Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Ocalan êrîşa li dijî karkerên çandiniyê bir rojeva meclisê

Parlamenterê HDP’ê Omer Ocalan êrîşa tîmên tevgera taybet a li Pirsûsê ya li dijî karkerên çandiniyê bir rojeva meclisê. Ocalan ji bo ku Soylu bi bersivînê pêşnûmepirsek pêşkeşî Serokatiya Meclisê kir

Polîsên tîmên tevgera taybet a tirk di roja înê de li taxa Elîgor a navçeya Pirsûs a Rihayê dolmîşeke karkerên çadiniyê guleberan kiribû. Di êrîşê de karkerên bi navên Hava Algac, Emîne Çalişan, Gulcan Ertaş, Aysel Geçîçî, Zehra Kurt û Kubra Kurt birîndar bibûn. Di heman demê de polîsan ajokarê dolmîşê jî derb kir û nehiştin ku xebatkarên tenduristiyê mudaxaleyî birîndaran bikin.

Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Rihayê Omer Ocalan mijar bir rojeve meclisê. Ocalan têkildarî mijarê bi daxwaza ku Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê Suleyman Soylu bi bersivîne, pêşnûmepirsek da Serokatiya Meclisê.

Ocalan li gorî îfadeyên ajokar û birîndaran ev pirs ji wezîrê karên hundir Suleyman Soylu kir:

“1- Der barê bûyera weke li jor hatiye diyarkirin û ji hêla raya giştî ve tê zanîn lêpirsîn hatiye destpêkirin? Hatibe destpêkirin di kîjan astê de ye?

2- Dîmenên kêliya ku bûyer pêk hatiye hene? Di dîmenan de rewşeke ku wesayît bê gulebarankirin heye?

3- Di navbera girtekên kêliya bûyerê, girtekên nexweşxaneyê û girtekên mexdûr-gazindker de nakokî hene? Noqteyên ku eleqeya xwe bi girtekan re tunene çi ne?

4- Şahidên kêliya bûyerê hene? Heke hebin îfadeyên van şahidan çi ne?

5- Di kêliya bûyerê de wesayîtên cuda ku xesar dîtine hene? Heke hebin gelo der barê van wesayîtan de tu lêpirsîn hatine kirin û girtek hatine girtin? Heke xesarek di van wesayîtan de hebe planên we yên der barê van wesayîtan de çi ne? Çarçoveya girtekê çî ye? RIHA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar