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin di roja 92’yemîn de berdewam e. Her wiha li girtîgehên cuda yên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê jî 291 girtî bi heman daxwazê di greva birçîbûnê de ne. Têkildarî mijarê parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan beşdarî çalakiya li KCD’ê bû, tecrîda li ser Ocalan û çalakiyên greva birçîbûnê bi Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.

Ocalan da zanîn ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 20 sal in li Girava Îmraliyê tê tecrîdkirin û wiha domand: “Ev sê sal in jî tecrîdeke girankirî heye. Bi tu awayî nahêlin malbat û parêzer biçin hevdîtinê. Min jî serî li wezareta dadê da lê serlêdana min nehat bersivandin. Mafê hevdîtinê mafek destûra bingehîn e û astengkirin li dijî qanûnan e. Ji bo rakirina tecrîdê divê gel berteka xwe ya demokratîk nîşan bide. Ne tenê birêz Ocalan, tevahiya gelê kurd tê tecrîdkirin. Dewlet naxwaze gelê kurd bibe xwedî statu. Bandora birêz Ocalan ne tenê li ser gelê kurd, li ser temamiya Rojhilata Navîn heye. Divê dewleta bi nêzikatiyeke ji rêzê nêzî birêz Ocalan û têkoşîna gelê kurd nebe.”

Kurd têkoşîna statuyê didin

Di berdewamê de jî Ocalan bi lêv kir ku çalakiyên bi pêşengiya Leyla Guven hatine destpêkirin ji bo pêkanîna mafên hiqûqî yên Ocalan e û wiha pê de çû: “Dewlet dixwaze siyaseta kurd têk bibe. Kurd ji bo ku bibin xwedî statû têdikoşin. Grevên birçîbûnê her wiha têkoşîneke ji bo statuyê ye. Ev têkoşîneke bi hêz e. Di têkoşîna azadiya gelê kurd de girtîgeh her dem bi rolekî dîrokî rabûne. Li girtîgehan careke din serdemekî dîrokî pêk tê. Ya dikeve ser milê me jî mezinkirina vê têkoşînê ye.”

‘Divê em li çalakiyê xwedî derkevin’

Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan bertek nîşanî bêdengiya dewletê ya li hemberî çalakiyên greva birçîbûnê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dewlet dixwaze gelê kurd tune bike. Çalakiya Leyla Guven çirûskek e. Ev çirûsk li dijî polîtîkaya înkar û îmhayê bersivek e. Divê ji vê saetê şûn ve em jî ji Leyla Guven û hevalên girtîgehan re bibin bersiv. Wan ji bo azadiya vî gelî xwe feda kirine. Ev çalakiyekî herî bi rûmet e û divê em lê xwedî derkevin. Ji bo ku têkoşîna sed salî ya gelê kurd tune nebe, divê em deng bidin Leyla Guven û zindanan. Berxwedana zindanan berxwedana şoreşê ye. Bedelên mezin tên dayîn. Dê bi têkoşînê gelê kurd biserkeve û tecrîda li ser birêz Ocalan bê şikandin.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar