Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Ocalan: Ez ji bo çareseriyê amade me

 

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê têkildarî hevdîtina li gel Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyanî da. Parêzeran naveroka hevdîtinê bi raya giştî re parve kir û Ocalan wiha gotiye: “Ez ji kurdan re cih vedikim. Werin em pirgirêka kurd çareser bikin. Ez dibêjim ku ez ê di hefteyekê de rewşa şer û îhtîmala wê ji holê rakim. Ez ê çareser bikim. Ez bi xwe bawerim. Ez ji bo çareseriyê amade me. Ancak dewlet jî û aqilê dewletê jî divê tişta pêwîst bike.”

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê têkildarî hevdîtina parêzerên wan ku li gel Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 7’ê tebaxê de hevdîtin pêk anî daxuyanî da raya giştî.

Daxuyaniya Buroya Hiqûqê ya Asrinê ku têkildarî hevdîtinê parve kir wiha ye: “Me di 7’ê tebaxa 2019’an de bi muwekîlê xwe birêz Abdullah Ocalan re hevdîtinek pêk anî. Di hevdîtina li gel birêz Ocalan de rojeva sereke li gel gelek sernavan a esas pêşketinên dîrokî yên têkiliyên Kurd-Tirk, gotubêjên li ser rewşa şer û rageşiyê bû. Têkiliyên Kurd-Tirk ên ji Ahlat û Malazgirtê destpê kir heta Destûra Bingehîn a 1921’ê hate nirxandin, birêz Ocalan diyar dike ku têkildarî vê mijarê bi hestyar hemû derdor divê li gorî wê tevger bigere. Dixwaze xwe wekî Kemalîst an jî dixwaze xwe wekî Osmaniyên Nû îfade bike, her du hişmendî jî divê li gorî dîrok û têkiliyên Kurd-Tirk rast û helwestekî erênî nîşan bide.”

Buroya Hiqûqê bi berdewamî ev agahî ragihand: “Birêz Ocalan ji israra polîtîkayên şer û rageşiya heyî bi fikar e. Bal kişand ser windahiyên mirovî, siyasî û aborî yên çil sal in pêk tên, israra di vê polîtîkaya li herêmê de wê encamên hê girantir bi xwe re bîne, divê her kes vê yekê bibîne. Hewldanên demokratîk ên wî di demê Ozal de heta niha ji aliyê kontra gerîlayan ve hatine sabotekirin; hêzên dijî çareseriyê îro jî ji bo heman tişt pêk bê di asteke ya şer derbixin de gihiştine potansiyelekê. Gotina Ozal a sala 1993’yan a ‘Bi şer çareserî nabe’ bibîr xist, tevî parastina rastiya vê rewşê jî îro biryardariya Ozal nîşan dide, vîna wê ku lêpirsîn dike heye.”

Hiqûqek kurdan heye an na?

Buroya Hiqûqê bi berdewamî ev tişt ragihand: “Birzê Ocalan bi hewldaneke pir bi heybet dema dewlet û aqilê dewletê analîz dike; li dijî dîroka derew, mijûlkirin û sext ya ku aqilê şovenîstiyê ye, li gorî têkiliyên Kurd-Tirk ên dîrokî û dîroka rast ji bo kurdan cih dixwazim vekim. Di vê çarçoveyê de ti pêwîstiya kurdan bi dewleteke din nîne; lê pirsa ‘Gelo ma pêwîstî bi hiqûqek ya kurdan jî heye an na?’ kir. Her timî lêgerîn li ser jiyana azad, mirovê azad û civaka azad a çil salî dom dike kir û diyar kir ku aqilê kurdan ava dike.”

Tecrîda 20 salan bi şerên îro ve girêdayî ne

Di berdewamiya daxuyaniyê wiha hat gotin: “Birêz Ocalan der birî ji serdema Ozal heta roja îro lêgerîna ji bo aştî û demokrasiyê didome. Birêz Ocalan diyar dike ku tecrîda 20 salî ya li dijî wî bi şerên îro diqewimin ve girêdayî ne. Her wiha got ew tevî van hemû zoriyan jî li dijî vê yekê bîst sal in li ser xeta aştiyê li ber xwe dide û dê ji vê yekê re dibe bersiv.”

‘Ez ê çareser bikim’

Di dawiya daxuyaniya Buroya Hiqûqê ev payamên Ocalan hatin ragihandin: “Bi vî awayî Birêz Ocalan dibêje ‘Ez ji kurdan re cih vedikim. Werin em pirgirêka kurd çareser bikin. Ez dibêjim ku ez ê di hefteyekê de rewşa şer û îhtîmala şer ji holê rakim. Ez ê çareser bikim. Ez bi xwe bawerim. Ez ji bo çareseriyê amade me. Ancak dewlet jî û aqilê dewletê jî divê tişta pêwîst bike.” Di heman demê de bi wesîleya cejnê hemû gelê me yê ji bo têkoşîna aştî û demokrasiyê ked û dil daye jî silav kir û cejna gelên me pîroz kir. Ji girtîgehan re silavên xwe yên taybet şand.”STENBOL

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar