Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Cumartesi - 14 Eylül 2024

‘Ocalan hêviya Kurdistanê ye’

Welatiyên başûr derbarê rewşa Ocalan de axivîn û wiha gotin: “Tenê Ocalan hêviya her çar parçeyên Kurdistanê ye, divê parêzer biçin Îmraliyê û derbarê tendirûstiya serokê me de agahî werbigrin. Dewleta tirk dixwaze bi komployan Ocalan ji holê rake, lê ev xeyal e.”

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 22 sal in di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de li Îmraliyê dîlgirtî ye, li ser nerazîbûna mezin piştî salekê jinûve bi birayê xwe Mehmet Ocalan re 25’ê Adarê karîbû biaxive. Lê belê axaftinê tenê çend deqeyan dewam kir û piştre hat birin. Vê rewşê fikarên gelê kurd zêde kir û bû sedema nerazîbûnên mezin.

Têkildarî mijarê welatiyên navçeyên Seyîdsadiq û Derbendîxan a girêdayî Silêmaniye yê axivîn û xwestin rewşa tenduristiya Rêberê xwe bizanibin.

Kurd ji bo azadiya Rêber Apo diqîrin

Welatiyê bi navê Zana Elî da zanîn ku demek dirêj e rê nayê dayîn parêzer bi Rêber Apo re hevdîtinê bikin û wiha got: “Rê nayê dayîn, ji ber ku dewleta tirk dixwaze Rêber Apo bi komployekê ji holê rake. Lê ev yek xeyalek vala ye. Ji ber hemû gelê kurd ji bo azadiya Rêber Apo diqîrin. Fikrên Rêber Apo di nava kurdan de belav bûye. Em bi xwe baş dizanin, dewleta tirk dixwaze gelê kurd qir bike û kesên azadîxwaz bigire. Lê wê ev yek pêk neyê, dê roj were em ê Rêber Apo ji zindanê azad bikin.”

Elî bang li hemû rêxistinên mafên mirovan a navneteweyî kir ku zextê li dewleta tirk bikin ku Ocalan bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê pêk bîne.

Welatiyê bi navê Ebubekir Hisên got ku Rêber Ocalan hêviya armancên her çar parçeyên Kurdistanê ye û ev tişt anî ziman: “Rêber Ocalan dikare di xebata siyasî û rizgarî ya gelê kurd de, guhertinan çêbike. Lê dewleta tirk naxwaze Ocalan derve be. Ji ber ku dizane, yek nûçeya Ocalan, bandorê li raya giştî û xebata siyasî ya li Tirkiyeyê dike.”

Divê kurd hevgirtî bin

Aktîvîst Hewkar Qadir diyar kir ku di dîrokê de dijminên kurdan ji derveyî kuştin û malwêraniyê qet jiyanekê ji bo kurdan rewa nabînin. Qadir bal kişand tecrîda li ser Ocalan û wiha got: “Rêber Apo ji ber mafên rewa yên neteweyê hat girtin. Pêşîlêgirtina hevdîtina li Îmraliyê binpêkirina mafan û neteweya kurd e. Em weke welatiyên Derbendîxan van kiryarên Tirkiyeyê şermezar dikin.”

Welatiyê bi navê Omer Mihemed aşkera kir ku neteweya kurd tim neteweyên din pejirandine, lê neteweyên din her dijberiya kurdan kirine û ev tişt anî ziman: “Gerîlayên PKK’ê xebatê ji bo mafên gelê kurd dike. Gelê kurd qet ne gelek dagirker e. Zilm li tu kesê nekiriye. Tişta ku Tirkiye dike ziyanê digihîne hemû gelên herêmê. Ji bo berjewendiyên komek şovenîste. Li beramber divê em kurd di nava xwe de hevgirtî bîn. Serok Apo yek ji wan rêveberên bilind e ku berdewam hewldaya gelên herêmê bi aramî û azad bijîn. Bi tu awayî dijmintiya gelên herêmê nekiriye. Ji bo em ji rewşa tenduristiya Rêber Apo piştrast bin divê em hemû zextê bikin.” SILÊMANÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar