Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Ocalan: Heke ev berxwedan biqede dê gel jî biqede

Rêber Abdullah Ocalan di nirxandinek xwe de behsa Çalakiya Mezin a 14’ê Tîrmehê dike û dibêje: “Berxwedêrek çawa dijî? Pratîka şoreşgerî ji bo berxwedêran jiyan bi xwe ye. Heke ev berxwedan biqede, dê gel jî biqede. Erka we jî ew e ku hûn hurmetê nîşanî vê rastiyê bidin û bixin pratîkê.”

“Careke din heke ji Berxwedana 14 ‘ê Tîrmehê wateyek bê derxistin, ev ne tenê ji bo berxwedêrên li zindanan, ne tenê ji bo rêxistinekê ye; ji ber ku di şexsê berxwedêran de li dijî polîtîkayên îmhakirinê yên ji bo partî û tevahiya gel, li dijî plana îmhakirinê ya topyekûn e. Bersivdayîna rojeke berxwedanê; nîşandana hêza adaptebûna li gorî bangeke bi vî rengî ye.”

Îro salvegera 41’emîn a çalakiya Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê ye. Di sala 1982’yan de ji pêşengên PKK’ê M. Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek li zindana Amedê li dijî her şêwe îşkence û pêkanînên li derveyî mirovahiyê yên dewleta tirk a dagirker-faşîst di 14’ê Tîrmeha 1982’yan de dest bi çalakiya Rojiya Mirinê ya Mezin kir.

Kemal Pîr di 7’ê Îlona 1982’yan de, Hayrî Dûrmûş di 12’ê Îlonê de, Akîf Yilmaz di 15 ‘ê Îlonê de, Alî Çîçek di 17 Îlonê de şehîd bûn. Vê çalakiya dîrokî hovîtiya dewleta tirk nîşanî hemû cîhanê da û rêgeha têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê xuya kir û bû çavkaniya destkeftiyên mezin. Şoreşa Rojava ku di roja 19’ê Tîrmehê de jî hat ragihandin, tê wateya zindîbûna ruhê 14’ê Tîrmehê ku wek Roja Rûmetê ya Neteweyî hat ragihandin.

Ji ber wateya rojê, em nirxandineke Rêber Abdullah Ocalan ya salvegera çalakiya Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmeha 1994’an de diweşînin.

‘Di şexsê xwe de berxwedêriya PKK’ê nîşan didin’

“Em 14 ‘ê Tîrmehê bi bîr tînin. Îro jî komek berxwedêrên zindanê di şexsê xwe de berxwedêriya PKK’ê nîşan daye ku li dijî dijminê ku dixwaze hemû hêviyên gel ên azadiyê biqedîne. Ev rastiyeke bênîqaş e. Di serdema herî zor û zehmet de, di destpêka salên 1980’yî de rêya dawîn diceribînin û bi helandina bedena xwe biryarê didin û nefesa xwe wek berxwedana dawîn distînin, piştî ku li dijî polîtîkaya îmhakirinê ya ku her tiştê li ser piyan maye bi temamî tune dike û bi zanebûn hemû tedbîran digire ku careke din geş nebe.

‘Berxwedêrek çawa dijî?’

A rast, ew hevrêyên me dixwazin têkoşîna herî mezin bikin. Em Hayrîyan û Kemalan pir baş nas dikin. Dilê wan hevalên me bi azweriya têkoşînê tijî ye. Pratîka şoreşgerî ji bo wan jiyan bi xwe ye. Hayrî kesayeteke mezin e ku bê rawestan kar û propagandaya rêxistinê dike û ji bilî wê rojeke bi tenê jî betal nîn e. Kemal kesayetek e ku ji serî heta binî her tiştê xwe xistiye xizmeta partiyê, xeta têkoşînê ya partiyê bi her tiştî daye jiyandin û şêweyê jiyanê yê partiyê bi domdarî meşandiye. Di vê mijarê de gelek tişt hatin gotin, gelek zêdetir jî dikarin werin gotin û dê werin gotin jî.

Wan hevrêyên me di rastiya partiya me de, di nava şert û mercên herî zehmet û di nava bêderfetiyan de xwe gelekî baş perwerde kir û ji bo dest ji vê bernedin bi berxwedana herî mezin bersiv da. Wan kesayetan gelek caran ev yek îspat kiriye. Biryardariyeke bi vî rengî ya berxwedanê bi pêşengiya van şexsiyetan pêk hat. Divê mirov vê yekê baş fêm bike.

Berxwedêrek çawa dijî? Di wê berxwedana zindana Amedê ya bêeman de gelek aliyên wê dîtin, li ber hemû îşkenceyan sekinin û wisa jiyan. Her deqeyeke wê jî bi qasî salekê dirêj û dijwar e. Ji bo ku bikarin navê partiyê hinekî din bibêjin û di nava şert û mercên hinekî din guncaw de têkoşîna xwe bidomînin, van kêliyên ku çend salan dewam kirin, bi vî rengî dinirxînin.

Dirûşma ‘Berxwedan jiyan e’ li ser xwe pêk anîn’

Careke din heke ji Berxwedana 14’ê Tîrmehê wateyek bê derxistin, ev ne tenê ji bo berxwedêrên zindanê ye, ne tenê ji bo rêxistinekê ye; ji ber ku di şexsê berxwedêran de li dijî polîtîkayên îmhakirinê yên ji bo partî û tevahiya gel hatine pêşxistin, li dijî plana îmhakirinê ya topyekûn e. Em baş dizanin ku plana dijmin ev e û min bi berfirehî vegotibû. Nasnameya gelekî ku dixwazin bi temamî di nava tarîtiya dîrokê de veşêrin û firsendeke berxwedanê ye ku di nava PKK’ê de tê temsîlkirin. Berxwedêriya PKK’ê jî wekhev e; ji bo ku dîsa gel bi azadî li ser dika dîrokê bijî, heke mimkun be. Lewma dema berxwedêriya zindanan bê tepisandin û PKK’ya bê tepisandin; dê bibe tepisandina tevahiya gel û li ser dika dîrokê winda bibe. Ev jî rastiyeke teqez e. Wê demê ne başûrê Kurdistanê, ne Bakur, ne Rojhilat û ne jî Rojava dima. Heke ev berxwedan biqede, dê gel jî biqede. Dîrok jixwe dibêje rewş bi vî rengî ye. Berxwedêriya PKK’ê bi rewşa xwe ya heyî re kir ku her kes vê yekê qebûl bike.

Di rewşeke wiha de yên ku dirûşma ‘Berxwedan jiyan e’ li ser xwe pêk tînin, derdikevin holê. Ev yek bi temamî dibe hêviya herî birûmet a gel, dibe banga jiyanê. Tê gotin “Hêvî nikare bê terikandin, nabe partî bê terikandin, em ê xwe bihelînin û bikin jiyan.” Va ye berxwedêriya Newrozê ya Mazlûman, va ye biryara berxwedêrên 14’ê Tîrmehê, va ye dema Ferhatan xwe kir meşale, yekser bi vî rengî ye.

‘Hûn çawa dikarin bêje em şopdarê şehîdan in’

Bûn meşale, bûn hêviya jiyanê, rêbaza jiyanê ya ku gel ronî dikir. Hûn ê vê baş fêm bikin. Hûn ê bibînin ka bi derfetên herî kêm çawa şer bikin, di şert û mercên herî zehmet de çawa şer bikin. Li hucreyên bi qasî gorekê jî nebûn, li ber xwe dan. Dema yên wisa hene ku li cihekî ku nikarin nefesê jî bistînin wezîfeya xwe dikin, gelo ma hûn nikarin wezîfeyên xwe di nava bi hezaran kesî de bikin? Ew çalakiyekê ku teqez serkeftinekê di nava xwe de dihewîne organîze dikin, ma hûn ê nekarin serkeftineke jirêzê jî bi ew qas derfetan pêk bînin? Wê deme hûn çawa dikarin bibêjin ku hûn şopdarê bîranîna van şehîdên mezin ên berxwedanê ne?

Bê guman di vê berxwedana mezin de wateyên mezin hene. Hesta berpirsyariyê, têgihaştina parastina partiyê di asta herî bilind de tê temsîlkirin. Bala xwe bidinê; dijmin dibêje ‘her tişt qediya, dest ji her tiştî berde û bijî’. Ew van hemûyan red dikin û dema hêvî herî kêm e, derfet herî kêm e, dibêjin ’em bi qehremanî xwe feda dikin’. Li vê rastiya wan binêrin û li xwe binêrin; wê demê ma hûn li hember vê bangê, vê biryara mezin nakok nabin?

Bersivandina berxwedanê nîşandana hêza adaptebûnê ye’

Bersivandina rojeke berxwedanê; nîşandana hêza adaptebûna bangeke wiha ye. Parastina partiyê heta dawiyê ye, heta dawiyê bi wezîfeyê ve girêdayîbûn e û heke pêwîstî pê hebe, bi tevlêkirina xwe re serkeftinê misoger bike. Di van şert û mercan de serkeftin ev e û hatiye bidestxistin.

Meqamperestî be, jiyîna li ser derfetan be; hûn ê çawa hesabê wê bidin? Em bêjin me sibê ev welat bi dest xist û me karî em vî gelî bikin xwedî hin raye û berpirsyarî; baş e hûn ê çawa bersiva vê bidin? Hûn li van rojan difikirin? Ma dê tirsa wijdanê we tune be? Dibe ku em jî ne di wê pozîsyonê de bin ku hesab bipirsin. Diyardeyeke bi navê wijdan heye û pêwîstiya wê bi cih tê anîn.

Nirxên me yên ev çend mezin ên berxwedanê hene û em ê zanibin bê çawa hurmetê nîşanî wan bidin. We li ser navê wan bi hezar berxwedanên mezin dest bi jiyanê kir, wê demê li hember wan divê sozeke we hebe û divê ew soz teqez têrê bike.

‘Layiqbûna wan tenê bi pêşxistina jiyan û şer dibe’

Wateya wan hemûyan çi ye? Rojên mezin, rojên biryarên mezin divê ji rêzê neyên derbaskirin; bi awayekî teqez divê bên fêmkirin, jiyanîkirin û rojane wek fermanekê bikevin meriyetê. Heke biryara berxwedana 14’ê Tîrmehê tê wê wateyê ku wek partî û gel em dikarin biryara hebûnê bidin, bi helandina xwe ya ku navgîna herî zehmet a têkoşînê ye, di vê wateyê de li dijî desthilata herî dawî ya hilweşîner a dîrokê neyê têkbirin û teslîmgirtin, encameke din a girîng heye ku ji vê yekê derdikeve; ji bo afirandina serkeftina ji mirinê, yanî ji bo zindîhiştina di nava berxwedaneke mutleq de. Dirûşma “Berxwedan jiyan e” ya ku ji vê berxwedanê derdikeve; tê wê wateyê ku bi berxwedana herî dijwar hûn dikarin herî baş bijîn. Ev biryar derxistiye holê. Yanî rêbaza me ya şer, rêbaza me ya jiyanê derxistiye holê. Bi tenê ji bo jiyan û şerekî bi vî rengî wan dikarîbû dest bi vê çalakiya berxwedanê bikira. Heke em dixwazin layiqî wan bin, tenê bi pêşxistina jiyan û şer bi vî awayî, em dikarin layiqî wan bin.

Em ên ku dijîn, her tim bi qelsiyan dijîn, lê encama xebata bi qasî ku ji dest me tê bêyî ku em xwe bispêrin hincetên wekî çima em bi ser neketin, rastiya partiye ye, rastiya şer e. Wan bi berxwedana bi vî rengî hewl da partiyê radestî me bikin û me jî hewl dan bi parastin û pêşvebirina bi vî rengî bimeşînin. Çalakiya wan ev e, bersiva me jî ev e. Nexasim ji bo partiyê wan ew wesiyet li me kir, me jî hinekî ew girt.

‘Divê hûn teqez di nava jiyan û têkoşîneke şoreşgerî de xwedî cih bin

Divê hûn teqez di nava jiyan û têkoşîneke şoreşgerî de xwedî cih bin, divê hûn bibin xwedî serketinekê. Ew belasebeb li gorî vê biryarê tev negeriyan û 60 rojan xwe nedan jiyandin. Li ber xwe dan û jiyan wisa nîşan dan. Heke wan di wî halî de li ber xwe da û şer kir û jiyan, ma hûn ê lê bifikirin ku bi derfetan bilîzin û bibin sedema her cure têkçûnê û wisa bijîn? Gelo pêkan e ku hûn xwe li ser vê bingehê bidin efûkirin? Rastî li holê ne; li ber xwe dan, xwe helandin û gotin ‘jiyan ev e’. Bi vî rengî têkiliya şer û jiyanê derdixistin holê. Erka we jî ew e ku hûn hurmetê nîşanî vê rastiyê bidin û bixin pratîkê.

Bi her cure feraseta karîyerê, raye û meqamê, hûn nikarin hemû mîrate û nirxên me yên jiyanî bi cih bînin. Şaşiya mezin ew e ku her çend ev nirx bi temamî bi awayekî cuda hatibin bidestxistin jî, hûn bi hewesên gelekî cuda nêzî wan dibin. Şexsperestiyê û nexweşiya desthilatdariya zû çi eleqeya xwe bi mîrateya me heye, çi eleqeya xwe bi şerê parastinê re heye?

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar