Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Ocalan: Em nebin şirîkê sûcê dewletê

Mehmet Ocalan, birayê Rêberê Gelê Abdullah Ocalan, ji bo daxwaza çalakgerên di greva birçîbûnê de bê qebûlkirin bang li her kesî kir ku têkevin nav hewldanan û wiha got. “An em ê bibin hevparê sûcê dewletê an jî em ê peywira xwe ya ji bo mirovahiyê bi cih bînin. Ev bêdengî nayê qebûlkirin.”

Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan da destpêkirin di roja 121’emîn de didome. Her wiha bi heman daxwazê li gelek girtîgehan jî ji 16’ê kanûnê ve çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û nedorveger didome. Di 1’ê adarê de jî greva birçîbûnê li tevahiya girtîgehên ku girtiyên PKK û PAJK’î lê dimînin belav bû.

Mehmet Ocalan, birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji Ajansa Mezopotaymayê re axivî û ji bo daxwaza çalakgerên di greva birçîbûnê de bê qebûlkirin bang li her kesî kir ku têkevin nav hewldanan. Mehmet Ocalan, bal kişand ser hevdîtina 12’ê çileyê û bilêv kir ku ev hevdîtin tenê ji bo teyîtkirina mafê jiyanê bûye. Ocalan diyar kir ku hevdîtina dawî ne hevdîtineke qanûnî bûye û got ku ji ber dewlet tengijiye pîvanên xwe bin pê kiriye û ev hevdîtin pêk aniye.

Ocalan anî ziman ku hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re girîng e lê belê ne gaveke ji bo çareserkirina pirsgirêkê bûye. Mehmet Ocalan wiha got: “Ji bo pirsgirêk çareser bibe û grevên birçîbûnê bi dawî bibe, divê tecrîd bi temamî ji holê rabe.” Ocalan, destnîşan kir ku pêvajiya heyî pêvajoyeke dijwar e û tekane rê li her deverî bilindkirina têkoşînê ye.

‘Dewletê hemû derî girtine’

Ocalan diyar kir ku qebûlkirina daxwaza çalakgerên greva birçîbûnê ne tiştekî zehmet e û ev tişt anî ziman: “Leyla Guven û girtî, dixwazin Tirkiye li gorî qanûnên xwe tev bigere. Li gorî qanûnan her kes wek hev e lê belê ev tenê li ser kaxezê dimîne. Divê di pratîkê de jî ev qanûn pêk bên. Niha li Îmraliyê hiqûqeke din di dewrê de ye. Di nav vê pergalê de bi navê însanetiyê tiştek tune ye. Loma daxwaz girtiyan daxwazeke pir mirovane ye. Kesên di greva birçîbûnê de ji dewletê re dibêjin ‘li gor qanûnên xwe tev bigere.’ Lê belê niha dewletê hemû derî li ser vê daxwazê girtine.”

‘Bar dikeve ser milê rewşenbîran’

Ocalan bilêv kir ku li Tirkiyeyê kesên ji xwe re dibêjin em rewşenbîr û demokrat in, gelek tişt dikevin ser milê wan û ji bo bidawîbûna tecrîda li Îmraliyê roleke mezin dikeve ser milê rewşenbîran. Ocalan destnîşan kir ku pêkanînên antî demokratîk nayên qebûlkirin û ev tişt got: “Di serî de Leyla Guven û bi giştî jî hemû girtî dixwazin ji bo çareseriyeke demokratîk derî bê vekirin. Lê belê dewlet naxwaze deriyan veke û ji bo ev derî venebe her tiştî dike.”

‘Ewropa hevparê vî sûcî ye’

Ocalan destnîşan kir ku hem Yekîtiya Ewropayê hem jî CPT’ê li ber vî sûcî xwe li nedîtin û guhnedêriyê datînin û ji ber vê Ewropa û saziyên navnetewî dibin hevparê sûcê Tirkiyeyê. Ocalan bang li gelên Tirkiyeyê jî kir û wiha got: “Wextê me pir nemaye. Divê li Tirkiyeyê hêzên demokrasiyê û gelên Tirkiyeyê demildest têkevin nav hewldanan. Divê em mirov nemirin. Dibe ji nişkave ji girtîgehan xebera mirinê bê. Loma wextê me pir nemaye. Çi bê kirin divê niha bê kirin. Piştî mirin çêbibin, çi bê kirin jî vala ye. Divê ev kes nemirin.”

‘Bêdengî nayê qebûlkirin’

Ocalan, di dawiya axaftina xwe de jî destnîşan kir ku çi dikeve ser milê kê divê bike. Ocalan, bilêv kir ku di teoriyê de her kes gelek tiştan dibê lê di pratîkê de tiştek nayê kirin ev tişt anî ziman: “Niha dramek heye. Divê herkes rabe û ji dewltê re bêje ‘li gor qanûnên xwe tev bigere.’ Berî bi derengî bikeve divê em têkevin nav hewldanan. Niha bi hezaran girtî di greva birçîbûnê de ne. Divê ên li derve bibin dengê wan. An em ê bibin hevparê sûcê dewletê an jî em ê peywira xwe ya ji bo mirovahiyê bi cih bînin. Çalakiyên greva birçîbûnê radeya dawî ye. Ev bêdengî nayê qebûlkirin. Divê her kes bi awayekî demokratîk bertekê nîşan bide.” RIHA

 

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar