Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Ocalan êdî Rêberê gelên cîhanê ye

Rêberê Gelan Abdullah Ocalan 25 sal berê bi komployek navdewletî ji Şamê hat derxistin. Di 15’ê Sibata 1999’an de yanî 24 sal berê teslîmî Tirkiyeyê hat girtin. Rêberê Gelan Abdullah Ocalan 24 sal in di yek hucreye de di tecrîda giran de tê girtin. Zêdeyî 31 mehan e bi tu awayî agahiyê ji derve nagire. Her wiha gele kurd jî bi tu awayî nikare agahiyê ji Ocalan bigirin. Rêberê Gelan Ocalan di van 24 salên tecrîdê de bi hezaran pirtûk xwendin. Bi dehan pirtûk nivîsandin. Di van pirtûkên xwe de li ser dîroka mirovahiyê, dîkoka olên cîhanê, dîroka civakê, dîroka pergala modernîteya kapîtalîst û modernîteya demokratîk analîzên gelek kûr û fireh kirin. Ji bo gelên cîhanê ji qeyrana aborî, siyasî, îktîdar û pergala kapîtalîzmê rizgar bibe, rêyên çareseriyê nişan da. Ji bo pêşerojek aram, demokratîk, aştiyane, ekolojîk, ji bo jiyanek hevpar û wekhev, ji bo azadiya jinê, wekheviya zayendî, pir zimanî, pir çandî, pir bawerî û pir rengîniyê ji bo civakeke sincî û polîtîk felsefeyek nû û paradîgmayek nû ava kir.

Îro her çend Tirkiye û gelek dewletên din hewl didin Rêberê Gelan Ocalan wekî “sûcdar” pênase bikin jî, lê me di salvegera komploya navdewletî de dît ku li seranserî cîhanê li 74 navendên cîhanê gelên xwedî nasnameyên cuda Ocalan wekî rêberê xwe qebûl kirin. Azadiya Ocalan xwestin. Van dîmenên ku di 10’ê cotmehê de li çar aliyê cîhanê hatin dîtin û belavkirin, nîşanî me da ku her çend hin dewletên hemogomîk Ocalan wekî “sûcdar” nişan bidin jî, lê gelên cîhanê Ocalan wekî Rêberê xwe qebûl dikin.

Me di 10’ê cotmehê de dît ku bertek û nerazibûnên li dijî tecrîda giran a li dijî Ocalan zêde bûn. Di serî de gelê kurd li çar aliyê Kurdistanê 9’ê Cotmehê şermezar kirin û ji Ocalan re azadiya fîzîkî xwestin. Di 10’ê cotmehê de jî li seranserî welatên cîhanê gel li Ocalan xwedî derket û ji bo Ocalan azadî xwestin.

Kurdan û nûnerên gelên cîlanê li 74 bajarên cuda di çarçoveya pêngava ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re, Çareseriya Siyasî ji Pirsgirêka Kurd re’ daxuyanî dan çapemeniyê. Di serî de li bajarê Strasbourgê yê Fransayê ku Konseya Ewropa, Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) lê ne, ji bo temsîla 74 saliya temenê Rêberê Gelan Abdullah Ocalan li 74 bajaran daxuyanî dan çapemeniyê. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî li gel welatên Ewropayê, li Bangladeş, Pakistan, Tokyo, Hindistan, Kenya, Efrîka Başûr, Latîn Emerîka û bi dehan navendên din di heman demê de daxuyanî dan çapemeniyê.

Ji çar aliyên cîhanê, akademîsyen, rojnamevan, rêxistinên civakî yên sivîl, partiyên siyasî, parlamenter, aktîvîstên têkoşerên maf, fîlozof, kesên hêjayî xelata aştiyê ya nobelê hatine dîtin, nûnerên rêxistinên jinan û gelên xwecihî pêngava ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re, Çareseriya Siyasî ji Pirsgirêka Kurd re’ dan destpêkirin.

Vê rastiyê nîşanî me da ku her çend Rêberê Gelan Ocalan di tecrîdê de bê girtin jî, her çend nikaribe bi awayekî azad fikrên xwe bi gelan re parve bike û bi awayekî serbest lêkolîn bike jî, dîsa bi sentez û felsefeya ku di nava çar dîwaran û di nava şertên herî kêm û zahmet de dikare rê nîşanî gelên cîhanê bide. Dikare pêşengiyê ji gelê cîhanê re bike. Ji ber ku fikir û felsefeya Rêber Ocalan çareseriyê pêş dixe îro li çar aliyê cîhanê gel, bawerî û nasnameyên cuda li Rêber Ocalan xwedî derdikevin. Ocalan wekî vîna xwe dibînin. Fikrên Ocalan ji bo xwe rêberê jiyanê nişan didin.

Di vê pêngavê de me dît ku êdî Rêberê Gelan Ocalan ne tenê Rêberê Gelê Kurd e. Me dît ku êdî Rêberê Gelên Cîhanê ye. Her çend di nava çar dîwaran de bê hepiskirin jî em dibinin ku fikrên wî li çar aliyê cîhanê belav bûye. Em dibinin ku felsefe û paradigmaya wî li çar aliyê cîhanê belav bûye û her kes fikr û felsefeya Rêber Ocalan ji bo xwe rêya azadiyê dibine. Em dibinin ku êdî her kes azadiya xwe di azadiya Ocalan de dibinin. Tecrîdkirina Ocalan jî wekî tecrîdkirina xwe dibînin.

Ji ber vê yekê êdî Rêber Ocalan bûye mirovekî gerdûnî. Dîwar û sînor şikandine. Ocalan bûye aydî hemû gelan. Ocalan îro ji bedenê zêdetir bi fikra xwe di nava gelan de zindî dibe. Ji bo vê yekê êdî gelên cîhanê jî dixwazin ku Ocalan hem ligel fikra xwe bi bedena xwe jî di nava wan de bijî. Ji ber vê yekê îro ji Ocalan re azadiya fîzîkî dixwazin.

Eger armanca û politikaya Tirkiye û hêzên hegomonîk tecrîdkirina fikr û paradigmaya Ocalan be, ji mêj ve ev armanc wan bûç bûye. Ji xwe Rêber Ocalan ji berê de jî digot ‘Ez ji aliyê fikrê ve azad im’ Lê tenê beden amin dîl hatiye girtin. Êdî armanca vê pêngava dawî ewe ku Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bi awayekî fizîkî jî azad bibe û bêtnir xizmetê bide gelên cîhanê.  Vî dîmenê li cîhanê hat kişandin nişan da ku êdî azadiya fizikî ya Ocalan nêzîk e. Heviyê hemû gelan ji her demê zêdetir û mezintir e.

Nûçeyên Têkildar