Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...
Pazartesi - 7 Ekim 2024

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

‘Ocalan ji bo hemû herêmê çareseriya demokratîk dixwaze’

Hevserokê DBP’ê Mehmet Arslan da zanîn ku tevî polîtîkaya îmha û înkarê jî, Ocalan di çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka kurd de bi israre. Arslan diyar kir ku Ocalan naxwaze gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn êşên girantir bikişînin

Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Mehmet Arslan, têkildarî peyamên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên ‘Muzakereya demokratîk’, ‘Lihevkirina civakî’ û hwd. ku bi rêya parêzerên xwe re bi raya giştî re parve kirin, ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) bi Mehmet Şah Oruç re axivî. Arslan diyar kir ku Ocalan ji bo ku pirsgirêka kurd bi rêyên aştî û demokrasiyê bê çareserkirin, bi salane têdikoşe. Arslan da zanîn ku AKP ji bo ku pirsgirêka kurd çareser bike, xwedî projeyekî nîne û gelek caran jî ji bo piştgiriya nijadperest û şovenîstan, polîtîkaya li dijî kurdan dimeşîne û tecrîda li ser Ocalan kûr dike.

Arslan bi bîr xist ku ji sala 1999’an heta niha hemû desthilatên li Tirkiyeyê polîtîkaya tecrîdê meşandiye û wiha pê de çû: “ Tevî van polîtîkayên tecrîd û înkara aştiyê jî, birêz Ocalan di hevdîtinên bi malbat û parêzeran re dibêje ku ji bo ku pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk û aştiyane bê çareserkirin, amade ye ku gav biavêje. Ji sala 2015’an heta niha li ser Ocalan tecrîda mutlaq hebû. Di vê pêvajoyêde kurd rastî komkujiyê hatin. Birêz Ocalan di her firsendê de xwest ku pirsgirêkên civakî yên li Tirkiyeyê bi rêya aştî, demokrasî û lihevhatinê bên çareserkirin. Ne tenê ji bo gelê kurd, ji bo ku hemû gelên li Rojhilata Navîn çareseriya demokratîk pêşniyar dike.”

‘Divê êdî zîhniyeta dijkurd terk bikin’

Di berdewamê de jî Arslan destnîşan kir ku tevî şer, alozî û tundiyê jî Ocalan çareseriyê di aştî û demokrasiyê de dibîne û wiha berdewam kir: “Ocalan, AKP, CHP û MHP’ê baş nas dike. Lê ji bo ku civakên li Tirkiye û Rojhilata Navîn êşên girantir nejîn, çareseriya aştiyane û demokratîk pêşniyar dike. Ji roja avakirina komarê heta niha dewletê her tim kurd ji bo hebûna xwe weke gef dît. Divê êdî vê zîhniyetê terk bikin. Ji bo ku kurd nebin xwedî maf, rê li ber hemû mafên çandî, siyasî û civakî digirin. Di hemû hevdîtinên bi DYA û Rûsyayê re hewl dide rê li pêş mafên gelê kurd bigire. Lê sedema kaosa îro ya li Tirkiyeyê, neçareserkirina pirsgirêka kurde.”

‘Birêz Ocalan hêza xwe ji gel digire’

Arslan daxuyand ku ev sed sale li ser kurdan komkujî tên ferzkirin û wiha derbirî: “Înkar û îmha bûye polîtîkaya sereke. Lê kurdan tu carî dev ji têkoşîna hebûnê berneda. Herî dawî li Cizîr, Sûr, Nisêbîn, Hezex, Gever, Sîlopiya û Şirnexê kevir li ser kevir nehiştin. Kurd di sedsala 21’an de li pêş çavê cîhanê di jêrzemînan de hatin şewitandin. Em dixwazin hikûmet û nûnerên dewletê pirsgirêka kurd li gorî zagonan çareser bikin. Em bi hevre li rê û rêbazên çareseriyê bigerin. Birêz Ocalan nasnameya Tirkiye û Rojhilata Navîn a pir zimanî, pir çandî û pir civakî baş dizane. Ji bo hemû reng, bawerî û nasname bi hevre di nava aştiyê de bijî têkoşiya. Birêz Ocalan bawer dike ku di sedsala 21’an de çareserî dê bi rêya muzakereya demokratîk û aştiyene pêş bikeve. Tifaqa kurd û tirkan dê ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn serkeftinê bi xwe re bîne. Birêz Ocalan hêza xwe ji gel digire û li dijî feodalîte, eşîrvanî û malbatîtiyê têkoşiya. Di vê têkoşînê de ronakbirî, rewşenbirî, zanebûn û pêşxistina vînê zêde ye. Birêz Ocalan dibêje ku yên ku nikarin hişmendiya demokratîk pêş bixin, nikarin çareseriyê jî pêş bixin. Ji ber vê jî qala valahiya bîrdozî û polîtîk dike.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar