Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

Ocalan: Em di 4’ê Nîsanê de xwedî li hebûna xwe derkevin

Parlementerê HDP’ê Omer Ocalan ê ji gundê Amaraye û bi ferman Wezareta Karê Hûndir destûr nehat dayîn ku bikeve gundê Amara. Ocalan bang kir û wiha got: “Em di 4’ê Nîsanê de xwedî li hebûna xwe derkevin.”

Walîtiya Riha hefteyek berî 4’ê Nîsanê ku roja ji dayîkbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalane, li tevahiya bajêr ji 1’ê nîsanê heta 6’ê nîsanê çalakî, şahî û kon vedan qedexe kir. Polîs û leşkeran jî tevahiya navçe û gundê Amara ya navçeya Xelfetî ya Riha ku Ocalan li wir ji dayîn bûye dorpêç kirin. Leşkerên sê rêyên dikevin gund bi barîkatan girtin, destûrê nadin kes bikeve gund, li malên gund yek bi yek lêgerîn kirin û li biyaniyan geriyan. Parlementerê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan ku xwest biçe Amara, li gundê Erah ê 3 kîlometre dûrî gundê Amarayê hat astengkirin.

Ocalan diyar kir ku wî xwest li ser rêya Hewag a Rihayê biçe gundê ku malbata wî lê dijî û wiha axivî: “Lê leşkeran li gundê Erah ê 3 kîlometre dûrî gund pêşiya min birîn. Min ji leşkeran re ‘got Amara gundê mine, ez li vê derê hatime dinê û mezin bûme. Malbata min li vê derê dijî. Ji ber vê jî dixwazim herim gund.’ Lê leşkeran ji min re gotin ‘Fermana Wezareta Karê Hûndir heye. Navê we jî cih digire. Ji ber vê hûnê neçin gund.’”

Ji bo navçeyê jî destûr nehat dayîn

Ocalan da zanîn ku wî li ser vê yekê xwest derbasî avahiya partiyê ya navenda navçeyê bibe û wiha bilêv kir: “Vê carê jî wesayîtekê sivîl, bi liv û tevgerek lezgîn pêşiya me girt. 2 kesên di wesayîtê de xwe weke polîs nîşandan. Ji me re gotin Midûriyeta Ewlekariyê li navçeyê ye û ewê destûrê nedin ku  bikevin navçeyê. Destûr nedan ku ez bikevim gund û navçeya xwe. Lê ez jî bi rêyên cuda hatim avahiya navçeyê.”

‘Em xwedî li hebûna xwe derkevin’

Ocalan destnîşan kir ku 4’ê Nîsanê ji nû de avabûna berxwedana gelekî ye û ev bang kir: “Divê hemû gelê me li gorî girîngî û wateya 4’ê Nîsan tevbigere û vê rojê pîroz bikin. Ji ber ku em ji her carê bi hêztirin. Bi boneya vê rojê divê tecrîd bê rakirin. Bandora birêz Ocalan a li ser gelê kurd ji aliyê hemû raya giştî ya navneteweyî ve tê zanîn. Em bang li gelê xwe dikin, em di 4’ê Nîsanê de xwedî li hebûna xwe derkevin.”RIHA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar